'Bi yekîtiyê em ê azadiya Rêbertî misoger bikin'

  • 09:06 19 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Berdevka Navenda Lêkolînên Jineoloji ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Dema ku deng hest û raman bibin yek wê demê em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û bi hev re ber bi konfederalîzima Rojhilata Navîn ve bimeşin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên tecrîdê de tê girtin û sîstema îşkenceyê lê tê ferzkirin. Di heman demê de cezayê disipilînê her carê tê dayin. Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 5 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Çalakî û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran dewam dikin.
 
Berdevka Navenda Lêkolînên Jineoloji ya bajarê Helebê Rojiyan Hisên têkildarî mijarê nirxandin kir.
 
'Bertekên me bi çalakî û xebatên me re dewam dikin'
 
Rojiyanê di destpêka axaftina xwe de tecrîd û nûjenkirina cezaya disiplînê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Berdewamkirina tecrîda li ser Rêbertî û negihaştina zanîna agahiyek li ser wî me dikin nava fikaran û em vê yekê şermezar dikin. Bertekên me bi çalakî û xebatên me re dewam dikin. Tecrîd li ser azadîxwazekî mîna Rêberê me tê meşandin. Tecrîd li ser Rêberê me û hevalên wî tê meşandin. Em jî ji bo ev tecrîd bi dawî bibe çi ji destên me tê em ê bikin. Cezayên disiplînê her tên dubarekirin. Lê ev neheqiyeke mezin e û ne hiqûqî ye. Em her tim li dij vê yekê bisekinin."
 
'Ji bo mafên gelên bindest neyê dayin tecrîd tê kûrkirin'
 
Rojiyanê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nûjenkirina cezayê disiplînê ya li ser Abdullah Ocalan û wiha domand:"Ev sê sal in tu hevdîtin bi Rêbertî nayê kirin û tecrîd giran kirine. Cezayên disiplînê her tim tên dubarekirin. Herî dawî dîsa 6 meh cezayê disiplînê li Rêberê me birîn. Tevî ku hevdîtina bi girtiyan re ji bo hemî kesên girtî mafekî herî rewa ye lê belê nahêlin hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin. Ne tenê dewleta tirk vê tecrîdê dide dewamkirin di heman demê de dewletên hegemon û komploger jî di nav de ne. Naxwazin bi saya ramanên Rêbertî çareseriyek ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn bê dîtin. Ji bo mafên gelên bindest neyê dayin tecrîd tê kûrkirin."
 
'Pergalek nû li Îmraliyê dan meşandin'
 
Rojiyanê di axaftina xwe de armanca girankirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxand. Rojiyanê got:" Îro dema ku dewleta tirk tecrîdê li ser Rêbertî giran dike û berdewam dike jixwe em dibînin ku ew bi xwe bûye amûrek di destê dewletên hegemon de. Dema ku dewetên hegemon dixwazin berjewendiyên xwe bi dewleta tirk re pêk bînin yekser Îmraliyê dixin naveroka wê yekê. Bi vî awayî êdî dewleta tirk tam ketiyê xefika dewletên hegemon û nikare xwe jê rizgar bike. Weke mînak di sala 2013'an de hevpeymana aştiyê hat îmzekirin û tê de 10 xal hatin diyarkirin yek ji wan hevdîtina bi Rêbertî re bû. Her wiha kesên ku pêşengtiya dîplomasiya Rojava dikirin wê ji bo hevdîtina bi Rêbertî re derbasî Bakurê Kurdistanê biban. Lê di kêliya dawî de hemî siyasetên dewletên hegemon hatin guhertin û pergalek nû li Îmraliyê dan meşandin. Lewma em tenê nikarin bibêjin ku nehiştina hevdîtina bi Rêbertî re pêk were di heman demê de tecrîd hat kûrkirin. Lê belê li dijî van polîtîkayên tecrîdê divê em çalakî û xebatên xwe hîn zêde û xurtir bikin."
 
'Rêbertî têkoşîna xwe neterikand'
 
Rojiyanê da zanîn tevî hemû şert û mercên dijwar jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam kiriye û wiha pê de çû:"Ji bo Rêberê me bê îrade bihêlin gelek îşkence lê kirên. Lê belê Rêbertî li hemberî wan îşkenceyan pênûsa xwe neda sekinandin û tevî hemî şert û mercên giran manîfestoya xwe bi dawî kir û diyarî gelê xwe kir. Rêbertî têkoşîna xwe neterikand. Em jî ji vê yekê hêzê digirin. "
 
'Felsefeya Rêbertî mirovan ji nû ve zindî dike'
 
Rojiyanê qala têkoşîna gelê kurd a ji bo xwedîderketina li fikir û felsefeya Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û aştiya tevahî gelên bindest têkoşîn kir û heta niha dike. Me jî weke xwedîderketina li wê têkoşînê li seranserê Kurdistanê kampanyaya 'Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye' dest pê kir. Di çarçoveya vê kampanyayê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Projeya Rêberê me û felsefeya wî mirovan ji nû ve zindî dike. Felsefeya Rêberê me ne tenê ji bo guhertina sîstemekê ye her wiha ji bo guhertina zihniyetekê û derxistina heqîqeta dîrokê ye. Loma ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî divê helwestên hîn xurtir derkevin pêş. Çimkî di heman demê de fikir û ramanên Rêbertî jî tê xwestin bê tecrîdkirin."
 
'Bi yekîtiyê em ê azadiya Rêbertî misoger bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Rojiyanê da zanîn ku li ser bingeha raman û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê di demên pêş de konfederalîzma jinên cîhanê bê lidarxistin û wiha got:" Ji ber ku yekîtiya jinan wê bibe bingeha azadkirina Rêbertî ya fîzîkî loma ev yek girîng e. Her wiha ne tenê konfederalîzma jinên Rojhilata Navîn lê belê ya ciwanan jî encex bikaribe bibe gavên ber bi azadiya Rêbertî ve.
 
Li tenişta van jî divê em bêhtir bikaribin dengê xwe bigihînin cîhan û raya giştî. Her wiha di serî de divê em dengê xwe bigihînin CPT'yê û ew jî bi erka xwe rabe. Bi rêya medyaya civakî jî divê em dengê gelê xwe bilind bikin. Encax bi riya dengê gel em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber ku gel wê  bikaribe zagonan biguherînin. Mînaka herî berbiçav ew e ku dema Rêbertî hat girtin yekser cezayê darvekirinê lê hat birîn lê dengê gel û serîhildana wan a li dijî biryarê zagon guhert. Lewma dema ku deng hest û raman bibin yek wê demê em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û bi hev re ber bi konfederalîzima Rojhilata Navîn ve bimeşin."