'Heta biryara qeyûm tê betalkirin wê têkoşîna me bidome'

  • 16:48 10 Hezîran 2024
  • Ramyarî
 
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heta biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê tê betalkirin dê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Koçyîgît da zanîn ku dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê û di 14’ê hezîranê de jî li Mêrsînê mitîngan li dar bixin. Koçyîgît, wiha domand: “Heta ku biryara tayînkirina qeyûm tê betalkirin û hevala me Viyan Tekçe ku endamên meclisa şaredariyê hilbijartiye weke weke serokwekîla şaredariyê dest bi peywira xwe dike dê têkoşîna me bidome.” 
 
Yek bi yek li dijî her yek van îdiayên bêbingeh, hevalên me dê gilî bikin
 
Gulistan, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê hewl dide meseleya qeyûm mezintir bike û nûçeya rojnameya Yenî Şafakê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedef digirt jî weke “rapora MÎT’ê” nirxand. Koçyîgît, wiha dom kir: “Dema em li nûçeyên rojnameya alîgirê ên duh dinêrin; dibînin bê dema muslix tê girtin çawa dest bi îftîrayan dikin û bi manîpulasyonan hewl didin bingehê ji qeyûm re amade bikin. Nûçeya Yenî Şafakê ne nûçe ye, rapora MÎT’ê ye. Yek bi yek li dijî her yek van îdiayên bêbingeh, hevalên me dê gilî bikin.” 
 
Gelo daxistina wêneyê reqîbê xwe yê siyasî di qanûnên qesrê de sûc e? 
 
Gulistan, bi bîr xist ku derheqê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de bi hinceta wêneyê serokê giştî yê AKP’ê tayyîp erdogan aniye xwarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Gelo daxistina wêneyê reqîbê xwe yê siyasî di qanûnên qesrê de sûc e? Ji ber ku di çi qanûnan de daxistina wêneyê erdogan sûc nîne. Bi tena serê xwe ev mînak baş nîşan dide bê ka dosyayên ji bo tayînkirina qeyûm tên amadekirin komployeke çawa ne. Ji bo îfadeyê bang li hevşaredarê me Mumîn Erol kirine. Anku ji ber sûcekî neyî lêpirsîn dane destpêkirin û îfadeyê digirin. Van hişê xwe avêtine.” 
 
'Deynên cotkarên Tirkiyeyê nêzî 700 milyar lîreyan bûye’ 
 
Bi domdarî  Gulistan  bi lêv kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, zom û çêrgeh hatine qedexekirin û ev rewş bandoreke neyînî li cotkaran dike.  Gulistan  wiha pê de çû: “Derdên cotkaran ne bi xema AKP’ê ne. Deynên cotkarên Tirkiyeyê nêzî 700 milyar lîreyan bûye. Hejmara cotkaran daketiye 2 milyon û 177 hezar kesan.”
 
'Em bang li hemû xwendekaran dikin ku tev li boykotê bibin’ 
 
Di berdewamê de  Gulistan Modêla Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê rexne kir û got ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide nifşekî îtaet dike bigehîne. Koçyîgît got ku weke DEM Partiyê ew vê mufredatê red dikin. Koçyîgît, bi domdarî bal kişand ser mamosteyên nehatine tayînkirin û got ku bi milyonan mamoste bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Koçyîgît, têkildarî zimanê dayikê û dersa mecbûrî ya olî jî wiha got: “Ev sed sal in pişaftinê dikin û di serî de kurd, gelek neteweyên li vî welatî dijîn nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Her wiha dersa olî li elewiyan tê ferzkirin. Me tevî raya giştî ya demokratîk û rêxistinên pewerdeyê Platforma Na ji Mufredatê re ava kir. Em ê di 11’ê hezîranê de boykoteke mezin a dibistanan li dar bixin. Em bang li hemû xwendekaran dikin ku tev li boykotê bibin.” 
 
'Netewe dewlet û pergala kapîtalîst rola dayiktiyê dide dayikê’ 
 
Gulistan bal kişand ser îstatîstîkên welidînê û wiha got: “Hejmara welidînê kêm dibe. AKP û MHP vê yekê weke gefekî li ser hebûnê dibînin. Ji bo welidîna zarokan serdemeke nû dan destpêkirin. Netewe dewlet û pergala kapîtalîst rola dayiktiyê dide dayikê. Armanc jî zêdekirina hejmara zarokan e. Wan jî ji bo bikaranîna wan zarokan a di şer de dixwaze. Bi vê sedemê mudaxileyî bedena jinan dikin. Armanca AKP-MHP’ê jî ev e. Lê em li vir dîsa dibêjin, dê têkoşîna me ya azadiya jinê bidome.” 
 
Gulistan  ji bo danişîna doza Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku dê di 12’ê hezîranê de li Edliyeya Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê li hemû kesên xwedî wijdan, li gel hiqûqê û raya giştî ya demokratîk kir.