Sevîlay Çelenk: Ji perwerdê heta çandê mudaxaleyê hemû qadan dikin

  • 09:04 10 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk da zanîn ku desthilatdarî ji perwerdê heta çandê ketiye gelek qada û hewl dide li gorî xwe bi teşe bike. Sevîlayê wiha got: “Perwerde veguhertine lîstikê. Li gorî berjewendiyên xwe çi hewce dike wê dikin.”
 
Rexneyên li hember modela perwerdê ya nû ya bi navê ‘Modal Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê’ de didomin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Sevîlay Çelenk der barê mufredata nû de nirxandin kir. 
 
*Wezareta Perwerdeya Millî (MEB) bi mufredata nû derket pêşberî me. Tevî îtîrazan tê îdiakirin ku ev mufredat 10 sal in amadekariya wê tê kirin. Hûn çi difikirin?
 
Kes îqna nebû ku ev 10 sal e tê amadekirin. Ev pir girînge gelo. Carna 3 sal 5 sal, carnan di salekê de dikare bi cidiyet bên gel hev û parvekirinan bikin. di sala duyem de dikare temam bibe. Carnan di 10 salan de tiştek jî nayê kirin.Di 10 salan de evqas mudaxaleyê perwerdê kirin ku . Pergala 4+4+4 ya 2012’an bû. Gelo çawa ev kirin hema du sal şûnde dest bi vê kirin? Di 2017’an de bi berfirehî guherîna mufredatê kirin. Ji îmam hatîban heta dibistana seretayî û pêşdibistanê guherîn kirin. Heta raporên ku Egîtîm Senê amade kirine jî hene. Xuyaye Modela Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê di 10 salan de nehatiye amadekirin.
 
*Îdia kirin ku komxebat kirine û gelek nêrîn girtine. Lê negotin ev nêrîn ji kîjan saziyang irtine. Egîtîm Sen dibêje tarîkat û komele tevli bûne. Hûn çi difikirin?
 
Mijarek bi pirsgiêk e. Mufredatek ku hemû baweriyan nahewîne tê amadekirin. Ne wekhev e, li hember wekheviya zayendî hestiyar nîne, civakên cuda nahewîne. Navendek heye û li dora vê yên cuda hene. Em dikarin vê bêjin, xebateke ku civakên din ên olî nahewîne dikin. Ji bo vê jî dema tarîkat û cemaet bikevinê, der barê mijarê de rê li ber fikaran vedibe. Ji ber ku tê bîra me di qada perwerdê de pir titş guhertin.   Ez vê her tim dibêjim êdî bîreke me ya AKP’ê heye. Nîvê temenê me û hemû temenê wek yên we bi wan re derbas bû.  Di vê pêvajoyê de li ser perwerdê mudaxaleyên cidî hatin kirin. Yanî ger di vir de tarîkat û cemaet hebin xuyaye şerê wan yên desthilatdariyê jî li ser qada perwerdê ye.
 
*Nêzîkatiya li hember perwerdê her tim hat rexnekirin, bi FETO’yê û piştre jî argumanên ol hatin bikaranîn. Li gorî we armanc  çiye? 
 
Me ev her tim rexne kir, em bi hev re li ser fikirîn. Me got divê çawa be. Em vê pratîka Tirkiyeyê nas dikin. Em dizanin; ev ne perwerdehiyeke ku ji jiyan, zarokanan hez dike û bihestara pêşeroke wisa pewrerda hezkirina Xweda tê dayîn. Her tim aliyê din, tevekul, îtîkarî û ev wek nirx tên ferzkirn. Em di vir de afirandina muslimantiyeke Sunnî Tirk dibînin.  Ev di perwerdehiya pêşdibistanê de jî heye. Hewl didin li dibistanan dersên olî ferz bikin. Ligel vê îtîrazên civak û mezhebên cuda li ber çavan nagirin. Em her tim nêzîkatiyek wisa bi bîr tînin. Niha jî ev hat pêş me. Dema 4+4+4 hatibû fikar zêde bibû. Zaorkên keç ji dibistanan hatin durxitsin.  Bêguman ev pêk hat jî.
 
*Dema em van mudaxaleyan li ber çavan bigirin  vê pêşketinê hûn çawa digirin dest? 
 
Ev modela nû tiştên ku min got kakila wê vedibêje. Em hema wisa binêrin an jî dema li raporên hatine nivîsin dinêrin vê dibînin. Mudaxeleya li zanîngehan. Bi KHK’yan darbeyên mezin lê xistin.  Saziyên perwerdê yên kok belav kirin. Akademîsyen bi hinceta têiliya wan bi cemaetan re heye mexdur kirin.  Beriya her tiştî pêşerojek heye. Her ku feraseteke perwerda sekuler, azadîxwaz, demokratîk û wekhev, laîk tune be tu titşek di cîhana îroyîn de ne pêkane bimeşe. Ev jî wê neşeme.
 
*Wek we jî got ji pêşdibistanê heta zanîngehan mudaxale û tevlibûnek heye. Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
 
Ev wê bandor li jiyana ciwan, zarok, jin û welatiyên vî welatî bike. Li vî welatî tecurbeyek heye, her kes di wir de xwedî ked e. Keda me tunebe jî pigsirêkên ku li vî gelî rewa hatine dîtin hene. Ji bo zarokên 4-6 salî kursên Kuranê vedikin û li wir merasîmên mezuniyetê dikin. Breê malbatan zarokên xwe dişandin qursên taxan. Hema hema her kes diçûn. Lê teşeyekê pewerda hemû nirxan tunebû. Desthilatdarî ji perwerdê heta çandê tevli gelek qadan bûye û hewl dide teşe bike. Perwerde veguhertine lîstikê. Li gorî berjewendiyênx we çi hewce dike wê dikin.