Ji MEBYA DER û TUAY DER'ê hevdîtina malbatan

  • 15:55 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - MEBYA-DER û TUAY-DER'ê bi dirûşam, “Dem dema xwedi derketina li nirxane” hatin gel hev.  Rêvebera MEBYA DER'ê Yuksel Elmas ya ku axaftin kir, tiştên di mijara pirsgirêka kurd de bi bîr xistin û got, " Li tu deverên cîhanê tişta li vêderê hatiye serê malbatan pêk nehatiye." 
 
Di pêşengiya Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên li Dewrêşa Şaristanan xizmên xwe winda kirin (MEBYA DER) û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUAY DER) de malbat bi dirûşma "Dem dema xwedi derketina nirxane" hatin gel hev. Di hevdîtina ku li Eywana Dawetê pêk hat de, li gel rêveberên bajêr û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (DEM PARTÎ),  MEBYA DER, TUAY DER, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek nûnerên rêxisitnên saziyên sivîl tevli bûn.
 
Hevdîtin bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna girtiyên di girtîgehan de û yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyekê dest pêk kir.
 
'Malbat dê serî li hember zilmê netwînin'
 
Rêvebera MEBYA-DER'ê Yuksel Elmas ku di civînê de ewil axivî, bi silavkirina gelê li salonê û girtiyên li zindanan li berxwe didin dest bi axaftina xwe kir. Yukselê bal kişand ser girîngiya sazî û malbatên li vir bi hev re û wiha got: “Ev têkoşîn 45 sal in didome. Bi dayîna berdêlên giran berdewam kir. Di dema şer de û bi taybetî jî bi polîtîkayên şerê taybet ên salên dawî re sîstemê hewl da têkiliyên me yên bi malbatên me re qut bike. Ji bo me girîng e ku em di vî şerê qirêj de bi hev re bin. Dewlet di vî şerê qirêj de ne tenê cenazeyan nade, ji bo zarokên me yên jiyana xwe ji dest dane jî sersaxiyê jî asteng dike.  Bêyî nirxên mirovahiyê û exlaqî cenazeyên zarokên me yên şehîd radestî malbatên wan kirin. Li tu welatekî cîhanê tiştek mîna ya ku malbat li vî welatî dijîn tune ye. Werin em dayika Halîse wekî mînak bibînin. Li gel van hemûyan em ji ber hevgirtina xwe ya bi malbatên xwe re tên cezakirin.  Ti malbat serî li hemberî zilmê natewînin."
 
'Roj roja çareserî û azadiyê ye'
 
Piştre Hevserokê BDP'ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd heye û ev jî Abdullah Ocalan e. Keskîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çareserkirina pirsgirêkê ne zehmet e. Ev pirsgirêk bi polîtîkayên dagirkerî û îstîsmarê û qeyûman çareser nabin.  Ger hûn di komkujiyê de israr bikin gelê Kurd heta niha berdêlên giran daye û ji niha û pê de gelê Kurd yê ku xwe nas dike wê serî li ber ve netewîne. Ji ber ku Kurd xwe, zimanê xwe û axa xwe baş nas dikin, xwedî îrade û rêber in. Îro roja çareserî û azadiyê ye. Kurd bêyî bidestxistina mafên xwe têkoşîna xwe bi dawî naynin. Em ê bi jin, ciwan û hemû saziyên xwe re têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.  Li Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Dibêjin em we nas nakin, hûn nikarin bajarê xwe îdare bikin. Em ji wan re dibêjin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe vê têkoşînê bidomînin.”
 
Piştî axaftina malbatan pêşniyar û fikrên xwe bi hev re parve kirin.