Ji bo mîtînga 13'ê Hezîranê bang hat kirin

  • 14:21 9 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG- Hevseroka Giştî ya DEM’ê ya Colemêrgê Humeyra Armut banga tevlibûna mîtînga 13’ê Hezîranê ya li dijî desteserkirina îradeya li Colemêrgê kir û got, "Niha dema mezinkirina berxwedana Colemêrgê û bi qayûm û faşîzmê paşve gav avêtinê ye." 
 
Berxwedana li dijî tunehesibandina îradeya Colemêrgê ket roja 7’an. Rêveberiya bajarê Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) banga tevlibûna mîtînga bi dirûşma "Şaredarî yên me ne, em destûrê nadin desteserkirinê" ku di 13'ê Hezîranê de dê li bajêr bê lidarxistin, kir. Gelek kes beşdarî daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya li bajêr hat lidarxistin bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya bajêr Humeyra Armût ku daxuyanî xwend, gel vexwend mîtînga 13’ê Hezîranê.
 
'Êrîşa li dijî hevserokatiyê ye'
 
Humeyra, diyar kir ku îradeya gelê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe ye û wiha got: “Partiya me tevî hemû fen û fûtên wekî dengdan û bertîlê şaredarî bi dest xist. Gelê Colemêrgê yê birûmet dersên ku di hilbijartinên 2024’an de 2019’an dabûn qeyûm dubare kirin, hikûmet û hevkarê wê yê biçûk têk bir. Hikûmetê ji ber ku nikarî van şikestinan tehamûl bike, serî li darbeya qeyûman da û demokrasî careke din binpê kir. Desthilatdariya ku faşîzma  li tevahiya welêt belav kir roj bi roj kûrtir kir, li Kurdistanê hiqûqa kolonyalîst û dijminatiyê domand. Ev sîyaseta emanetê ya ku îradeya gelê Kurd paşguh dike, bi temamî darbeyek sîyasî ye. Ev êrîş li dijî şaredariya komun û hevserokatiyê ye. "
 
Banga telibûna mîtîngê
 
Humeyra diyar kir ku yekane rêya ji bo bidawîkirina darbeya faşîst ew e ku gel îradeya xwe biparêze û got, “Gelê Colemêrgê jî berxwedaneke mezin nîşan da û wê berxwedana xwe bidomîne û vê desteserkirina îradeyê pûç bike. Bi vê boneyê em ê 13’ê Hezîranê roja Pêncşemê saet di 15.00’an de li qada li kêleka Mizgefta Mezin bi şîara “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mîtîngê li dar bixin. Em bang li  gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibin û îradeya xwe biparêzin. Dê hemû gelê me yê ji Tirkiye û Kurdistanê bi gotina 'Em ji bo demokrasiyê ber bi Colemêrgê ve dimeşin' beşdarî berxwedana li ser milên gelê Colemêrgê bibin."
 
Piştre Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî û got, "Em gelê xwe û ciwanan vedixwînin mîtînga li dijî qeyûmên tasfiyekar û mêtinger." 
 
'Em ê îradeya xwe biparêzin'
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê  Mahmût Dîndar di çalakiya rûniştinê de axivî û got, “Em li vir in û heta şaredariya xwe paşve  bigirin em ê îradeya xwe biparêzin.Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" bi dawî bû.