Di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê dê hevdîtineke mezin pêk were!

  • 11:24 9 Hezîran 2024
  • Ramyarî
ENQERE- Berdevka Giştî ya DEM Partiyê Ayşegul Dogan banga tevlibûna hevdîtineke mezin a  dê di 13'ê Hezîranê de li navenda Colemêrgê li dijî qeyûm li dar bixin kir û got, "Divê hikûmet dest ji tayînkirina qeyûman berde û tavilê peywirê bide Viyan Tekçe a ji aliyê Meclîsa Şaredariyê ve hatiye hilbijartin."
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Ayşegul Dogan, der barê qeyûmê tayînî Şaredariya Colemergê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Ayşegul, anî ziman ku dê di 13'ê Hezîranê saet 15.00'an de li navenda Colemêrgê li dijî qeyûman mîtîngeke mezin li dar bixin û xwest, demildest peywirê bidin Viyan Tekçe ya ji aliyê endamên Meclîsa Şaredariyê ve hatiye hilbijartin.
 
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm îflas kirine û wiha axivî: "Serokomar û serokê AKP’ê Erdogan dibêje 'Qanûn û huqûq tune ye'. Em jî dibêjin hiqûqek dualî li vir heye. Li vir hiqûqa dijmin heye. Tişta ku li Colemêrgê tê kirin li tu deran nayê kirin. Em dibînin ku pergala qeyûm îflas kiriye. Li Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" 19 sal û 6 meh ceza birîn. Heta beriya 5'ê heziranê der barê wî de tu tişt tune bû. Ji nişka ve lêpirsîn vekirin û ceza birîn. Ewil binçav kirin û 48 saetan di bin çavan de hiştin. Der barê karê şaredariyê de tu tişt jê nepirsîn. Bêyî îfadeya wî bigirin û pirsan jê bipirsin di bin çavan de hiştin." 
 
'Dibêjin hûn tenê dikarin bibin namzed’
 
Ayşegul Dogan da zanîn ku YSK'ê li pêş namzetiya Mehmet Siddik Akiş nebû asteng û wiha axivî: "YSK tu astengî û pirsgirêkê li pêşiya namzetiya Akiş nedît. Lê em dibînin ku kesên naxwazin em bibin hevşaredar hene. Dibêjin hûn dikarin bibin namzet, lê hûn nikarin bibin Hevşaredar. Ev çawa hiqûq û çawa zagon e. Hiqûq û zagon li gorî hêzê û îktîdarê teşe digire. Daraz hem siyasî kirine û hem jî xistine destê kesekî. Der barê Mehmet Sıddık Akiş de di sala 2009’an de dosek vebû. Wê demê ew Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê bû. Di 2009’an de dosya vekirin û di 2010’an de kirin doz. Di  2011’an de girtin. Piştî salekê li girtîgehê ma, di sala 2012’an de serbest hat berdan. Dozeke ku delîl û belgeyê wê tune ye. 60 danişîn hatin dîtin lê encam derneket. Di sal a2014’an de doz ji nûve zindî kirin. 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran, dosyayê bi bêerkdariyê dewrî dadgeha Colemêrgê kir. Vê dosyayê 20 caran heyeta dadgehê guhert. Heta niha her carê 6 mehan navber dan danişînê. Piştî hilbijartina 31'ê adarê bi lez û bez dîsa dosya nû kirin û taloqî 5'ê hezîranê kirin. 
 
'Kurdbûnê sûc dibînin'
 
Ayşegulê, da zanîn ku tenê sucekî Mehmet Siddik Akiş heye û wiha pêde çû: "Tenê sucekî Mehmet Siddik Akiş heye. Ew jî ji ber hilbijêrekî kurd e. Ji ber Hevşaredarê Colemêrgê ye. Wekî din tu sucê wî tune ye. Em bang li rayedaran dikin ku hurmetê nîşanî vîna gelê Colemêrgê bidin. Em ê di 13'ê hezîranê de saet di 15.00’an de li Colemêrgê mîtînga mezin pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku bêne beşdarî mîtîngê bibin. Em ê dîsa di 14'ê Hezîranê de jî li pêş Şaredariya Akdenîz ya Mêrsînê hevdîtina gel pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtîng û hevdîtinan bibin."