Ji ÎHD’ê bang: Cerdevanê gumanbarê destdirêjiyê serbest e

  • 09:05 7 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
WAN- Endama komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Wanê Berîvan Tîbelîk der barê îhtîmala ku gumanbarê destdirêjiyê cerdevan Bişar Atli bireve banga piştevaniyê li STO û rêxistinên jinan kir.
 
Polîtîkayên bêcezahiştin û parstina gumanbaran yên desthilatdariya AKP-MHP’ê tundiya li ser jinê hîn bêtir zêde dikin. Di hezîrana 2023’an de li gundekî navçeya Elbaq a Wanê  cerdevan Bişar Tli, M.Ş bi zor revand û destdirêjî lê kiribû. Piştî vê doz hat vekirin û dadgehê gumanbar tahliye kir. Tevî ku ji bo gumanbar nereve tedbîrek nehat girtin, gumanbar nêzî sînor dimîne û reva wî jî hêsan dibe.
 
Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Berîvan Tîbelîk pêvajoya dozê ji ajansa me re nirxand.
Berîvanê da zanîn ku malbatê di 3’ê hezîrana 2023’an de serlêdan kirine û wiha got: “Me wek komîsyona jinan a ÎHD’ê pêvajo şopand. Ji roja em bûn şopdarê pêvajoyê em li Kurdistanê dîsa bi mexduriyeta jinê re hatin rû hev. Di runiştinan  îfadeyên gumanbar Bişar Atli wek ‘her tişt bi daxwaza wê bû’ bûn. Kesekî ku li hember jinê sûc kiriye heye, li holê zîhniyeta serdest ya mêr heye.”
 
‘Dixwazin M.Ş bi gumanbar re bizewicînin’
 
Berîvanê tiştên ku malbatê ji wan re ragîhandiye parve kir û wiha axivî: “Malbatê got çûne dawetekê û keça xwe M.Ş dane mala xizmê xwe Bişar Atli. Bişar Atli bi bavê M.Ş re diçe navendê û piştre vedigere malê.  Ji M.Ş re dibêje bavê te li bendê me ye em ê vegerin gund. M. Ş ji malê digire û dibe gundekî vala yê Elbaqê. Li wir destdirêjiyê lê dike. Piştî vê vê M.Ş bêdeng namîne. Li ser berteka M.Ş malbat li hev kom dibin û hewl didin M.Ş bi gumanbar Bişar Atli re bizewicînin.  Lê M.Ş vê qebûl nake û dibêje ‘hûn tiştekî wisa bike ez ê we hemûyan gilî bikim’. Li ser vê malbat serî li me dide.”
 
Gumanbar hewl da xwe xilas bike
 
Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Piştî serlêdana malbatê em wek komîsyon tevli runiştinan bûn. Me pêvajo şopand. Gumanbar li dadgehê got M.Ş bi daxwaza bû. Lê bi raporê hatibû tespîtkirin ku daxwaz tuneye. Malbata M.Ş hat guhdarkirin. Şahidên gumanbar jî hewl dan gumanbar xilas bikin. Bîşar Atli sûcdarê destdirêjiyê ye. Bişar Atli li dadgehê got dest ji hevjîna xwe wê berde û bi M.Ş re bizewice. Gumanbar digot bi M.Ş re biryar girtine ku birevin. Parêzrê gumanbar jî di parastinê de got v bi zor nebûye û ger ku bi zor bibûna wê M.Ş biqêriyana lê deng nekiriye. Lê di îfadeya M.Ş de dihat dîtin ku bi zor hatiye revandin.”
 
‘Gumanbar bi rehetî hat tahliyekirin’
 
Berîvanê wiha dawî lê anî: “Li Elbaq û gundên wê jin mexduriyetên mezin dijîn. Tevî ku sûcê gumanbar hatiye teqezkirin jî ji ber cerdevan bû bi rehetî hat tahliyekirin. Divê saziyên civakasivî lû jinan rabin sre piyan. Divê em li dijî vê biryarên gel hev. Ji ber gumanbar niha li Wanê dijî. Ji ber malbatan neçûye Elbaqê. Ev sedema mirin an jî derketina pirsgirêkên din e. Elbaq li sînor e. Ev kes dikare bi rehetî bireve. Em bang li hemû saziyan dikin ku ji bo girtina gumanbar bêdeng nemînin.”