Bertaka li dijî tayinkirina qeyûm: Em ê li dijî vê xespê li berxwe bidin

  • 09:04 4 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Rabia Onver 
 
COLEMÊRG - Jinên bertek nîşanî tayinkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê dan gotin:"Ev darbeya di destpêkê de li dijî Kurdistanê dawiyê jî li dijî Tirkiyeyê ye. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam bikin." 
 
Do bi ser şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) de hat girtin. Hevşardar Mehmet Siddik Akiş jî hat binçavkirin. Avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Kolan û taxên derdikevin şaredariyê jî ji trafîkê re hatin girtin. 
 
Wezareta Karê Navxweyî di daxuyaniya xwe de da zanîn dozên bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" yên Mehmet Siddik Akiş dewam dikin û ew ji peywirê bi dûr xistine. Wezaretê da zanîn Walîyê bajêr Ali Çelik wekî qeyûm hatiye tayinkirin. 
 
Gelek kesî bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan. 
 
'Em ê gavê paş de neavêjin'
 
Hevşaredara Colemêrgê ya dewsa wê qeyû hat tayinkirin Viyan Tekçe, wiha got:"Hevşaredarê me serê sibehê bi awayekî nehiqûqî hat binçavkirin. Derbarê wî de tu biryara darazê ya hatibe teqezkirin tune ye. Ew bi bahaneyên cuda yên derveyî rastiyê hatiye binçavkirin. Îro îradeya gelê Colemêrgê xesp kirin. Tayinkirina qeyûman darbeyek e. Îro mafê hilbijartinê yê gelê Colemêrgê ji desta hatiye girtin. Em bang li gel dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin . Walî wekî li ba gel be nîşan dide lê belê îro revî revî çû ser wê paldankê. Em dibêjin bila walî rêzê ji îradeya gel re bigire. Em vê darbeyê qet qebûl nakin. Em ê xwedî li hevşaredar û şaredariya xwe derkevin. Em ê gavê paş de neavêjin."
 
'Ger îradeya walî hebûya wê îradeya Colemêrgê xesp nekira'
 
Aliye Timur a li Colemêrgê dijî da zanîn ew qeyûman qebûl nakin û qeyûm wekî heqareta li dijî gel hatiye. Aliyeyê wiha pê de çû:"Divê gelê Colemêrgê rûnenê herkes li îradeya xwe xwedî derkevin û rabin ser piyan. Em qeyûmê îradeya gel xesp dike qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li dû îradeya xwe bin. Edaleta îktidarê tune ye. Heger edaleta wê heba îro qeyûm tayîn nedikir. Me bi îradeya xwe hevşaredarê xwe hilbijart. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em ê têkoşîna xwe dewam bikin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyigit da zanîn zihniyeta ziman, çand û dîroka kurdan tune dihesibîne îradeya gelê kurd jî tune dihesibîne. Gulcanê wiha got:"Me her tim diyar kir ku em aliyê siyaseta demokratîk digirin. Gelê me di 31'ê Adara 2024'an de dîsa çû ser sindoqan. Gelê me bersiveke xurt da qeyûm û zihniyeta qeyûm. Îro dîsa em bi bloka faşîst a AKP-MHP'ê re rû bi rû ne. Qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin. Ew dibêjin hinceta me hiqûqî ye lê belê ne hiqûqî ye ev yek ji bo rewakirina tayinkirina qeyûman tê kirin. Heta îro me çawa li berxwe da em ê ji niha şûnde jî wiha li berxwe bidin. Ev darbeya siyasî wê sibehê li dereke dinê jî xwe nîşan bide. Ev darbeya di destpêkê de li dijî Kurdistanê dawiyê jî li dijî Tirkiyeyê ye. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam bikin."