Endamên Piştevaniya Mor: Keleha me ya herî xurt jin in

  • 09:03 4 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Jinan derbarê 9’emîn Pakêta Darazê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye amadekirin û tê payîn ku rojê pêş de bê meclîsê de bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Em vê pakêta darazê qebûl nakin. Li dijî vê pakêtê û gotin ‘malbat keleha me ya herî xurt e’ em dibêjin ‘keleha me ya herî xurt jin in’. Em ê li djiî polîtîkayên destilatdariyê li kolanan têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
9’emîn Pakêta Darazê ya ji aliyê wezareta dadê ve hatiye amadekirin tê payîn rojên pêş de bê meclîsê. Pêşnûmeya pakêta darazê ji 38 xalî pêk pêk tê. Ji Qanûna Cezay aTirk heta Qanûna Medenî û Qanûna Noteran guherîna gelek xalan tê payîn. Sernavên ‘paşnavê jinan’, ‘sureyên ku gel biçûk dixînin’ yên xala 187’an a Qanûna Medenî ya Tirk a hejmar 721’ê tê payîn ku bê guhertin. Di qanûnê de dema jin bizewiciyana paşnavê mêr digirt û li gorî daxwazê dikaribû ya xwe jî bigirta. Di vê xalê de guherîn tê pêşniyarkirin. Serokomar Tayyîp ERdogan di axaftina 19’ê Gulanê de got ‘Malbat keleha wan ya herî saxleme’. Jinan jî bi gotina ‘Keleha me ya herî saxlem jin in’ bertek nîşandan.
 
‘Keleha me ya herî saxlem jin in’
 
Merve Dursun îfadeyên desthilatdariya AKP’ê yê wekê ‘Malbat keleha me ya herî saxlem e’ bibîr xist û wiha got: “Dewlet ji ber hêza mêr û pergala baviksalar esas digire, tenê keda jinê li malê dibîne û wisa digire dest. Zîhniyeta serdest ya mêr xwe li ser keda jinê heyî dike.  9’emîn pakêta darazê pergala kapîtalîst afirandiye. Em vê pakêtê qebûl nakin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em vê dibêjin. Keleha me ya herî saxlem jin in. Têkoşîna me ye. Em ê têkoşîna xwa ya femînîst heta dawî bimeşînin.”
 
‘Wê têkoşîna jinan desthilatdariyê bişîne’
 
Endama Piştevaniya Mor Hazal Endekçî jî daxuyakirin ku çawa ku desthilatdarî hêza xwe winda dike zextên li ser jinan zêde dike û li hember vê polîtîkayan hildiberîne. Hazalê wiha dirêjî dayê: “Dixwaze jinan hepsê malê bikin. Ji ber desthilatdarî dizane ku wê hêrs û têkoşîna jinan wan bişîne. Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan wê desthilatdariyê bişîne.”
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Hazalê balkişand ser 9’emîn pakêta darazê û wiha dawî lê anî. “Em niha di 9’emîn pakêta darazêde dibînin ku desthilatdarî destkeftiyên jinan ku bi têkoşînê bi destxistine ji dest digire. Lê ew me baş nas dikin. Em ê mafên xwe ji wan bigirin. Jin wê li dijî hemû pakêtên darazê bêdeng nemînin. Wê nikaribin pêşî li têkoşîna me bigirin. Em ê têkoşîna xwe li kolanan bidomînin.”