Halîde Turkoglu: Em neçarin xeta têkoşînê bihûnin

  • 09:07 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, li dijî polîtîkayên desthilatdariyê wiha got: “Jan têkoşîna ku 22 sal e meşandine wê îro jî bidomînin. Em neçarin xeta têkoşînê berfireh bikin.”
 
9’emîn pakêta darazê ya ku tê payîn vê mehê bê meclîsê,  di nav xwe de sererastkirinê nû yên wek êrîşên li hember mafên jinan dihewîne. He wiha hefteyên borî bi îmzeya Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ev giştînameya der barê "Xurtkirin û parastina malbatê" di rojnameya fermî de hat weşandin.  Bi vê giştînameyê yekîneyên kordînasyonê wê li herêman bên avakirin,  xurtkirina malbatê bê hedefkirin. Her wiha li dijî destkeftiyên jinan jî êrîş mijara gotinê ne.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamentera Amedê Halîde Turkoglu der barê giştînameyê û 9’emîn pakêta darazê de axivî.
 
‘Jinan, rêxistinên jinan nêrîn nehat girtin’
 
Halîde Turkoglu der barê giştînameya ku di rojnameya fermî de hatiye weşandin de axivî û diyar kir ku wek plana çalakiyê ya Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakî bi navê ‘xurtkirin û parastina malbatê’ hat amadekirin û got: “Ev belgeyeke nêrîna AKP’ê ya li hember jinê nîşan dide.Em li kakila 23 salan a desthilatdariya AKP’ê binêrin. Bi vê belgeya vîzyonê em hedefên wan dibînin. Ev belgeya vîzyonê bi planên çalakiyê yên hatine avakirinê re, bêyî ku ji jinan an jî rêxistinên jinan, STK’yan  nêrîn bê girtin, bi wan bişêwirin hatiye amadekirin. Zêdetir Diyanet kiriye navenda xwe. Wezareta Perwerdê kiriye navenda xwe. Xebatek wisa mijara gotinê ye.” 
 
‘Ji bo pêşî li jinan bigirin polîtîkayên malbatê xurt dikin’
 
Halîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser encamên vê giştînameyê ku bandorek çawa li ser civakê dike û wiha pê de çû: “Hinek îfade hene dibêjin wê pêşî  xetereyên li  hember malbatê bê girtin. Wê pir rengî pir dengî ji holê rabike. Polîtîkayên 22 salan yên AKP’ê jin tune hesibandin, înkar kir û ev polîtîka wê îro li herêman û bi destê wezaretan bê kirin. Li aliyekî krîzê dijîn, li aliyekî krîza aborî û li aliyê din jî krîza siyasî mijara gotinê ye. Hewl didin îdeolojiya ava bikin.  Vê jî bê guman wê bi saziyên ku bi belgeya vîzyonê tên avakirin bikin. ji bo pêşî li jinan bigirin ku tevli jiyana kar nebin, wê polîtîkayên malbatê xurt bikin.”
 
‘Polîtîkayên ku dibin sedema tundiyê diafirînin’
 
Halîdeyê balkişand ser têkoşîna ku divê li dijî vê giştînameyê bê dayîn û wiha dirêjî dayê: “Li dijî tundiya li ser jinê hewce bi belgeyek vîzyonê heye lê mixabin  AKP her tim destkeftiyên jinan xesp dike û polîtîkayên ku dibin sedema tundiya jinê dike jiyanê. Xebatên der barê jinan de, polîtîkayên dijminahiya jinê dikin wek xebat nîşan didin. Ev ji aliyê desthilatdariyê ve tê kirin. Bi vî awayî jin û malbatê tînin hember hev û tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Jinan çawa ku 22 sal e têkoşîn meşandin wê îro jî bidin. Em neçarin xeta têkoşînê ya berfireh bimeşînin.”
 
Halîdeyê balkişand ser 9’emîn pakêta darazê jî û ev nirandin kir
 
Dema mijar dibe qanûnên AKP-MHP’ê ji bo jinan xetereyê dihewîne. Di sererastkirina ku tînin meclîsê de jî xetereyên ji bo jinan hene. Di qanûna hejmar 6284’an de guherînên tên xwestin bê kirin xetereyê nîşan dide.gotinên desthilatdariyê yên wekê ‘serê wê binê wê paşnaveke’ zîhniyeta desthilatdariya mêr nîşan dide. Xepskirina mafê jinan normal dibînin û bi rehetî vê gotinê dibêjin. Ev berdewama plana xurtkirina mêr û hepskirina jinê ya malê ye.”
 
‘Divê xeta têkoşînê bê xurtkirin’
 
Halîdeyê wiha dawî lê anî: “ Dixwazin rejîmeke ku li ser jiyana jinan teşe dibe ava bikin. Bêguman têkoşîneke rêxistinkirî ya jinan heye. Lê divê ev têkoşîn li her qada jiyanê bê xurtkirin. Li kolanê, malê taxê divê hemû jin rêxistibûna xwe mezin bikin. Xeta têkoşînê divê ji vir bê rêxistinkirin.”