Xwendinên deng bidin azadiyê: Tu fikr û raman nikare bê tecrîdkirin

  • 09:05 3 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan der barê ‘Xwendinên deng bidin azadiyê’ de ku TJA’yê dane destpêkirin û tecrîdê de axivî û ji bo tevlibûna xwendinan bang kir.
 
Di çarçoveya kampanya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî ku li gelek welatên cîhanê di çarçoveya ‘Roja pirtûkên Ocalan’ xwendin tên kirin de,  bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya ‘deng bidin azadiyê’,Xwendinên Deng bidin Azadiyê pêk tên. Di 25’ê Gulanê de li Îzmîrê atolyeya xwendinê hat destpêkirin û li Stenbol, Şirnex, Mêrdîn, Wan, Amed û Muşê jî ev atolye hatin lidarxistin. Jinên tevli atolyayeya xwendinê bûn diyar kirin ku ji bo azadiya civakê ev xwendin pêwistin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne înan, diyar kir ku fikr û nêrîn nikarin bên tecrîdkirin û bang li hemû kesî kir ku tevli van xwendinan bibin.
 
Tecrîdê bi komploya navneteweyî dest pê kir
 
Emîneyê daxuyakirin ku gelê  Kurd û Tirk di pêvajoyek giran re derbas dibe û gelê Kurd, jinên Kurd, dayik û girtî yên ku vê pêvajoyê raste rast dijînin e. Emîneyê wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de divê têkoşîn bê dayîn.  Dîsa gelê Kurd, dayik û girtiyan deng dan vê rewşê. Ev sê sal e li Îmraliyê terîdek giran heye. Ev tecrîd îro dest pê nekiriye. Ev tecrîdek sê salan jî nîne. Her kes vê dibîne û dizane.  Ev ji komploya 9’ê cotmehê dest pê kiriye.”
 
‘Birêz Ocalan ji bo hemû gelan perspektîf pêşniyar kir’
 
Emîneyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku komplya navneteweyî ji bo hemû gelan peyam bû û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan ku jiyana demokratîk ava kir, hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo hemû gelan perspektîf pêşniyar kir. J ibo têkoîna jiyana demokratîk da bû hedef. Nexwestin saltanata wan biheje. Ji ber vê bi vê komployê Birêz ocalan teslîm kirin. Ne tenê gelê Kurd hemû gelan êşa vê ji kurahî jiya.  Birêz Ocalan ji bo  hemû gelan perspektîf pêşniyar kir.”
 
'Sedema krîzê komplo û tecrîd e'
 
Emîneyê wiha bi lêv kir: “Sedema krîza li Tirkiye û Kurdistanê komplo û tecrîd e. Sedema tecrîdê ev e. Armaca tecrîdê jî  ev e ku fikrên Abdullah Ocalan negihêjin civakê. L idijî tecrîdê pêvajoya em ji zindanan deng didin azadiyê di 27’ê midjarê de hat destpêkirin. Heta 21’ê Sibatê girevên birçîbûnê û ji 1’ê Sibatê heta 15’ê sibatê meşa azadiyê hebû. Li derve nobetên edeletê hebûn. Jinan dayikan hemû asziyan ev pêvajo anîn vir. Peyam zelale. Tecrîd nayê qebûlkirin. Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”
 
'Tecrîd nayê qebûlkirin'
 
Emîneyê balkişand ser kampanyaya ‘xwendinên deng bidin azadiyê’ û wiha dirêjî da: “Ev kampanya girînge. Her pirtûk akademiya gelê Kurd e. Tu fikr nikare bê tecrîdkirin. Me li Tirkiyeyê çarçoveya kampanyayê de xwendin dan destpêkirin. Piştî van xwendinan wê li navçe û taxan bidome. Ji bo gel ji vê pêvajoya kaos û krîzê derkeve divê bi fikrên Abdullah Ocalan re bên gel hev. Divê mirov bi van xwendinan re bên rû hev.Ji pêvajoya krîzê derketin, wê jiyana demokratîk jî bê avakirin.”
 
'Ji bo hemû gelan peyama Abdullah Ocalan heye'
 
Emîneyê destnîşan kir ku tundî, komkujî û krîza aborî tê normalkirin û wiha domand: “Ji bo civak xwe bibîne hewce bi xebatek wisa hebû. Peyama Abdullah Ocalan jib o hemû gelan heye. Mirov ji vê peyamê hêzê digirin. Mirov bi van peyman dibînin ku wê çawa bibin xwedî îrade. Divê em ji vê pêvajoyê xurt derkevin. Heviya me heye ku em ê xurt derkevin.”