Li Çinarê mîtîng: Teslîmiyet tune ye serhildan heye

  • 15:01 26 Adar 2024
  • Ramyarî
 
AMED - DEM Partiyê di mîtinga ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê çêkir de wiha got:"Dem dema azadî û serkeftinê ye. Dixwazin em teslîm bibin. Teslîmiyet tune ye serhildan heye." 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Amedê bi çarçoveya hilbijartinên 31'ê Adarê li Çinara Amedê mîtîng li dar xist. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin, Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Namzetên Hevşaredariya Çinarê Semra Akyuz û Mehmet  Şerif Arzu, parlamenter Ceylan Akça û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray tevli mîtîngê bûn. Gelek welatî tevî baranê jî tevli mîtîngê bûn. Ji bo şehîdên demokrasiyê rêz hat girtin. 
 
Namzeta hevşaredariya Çinarê Semra Akyuz diyar kir ku ew ê li ser sindoqan bersivê bidin sîstemê. 
 
Mehmet Şerif Arzu jî da zanîn ew ê îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bidin û got ew ê qeyûman bişînin. 
 
Namzetê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, da zanîn ew ji xwe û ji gel bawer in û got ew ê îradeya xwe ji qeyûman bigirin. 
 
Sultan Yaray jî da zanîn bihara kurdan e û wê tu hêz kurdan nikaribe bide sekinandin. Her wiha Sultanê da zanîn kes nikare dengê wan qut bike û got heta tecrîd rabe wê serhildana xwe bidomînin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça jî da zanîn kesek nikare agirê Kurdistanê vemirîne û got:"Dem dema azadî û serkeftinê ye. Dixwazin em teslîm bibin. Teslîmiyet tune ye serhildan heye."  
 
Piştî axaftinan mîtîngê bi gerandina govendê ya li binê baranê dewam kir.