Leyla Zana: Em ne kole, ne jî dijminê kesî ne

  • 17:56 22 Adar 2024
  • Ramyarî
AMED - DEM Partiyê bi tevlibûna siyasetmedara Kurd Leyla Zana li Hênê hevdîtina gel pêk anî. Leyla Zana di mîtîngê de axivî û got: “Em ne koleyên kesî ne ne jî dijminê kesî ne. Bila her kes kesekî îqna bike. Dema em vê biserbixin em ê biserkevin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Bi tevlibûna Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, namzetên DEM Partiyê, Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çavdar û rêveberên navend û navçeyan yên DEM Partiyê li serdana navçeya Hezroyê hat kiri nû pitşre derbasî Hênê bûn û hevdîtina gel pêk anîn.
 
Li Hênê li qada ku  buroya hilbijartinê hebû gel hatin gel hev.
 
Leyla Zana li wir axaftinek kir û balkişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha vegot: “Min Kurdî dema ku em dihatin jopkirin fêr kir. Bêyî şer û zext hemû pirsgirêk dikarin çareser bibin. Ev pêkane. Tenê bila dengê gel bibihîzin û gûh bidin gel.  Em ne koleyên kesî ne ne jî dijminê kesî ne. Bila her kes kesekî îqna bike. Dema em vê biserbixin em ê biserkevin.”
Hevdîtin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî bidawî bû’
 
Leyla û kesên ligel wê bernameya xwe li Sûrê bidomînin.