‘Evrîmê zilma dewletê dît û ev qebûl nekir’

  • 09:06 22 Adar 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Evrîm Demîr bi gotinên "Ez bedena xew ji bo Gelê Kurd ku dîlgirtiye dişewitînim. Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim denge aştiyê" bedana xwe da ber agir. Dayika Evrîmê, Suheyla Demîr wiha got: “Ji ber dewletê zilm li vî gelî kir zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Evrîmê li dijî dijhiqûqiyên li girtîgehan li dijî zilma li ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir.”
 
Evrîm Demîr ya 18 salî di 14’ê Tîrmeha 2011’a de li Kop a Muşê, di salvegera rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hatibû destpêkirin, agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî. Evrîm dibistana seretayî û navîn li kopê temam dike û ya lîseyê çend mehan li Wanê didomîne. Piştre li Dêrsîmê demekê perwerda xwe didomîne û li ser daxwaza malbatê qeyda xwe tîne Kop a Mûşê. Evrîm xwendekarek serkeftî bû û dibistan bi serkeftinek mezin temam kir. Ligel vê di temenê biçûk de li dijî zextên li ser Kurdan dibe xwedî hişmend.
 
Evrîmê bedena xwe da ber agir
 
Evrîmê li baxçeyê mala xwe bi şev saet di 01.30’an de agir berda bedena xwe. Piştî vê li Kopê jiyan rawestiya Gelê Kurd dukan venekirin û şîn îlankirin. Cenazeya Evrîmê ji bo otopsiye birin Meletiyê. Cenazeya Evrîmê birin Amedê û ligel Mustafa Malçok hat definkirin.
 
‘Ez dixwazim bibim dengê aştiyê’
 
Evrîm beriya çalakiya xwe pêk bîne li pey xwe hiştibû. Di nammeya wê de ev îfade cih digirtin: “Ez ji bo hemû gelên Tirkiyeyê cîhaneke bê xwîn hêvî dikim. Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim dengê aştiyê. Xwîn bi xwînê paqij nabe. Xwîn xwînê tîne. Ev ji feraseta MHP’ê û Kemalîstan ne cudatir e. Gelê kurd sînor û dewletê girîng nabîne. Ji ber dewletek, civakek heye. Civakek, ziman, çand û dîrokî heyî dike. Sînorên me wê çanda me xêz bike. Em xwişk û bira ne, lê her çiqas hûn bêjin kurd tune, mafê wan tune jî em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Tevî zehmetiyan 36 parlamenter hatin hilbijartin. Dengê min di bin navê hiqûqê de tê bêdengkirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Hatîp Dîcle û parlamenterên me yên din rûmeta me ne. Ev hikûmet hewl dide me bixapîne. Em kurd statuyê dixwazin. Em dixwazin xwe bi rê ve bibin. AKP û MHP vê bi awayekî zelal bi kar tîne. Divê gelên Tirkiyeyê me fêm bikin, neçar in nasnameyê bidin me, divê lêpirsîn bikin ku em çima derdikevin çiyan. Em paşerojê ji bîr nakin û ji bo nirxên xwe dimirin. Em van nirxan didin jiyîn. Gelê kurd ji Berdîrxanan, Şêx Saîdan û Seyît Rizayan tê. Ez dixwazim hîna pir tiştî binivîsim. Lê êdî dem dema ku bi rastiyê re bê rû hev e. Ez hemû gelê kurd, Rêber Apo, dê û bavên zarokên xwe winda kirine, gerîlayan, bi taybet gelê Amed û Colemêrgê bi hezkirinek mezin silav dikim. Bi hêviya roj bibe roja azadiya Rêber Apo û Aştiyê.”
 
Dayika Evrîmê, Suheyla Demîr têkoşîna keça xwe û roja ku agir berda bedena xwe ji JINNES’ê re vegot.
 
 ‘Temenê biçûk de têkoşîna azadiya kurd nas kir’
 
Suheylayê wiha anî ziman: “Evrîmê temenê biçûk de zextên liser kurdan ferq kir. Pir biçûk bû. Piştî nas kir bûyer ferq kirin. Piştî Evrîmê hevjînê min hat girtin. Em ji zextên dewletê xilas nebûn. Hîna lêpirsîna li hevjînê min hatiye vekirin didome.”
 
Suheylayê rojek beriya ku Evrîm çalakiya xwe pêk bîne, vegot: “Me nizanibû wê Evrîm çalakiyek wisa bike. Wê rojê li taxê bi hevalên xwe re hatiye gel hev. Gotiye ‘wê sibê bûyerek bê jiyîn’. Hevalên wê ev bi me re parve kirin. Wê rojê ez li baxçe bûm. Min bostan av dida. Hat gel me, çay anî. Pir kêfxweş bû. Tu tiştek nehat hişê me.”
 
‘Min bedena xwe ji bo Gelê Kurd şewitand’
 
Suheylayê wiha dirêjî daye: “Bû şev em ê razana. Min ji keça xwe re got ez diçim odeya xwe. Ew çû odeya xwe. Bi şev saet 01.30 bû. Li baxçeyê dawî di bin darê de xwe şewitandibû. Heta me ferq kir saet 03.00 bû. Me nizanibû. Deng ji baxçe dihat. Ez çûm odeyê min mêze kir keça min tuneye. Qet dest nedabû nivîna xwe. Min hevjînê xwe şiyar kir. Li baxçe dengê girî dihat. Ez derketim derve. Keça min xwe şewitandibû. Hevînê min hat li wir ji ser hişê xwe çû. Min keça xwe rakir. Hemû şewitî bû. Me ew bir nexweşxanê. Her tim digot ‘Bijî serok Apo min xwe ji bo gelê xwe şewitand. Min ji bo Gelê Kurd  xwe şewitand.’Ev gotin dubare dikir. Doktor got ‘Em te dibin balafirê’. Keça min got ‘spas’.  Digot dayê dayê û diqêriya. Wekê din neaxivî.”
 
‘Bi hezaran ew oxir kir’ 
 
Suheylayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me rakir nexwşexana Kopê. Li wir jiyana xwe ji dest da. Ji bo otopsiye rakirin Meletiyê. 17’ê Tîrmehê de me cenaze bir Amedê. Wesiyet kiribû gotibû min ligel Mustafa Malçok defin bikin. Bi hezaran kesî keça min oxir kir.”
 
Suheylayê he wiha balkişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û got: “Kezeba min şewitî bila ya kesên din neşewite. Rewşa girtiyan min xemgîn dike. Divê hev zilm bidawî be. Keça min jî ev zilm dît û agir berda bedena xwe. Zilma dewletê qebûl nekir.”