Axaftvanên Newroza Amedê banga azadî û yekitiyê kirin

  • 13:18 21 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di Newroza ku bi sed hezaran tê pîrozkirin de coş her ku diçe mezin dibe. Axaftvanên Newrozê, banga aştiyeke mayînde, yekitî, azadî û berxwedanê kirin. 
 
Li Amedê di Newroza ku bi sed hezaran tê pîrozkirin de coş her ku diçe mezin dibe. Di pîrozbahiya Newrozê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn derketin ser dikê û axivîn. 
 
Berdan Ozturk ê di pîrozbahiyê de axivî wiha got: “Em ê di vê Newrozê de 3 tiştan bibêjin û axaftina xwe bidawî bikin. Ji bo azadiyê 3 tişt lazim in. Divê ev bên bicihanîn. Divê ji bo azadiya Kurdistan û gelê kurd yekitiya neteweyî pêk were. Em ji bo Rojhilateke Navîn û cîhaneke demokratîk dixwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin. Em herî dawî jî ji bo azadiya gelê kurd û gelan azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em ji bo vê jî dibêjin azadî, azadî, azadî.”
 
Serra Bûcak jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Merhaba Amed, hûn strana welatê min in. Merheba Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatin. Merheba jin û ciwanên têkoşer. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroza te jî pîroz be, Kemal Kûrkût. Li Ameda ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê. Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya netewî ya kurdan û aştiyeke mayînde.”
 
Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Merheba gelê Amedê. Silavê bidin Serhed, Botan, Garzan û Stenbolê. Îro gelê kurd li her bajarî rabûne ser piyan û ji bo cîhanê aştiyeke mayînde çêbibe bang dikin. Bila hemû cîhan bibîhize em azadiyê dixwazin. Bila herkes vê bizane. 8 sal in vîna gel tê xespkirin. Em ê di 31’ê Adarê de ewilî xwedî li sindoqan derkevin. Em bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî nikaribin careke din vîna me xesp bikin. Em ji gelê xwe bi bawer in.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bang li sed hezaran kir. Çîgdem, a bi zaravayê kirmanckî yê kurdî axivî, Newroza gelê kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Çîgdem destnîşan kir ku Newroz wijdan, berxwedan û azadî ye. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer di serî de Newroza sed hezaran kesan pîroz kir. Tuncer Bakirhan, bi domdarî Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr xist û got ku ew kujerên wî nas dikin û dê hesabê jê bipirsin. 
 
Tuncer, bi domdarî bal kişand ser deklarasyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013’yan û ev tişt anî ziman: “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû. Lê mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekirin. Weke DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Oalan in. Bi vê wesîleyê em Newroza birêz Ocalan û hevalên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de pîroz dikin. Ev bû 3 sal polîtîkaya tecrîdê dimeşînin. 
 
Hûn nikarin îradeya milyonan hefs bikin. Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya milyonan kesan bixin hucreyê. Ya herî baş ew e ku hûn guh bidin daxwaza milyonan. Em ji we re dibêjin ku li şûna şer, çareserî. Heke navnîşana çareseriyê bixwazin jî vaye pir nêz e, li Girava Îmraliyê ye.
 
Em ê bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bidin kesên şerxwaz. Ji bo wergirtina tiştên aydê me tenê 10 roj man. Gelo Amed amade ye rêjeyeke rekor a deng bistîne?”