Suham Şengalî: Nakokî bûn sedema şer û aloziya Başûr û Iraqê

  • 09:16 20 Adar 2024
  • Rojane
 
Cîlan Roj
 
ŞENGAL - Berdevka Dîplomasî ya TAJÊ Suham Şengalî, bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Iraq û başûrê Kurdistanê û got: "Ev hevdîtin bi temamî bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Di hedefê de tenê ciyayên azad nîne, tenê Tevgera Azadiyê nîne. Armanca wan hedîtinan bi temamî dagirkirina vê axê ye ku carekdin dixwazin sînorê xwe yên Mîsakî Mîllî xêz bikin."
 
Bi taybetî hefteya borî serdana rayedarên dewleta Tirk yên ji bo Iraqê bê navber dewam kir. Encamên ku derketin û dê derdikevin bandorek çawa li Iraq û başûrê Kurdistanê, bi taybetî li tevhiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike ji hêla raya giştî ve ji nêz ve tê şopandin û nirxandin.
 
Berdevka Dîplomasiya Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî derbarê geşedanên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hember herêmî ji ajansa me JINNEWS'ê re nirxand.
 
" Taybetî jî bi mudaxeleyên Amerîkayê dibe ku dîkdatoriya Saddam hilweşiya be, lê belê pêvçûn, şer û alozî di nava gelên Iraqê de bi dawî nebûn. Yek ji sedemên esasî yên van pêvçûyîn û nakokiyan jî em dikarin pênase bikin ku siyaseta ku esas Amerîka di Iraqê de dide meşandin."
 
* Êrişên Emerîkayê ya li Bexdayê wek binpêkirina serweriya Iraqê hat binavkirin û gelek nirxandin hatin kirin û carek din lihevkirinên di navbera her du welatan ket rojevê. Mirov vê mijarê divê çawa bigire dest?
 
Îro 36’emîn salvegera Komkûjiya Helepçe ye. Ez di serî de şehîdên ku Komkûjiya Helepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Heger mirov bal bikişîne taybetî 36’emîn Komkûjiya Helepçeyê ku di encama rejîma Baas ku ew qas dîkdator bû li ser civakê, bombebarana çekên kîmyewî li ser gelên Helepçe komkujî pêk anî. Piştî wê her ku çû dîktatoriya Saddam wisa mezin bû. Di encam de 2003’yan bi mudaxeleya Emerîka Saddam hat girtin û hate îdamkirin. Bi mudaxeleya Amerîkayê ya li Iraqê qonaxeke nû dest pê kir. Ger ku em behsa hevdîtin û bûyerên dawî bikin wê têrê neke. Ji ber ku Amerîka bi mudaxeleyên xwe yên Iraqê ev çend sal in çêbûye ku 2003’yan heta roja îro di Iraqê de xwe bi cih kiriye. Bêgûman ew jî li ser berjewendiyên xwe ye. Taybetî jî bi mudaxeleyên Amerîkayê dibe ku dîkdatoriya Saddam hilweşiya be, lê belê pêvçûn, şer û alozî di nava gelên Iraqê de bi dawî nebûn. Yek ji sedemên esasî yên van pêvçûyîn û nakokiyan jî em dikarin pênase bikin ku siyaseta ku esas Amerîka di Iraqê de dide meşandin. Di nava mezheban de, kurdan de û bir her awayî nakokî û tevlîhevî hebû. Ji ber vê yekê jî em dikarin bêjin ku taybetî bûyerên ku rûdaz hêdî hêdî piştî 2003’yan ku di ragihandinên dawî de jî derketî de esasê de bingehê DAIŞ hat avêtin. Zihniyeta DAIŞ jî ji ya dîkdator Saddam ne cûda bû. 
 
Roportajên herî dawî ku bi hevjîna Ebûbekîr Baxdadî ku derketiye bal dikişîne ser noqteyekê ku emîrê DAIŞ’ê Ebûbekîr Baxdadî carekedin ji aliyê Emerîkayê ve hatiye girtin. Bal dikişîne ser 2005’an wan deman ku hatiye girtin ji aliyê Emerîkayê ve. Piştî wî, zihniyeta wî hatiye guhertin. Ji ber vê yekê jî em dikarin ji vê yekê fêm bikin ku di esas de yê ku piştgiriyê da DAIŞ’ê, DAIŞ’ê bi hêz kir, perwerde kir Emerîka ye. Heger em niha bala xwe bikişînin ser û dema destpêkê jî DAIŞ hatiye avakirin. Gava xwe ya yekemîn, rêxistinbûyîna xwe parêzgeha enbar çêkirine ku jê re dibêjin Nîwela Horan. Di wê derê de erdê Iraqê mezin heye ku DAIŞ tê de bingeha xwe avakiriye. Bi salaye ku ew der bi aliyê hêzên Emerîqayê ve qedexekirî ye. Ne artêşa Iraqê û ne jî tu artêş nêzîkî wê deverê bibin. Di destpêkê de jî DAIŞ li wê derê xwe mezin kir, xwe bi hêz kir. Ji ber ku dikeve ser hidûdê Sûriyeyê. Ji ber wê yekê jî cihek stratejîk bû ku DAÎŞ bikaribe xwe tê de bi hêz bike. Heta vê kêliyê jî em dikarin bibêjin ku ew der ji aliyê hêzên Emerîqayê ve qedexekirî ye. Tê texmînkirin ku Emerîka rasterast di aliyê lojîstîk û wekî dinê jî piştgiriyê dide. Çima min bal kişand li ser van mijaran? Taybetî jî warê leşkerî de bi cih kirina hêzên Emerîkayê ku li Iraqê piştî derketina DAIŞ, giştî piştî Mûsil, Tillehberû û gelek dever dagirkirî, weke koalîsyonekî di Iraqê de çêbû. Ew koalîsyon li beramberî ku şerê DAIŞ’ê bike hatibû lidarxistin. Ji ber wê yekê jî em dikarin bêjin koalîsyona ku hatiye çêkirin di warê leşkerî de wisa demkî bû. Ji bo ku heta xeteriyên DAIŞ’ê xilas bibe ev koalîsyon biqede. 
 
"Ev herêmên bi nakok weke Siheyla, Kerkûk, Şengal, ev xetên ku Şêxan, Behşîqa ku digire nava xwe xetekê gelek stratejîk e. Di nava wan cihan de behsa Kerkûkê bikin. Cihê ku herî zêde neft lê heye û berjewendiyên Emerîkayê li wê derê heye xistiye cihekê bi nakok navbera herêma Kurdistanê û navbera Herêma Federal a Iraqê."
 
* Her wiha derbarê mijarê de bangewaziya kombûna parlamentoya Iraqê jî tê kirin. Ev kombûn dê bandoreke çawa bike? 
 
Di navbera herdu welatan de herî dawî jî hevdîtin çêbûbûn. Rojevekî di ragihandinê de çêbûbû ku weke Emerîka hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê derxîne. Di vê derê de encamên ku ji hevdîtinan derketin, hevdîtinên herdu welatan jî di encamê de hêzên Emerîkayê ji vir nekişiyan. Hîn zêdetir mirov dikare bêje ku qûwettir bû. Ji ber çi Emerîka hêzên xwe ji Iraqê nekişand? Ji ber ku berjewendiyên wî li ser axa Iraqê heye. Berjewendiyên Emerîka li ku derê be Emerîka li wê derê ye. Û herî zêde jî berjewendiyên Emerîkayê li Iraqê hene. Ji bo wê yekê jî em dikarin bal bikişînin ser xetekî girîng ku di 2003’yan û 2005’an. Emerîka xest destûrê Iraqê bi ew jî madeya 140 e ku jê re dibêjin herêmên bi nakok. Ev herêmên bi nakok weke Siheyla, Kerkûk, Şengal, ev xetên ku Şêxan, Behşîqa ku digire nava xwe xetekê gelek stratejîk e. Di nava wan cihan de behsa Kerkûkê bikin. Cihê ku herî zêde neft lê heye û berjewendiyên Emerîkayê li wê derê heye xistiye cihekê bi nakok navbera herêma Kurdistanê û navbera Herêma Federal a Iraqê de. Her wiha Şengal dikeve nava vê xalê ku ew jî mirov dikare bibêje ku cihek gelek stratejîk e. Di dema Saddam de wek cihekê leşkerî jî hatiye bikaranîn. Li Şengalê kesê ku taybet li Çiyayê Şengalê de stratejiya wê, di warê leşkerî de hekim be dikare serweriya xwe li ser gel bike. Ev herêm wisa pir bi zanebûn kete vê madeya 140 herêmên bi nakok de. Ji ber ku hertim nakokî tê de hebin, her car Emerîka mudaxele bike ku ew derfet jê re vekirî be. Ji bo wê yekê jî em dikarin bêjin ji ber ku berjewendiyên Emerîka li ser xaka Iraqê bi dawî nebû. Ji bo wê yekê jî rûxmê ku demê kolalîsyonê jî qediya bû lê carekedin wisa demên xwe dirêj kirin ku gotin hîna metirsiya DAIŞ’ê heye. DAIŞ dibe ku carekedin êriş bike, xwe bi hêz bike û bêne li ser axa Iraqê. Tiştê wisa rû jî didin. Di vê derheqê de wisa gihişhîn encamekê bi vê rengî. 
 
"Hinek bi Emerîkayê ve girêdayîne, hinek jî bi Îranê ve girêdayîne. Ji ber vê yekê jî pevçûn, nakokî, şer û aramî li ser axa Iraqê kêm nabin."
 
* Di navberê de Îran jî êrişê Hewlerê dike û Hikûmeta Iraqê helwesteke tund demên borî nîşanî êrişan dabû. Ligel Iraqê Rayedarên Amerîkî jî bertekên xwe anîbûn ziman. Ev êriş û bertekên tên ziman hûn çawa şîrove dikin? 
 
Bê gûman li hemberî hêzên Emerîka taybetî di navbera Emerîka û Heşdî Şebî de gelek pevçûn hene. Ji ber ku Heştî Şebî jî Îran jî di astekî bilind de serweriya xwe li ser Iraqê çêkirin. Bi avakirina Heşdî Şebî, hizbûllah bi gelek şêwazan serweriya xwe li ser axa Iraqê em dikarin bêjin leşkerî jî siyasî jî bandora xwe kiriye. Bi sala ye ev pêvçûn û nakokî berdewam dikin di navbera Îran û Emerîkayê de. Navenda ku pêvçûyînên wan ên esasî lê ye ew jî Iraq e. Taybet em bala xwe didin li ser paytexta Iraqê Bexdayê Emerîka bi deronan êrişê fermandarên Heşdî Şebî ku bi ser Îranê ve ne dike. Keseyatên wan ên siyasî weke Qasim Suleymanî, weke Mehdî Muhendîsî û bi gelek bûyerên talî ku rû dayîn wisa wana hedef digire. Îran jî her carê baregehên leşkerî yên Emerîkayê bombebaran dike. Heger em herdu aliyan ve jî lê binêrin dagirkeriya dewleta tirk jî li ser vê zêde bikin em ê bibînin ku ev hemû jî tê wateya ku serweriya Iraqê bin pê dikin, yanî tecawizê axa Iraqê dikin. Ji ber vê yekê jî em niha dema behsa rewşa siyasî dikin taybetî jî ev êrişên ku ji her aliyê ku her kes destê xwe xistiye nava axa Iraqê de ne serokwezîr bigire, ne serokkomar bigire, ne jî parlamenteran bigire hemû jî ji aliyekê wan ê siyasî heye. Tu bêjî bi nêrîna gelê Iraqê xizmeta vê gelê bikin, berjewendiyên vê axê û welatê biparêzin tiştek wisa nîne. Her yek bi aliyekê ve girêdayî ye û her berpirsyarek bi cihekê ve girêdayî ye. Hinek bi Emerîkayê ve girêdayîne, hinek jî bi Îranê ve girêdayîne. Ji ber vê yekê jî pevçûn, nakokî, şer û aramî li ser axa Iraqê kêm nabin. Ji ber ku bi rastî jî nikare bibe hêz, nikare bibe vîn û nikare serweriya xwe biparêze. Bi dehên caran bombebaran çêbûne, êrişên bi derona çêbûne û bi dehan êriş çêbûne. Serokwezîrê beriya Sûdanî Mûstafa Kazimî ew bi xwe hedef hate girtin. Bûye welatek wisa ku heta Serokwezîrê xwe nikare biparêze. Ji bo wê yekê ev hevdîtinên di taliyê de çêbûne em dikarin ji bo pirsa yekê wisa şîrove bikin. 
 
" Dibe ku derdikevin ragihandinan, hevdîtinan çêdikin, civînan li dar dixin ku dibêjin gelek welatên erebî, welatên derve jî li van êrişan wisa protesto dikin, şermezar dikin. Dibêjin serweriya Iraqê nayê parastin. Lê hemû jî wisa bi şekl li ser ragihandinê dimîne. Yek ji wan jî çareseriyê bi xwe re neaniye."
 
* Pozîsyon û polîtîkayên Iraq, Îran û Amerîka ya rewşa îro de hûn çawa şîrove dikin? 
 
Di der barê van mijaran de gelek caran bangawazî hatiye kirin ku parlamento kom bibe. Ev êrîş bikevin rojevê. Gelek caran jî li hev kom bûn. Bê gûman ji mûdaxeleyên derve serokkomarê Iraqê ji erk hat xistin. Heya niha parlamentoya Iraqê serokparlamenek dernexistiye. Ji bo ku nikaribin ser rewşên heyî li hev kom bibin û bikaribin rewşê şîrove bikin, wisa serokparlaman erk xistin ku hertim wisa her car rojevekê nû bi hinek hincetan ji bo ku parlamento belav bibe. Nikaribe bandoriya xwe bide çêkirin. Em dikarin vê der barê de wisa bêjin.
 
Li beranberî van êrişan car car taybetî jî beranberî êrişên Emerîkayê yên li hember fermanderên Heşdî Şebî ku êrişên rû didin, êrişên Îranê li ser baragehên leşkeriyên Emerîkayê ku Hewlerê jî piraniya wan tê kirin bertek derdikevin pêş. Ev bertekên ku derdikevin pêş jî wisa tev bandora xwe nîne. Ji ber ku sebebekê esasî van êrişan ew jî bê serwerbûna Iraqê, bê vînbûna Iraqê ye. Hema kî tê weke ku em kurmancî dibêjin çep lê dide, rast vedigere. Ji bo vê yekê jî bertekên ku ji aliyê dewletê bi xwe ve jî derdikevin. Bertekên ku ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve jî derdikevin. Tu bandora xwe êriş sivik jî nekiriye. Dibe ku derdikevin ragihandinan, hevdîtinan çêdikin, civînan li dar dixin ku dibêjin gelek welatên erebî, welatên derve jî li van êrişan wisa protesto dikin, şermezar dikin. Dibêjin serweriya Iraqê nayê parastin. Lê hemû jî wisa bi şekl li ser ragihandinê dimîne. Yek ji wan jî çareseriyê bi xwe re neaniye. Ji ber ku yek jî gavekê erênî û rast navêje. Piştî van nerazîbûnan jî taybet ku derketine pêş, hîn zêdetir êriş xurttir bûn, hîn zêdetir êriş berfireh bû. Ji ber wê yekê jî bertekên ku derdikevin pêş tu netîce xwe nagire. Nikare bibe bersiv ji bo parastin an jî serweriya Iraqê wisa mayînde kirin û parastin ji bo vê yekê jî cihê xwe nagire. 
 
Taybet li ser têkiliyên di navbera Dewleta Tirk, PDK û Iraqê de di nav de jî bûyerên ku di Iraqê de rû didin girêdayî êrİşên li ser hêzên Îranê an jî li ser Emerîkanê. Hevdîtinên ku di navbera Dewleta Tirk  û PDK’ê ku hevkarê wî qirkirina Gelê Kurd e û di navbera hikûmeta Iraqê de ev demeke ku pir çûyîn û hatinan ve trafîqeqe dîplomasiyê çêbûye. 
 
"Ji sala 2021’ê heta îro bi hemû hêza xwe, hêza NATO’yê, hêza dewletên din, bi çekên kîmyewî û bi hemû rê rêbazan hewl da ku li herêmê bighije armanca xwe. Lê beramberê vê yeke bi ser neket û xitimî. Darbeyên mezin xwar, hejiya û binket."
 
* Tirkiye demek dirêje û bi taybetî jî di demên dawiyê de bi PDK, YNK û rayedarên Iraqê re di nav hevdîtinan de ne. Hûn vê trafîka hevdîtinê û têkiliyên wan çawa şîrove dikin?
 
Em li aliyê PDK’ê binêrin, bi salane wek dûvikê Dewleta Tirk tevdigere. Di hemû qirkirina kurdan de cih girtiye û destê wî di qetilkirina bi hezaran kurd û êzidiyan de heye. Xeta PDK’ê ya xiyanetê diyar e. Her tim hevkariya Dewleta Tirk kiriye. Heke em niha behsa wan hevdîtinan bikin divê mirov hinek behsa rewşa Tirkiyeyê jî bike. Niha Tirkiye ber bi hilbijartinekî ve diçe. Bi taybetî jî Dewleta Tirk xeyal dikir ku li hemberî Tevgera Azadiyê êrişeke berfireh pêk bîne. Wek li Avaşîn, Metîna û Zapê xwe bi cih bike. Ji sala 2021’ê heta îro bi hemû hêza xwe, hêza NATO’yê, hêza dewletên din, bi çekên kîmyewî û bi hemû rê rêbazan hewl da ku li herêmê bighije armanca xwe. Lê beramberê vê yeke bi ser neket û xitimî. Ji gerilayan darbeyên mezin xwar, hejiya û binket. Ji ber vê yekê Dewleta Tirk fêm kir ku nikare bi vê hêza xwe û piştevaniya ku li derve digire bighîje armanca xwe. Tiştên ku niha di hevdîtinan de derdikevin encamên vê negihiştina armanca ne.
 
Dewleta Tirk bi Îran, Iraq û Hêzên Heşdî Şebî re hevdîtinan pêk tîne. Bi taybetî bang li serokê Heşdî Şebî Falih Feyaz kir û li Tirkiyeyê hevdîtin pê re kir. Dewleta Tirk hîn zêdetir ne tenê di hêla piştevaniya siyasî, di hêla çek de piştevaniya Iraqê dixwaze ku li Herêma Kurdistanê, li hemberî Tevgera Azadiyê şer bike. Hevdîtin bi YNK’ê û bi Kubat Talabanî re jî kirin. Xwestin ku wek PDK’ê raste rast piştevaniyê bide van û di nav van êrişan de cih bigire. YNK xwedî siyaseteke cuda ye û wek PDK’ê raste rast cihê xwe di nava wan êrişan de nagire. YNK, di daxuyaniyê de diyar kir ku dê li hemberî Tevgera Azadiyê û PKK’ê bi Dewleta Tirk re lihevnake û dijminê PKK’ê tê wateya dijminê me jî.
 
Hevdîtina Dewleta Tirk a bi Dewleta Iraqê re di wan rojên dawiyê de gelek germ bû. Ragihandina ku piştî hevdîtinan derdikevin holê ku Dewleta Iraqê û Dewleta Tirk lihevkirine. Ev propaganda yekalî tê kirin. Heta niha rayedarên Dewlata Iraqê daxuyaniyek û peyameke fermî nedaye. Lê bêdengiya Dewleta Iraqê tê wateya hevkariya Dewleta Tirkiyeyê. Bi dehan caran li hemberî axa Başûr êriş pêk hat. Bi dehan baregehên leşkerî li Iraq û Başûr hat avakirin. Bi dehan caran Şengala ku jenosid jiyaye hat bombekirin. Ji ber ku Dewleta Iraqê rê vekir. Dibe ku wisa raste rast negotiye ku me bi Dewleta Tirk re îtifak çêkiriye, lê belê bêhelwestbûn tê wateya hevkarî û piştevaniya Dewleta Iraqê.
 
"Armanca wan hedîtinan bi temamî dagirkirina vê axê ye ku carekdin dixwazin sînorê xwe yên Mîsakî Mîllî xêz bikin."
 
* Di êrişên li hemberî axa Iraqê de bertek zêde dibin lê di êrişên li hemberî axa Kurdistanê de hemû dibin yek û bêdeng dibin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
 
Dewleta Iraqê, li hemberî êrişên Heşdî Şebî, Îran û baregehên Emerîkayê helwest nîşan dide. Lê dema ku mijar dibe kurd, civaka êzidî û êrişên li ser herêma Kurdistanê yekser helwest û bertek nîne. Ev yek jî te wateya destekdayîn û hevkariya wan êrişan. Di hevdîtinên dawiyê de raste rast Dewleta Tirk ji Dewleta Iraqê daxwaz kir ku bi hev re li hemberî Tevgera Azadiyê, Şengalê û başûrê Kurdistanê dagirkeriyeke mezin bidin destpêkirin. Li gorî ragihandina Tirkiyeyê hevkariyek pêk hatiye, odeyek wisa hevpar hatiye avakirin û PKK’ê xistine di nav lîsteya qedexeyan. Ev propagandayên yek alî ne. Lê divê bê zanîn ku ev hevditîn xetereyeke gelek mezin e. Wek Murat Karayilan got, divê Dewleta Iraqê nekeve xewletek wisa. Heke bi Dewleta Tirk re bibe yek dê axa xwe bide dagirkirin. Ev yek dûrê hişmendiya siyasî ye, dûrê hişmendiya parastina axa Iraqê ye.
 
* Ev hevdîtinên bi çi armancê tên kirin û çi tê plankirin?
 
Ev hevdîtin bi temamî bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Di hedefê de tenê ciyayên azad nîne, tenê Tevgera Azadiyê nîne. Belê dibêje ez ê wan ji holê rakim lê piştre başûrê Kurdistanê, Misûl, Kerkûk, cihê herî stratejîk yên Iraqê hene û dê ji destê Iraqê biçe. Ji bo vê yekê jî armanca wan hedîtinan bi temamî dagirkirina vê axê ye ku carekdin dixwazin sînorê xwe yên Mîsakî Mîllî xêz bikin. Ev yek jî tê wateya parçekirin û dagirkirina Iraqê.
 
"Em dibînin ku dagirkeriyeke ewqas mezin heye lê li başûrê Kurdistanê helwest gelek kêm in. Siyasetmedar, rewşenbîr, kesayetên cuda, rojnameger, hunermend û hwd. beranberê dagirkeriyê divê xwedî bi helwesteke xurt bin."
 
* Di polîtîkayên tunekirinê yên li hemberî Gelê Kurd û êrişên li hemberî Tevgera Azadiya Kurd de helwesta siyasetmedarên kurd ên li herêmê di çi astê de ye?
 
Bi taybetî dixwazim ji bo axa başûrê Kurdistanê bêjim, li hemberî dagirkerî û êrişên hov ên Dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî, helwesta Gelê Kurd, helwesta siyasetmedar, hunermend, kesayetên cuda, rewşenbîr ên civaka kurd di astekî baş de ye. Lê dagirkerî gihaştiye astek wisa ku hemû qanûnên mirovahiyê tê binpêkirin. Em hemû jî wê yekê dizanin. Helwesta heyî baş e lê têr nake. Niha jî êriş hene, dagirkeriyeke berfireh û planeke qirêj ên mezin hene. Bi taybetî ez dixwazim bal bikişînim ser rewşa başûrê Kurdistanê. Niha Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya herî mezin li başûrê Kurdistanê pêk bîne. Tiştên ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kir, niha dixwaze li Başûr li hemberî Gelê Kurd pêk bîne.
 
Em dibînin ku dagirkeriyeke ewqas mezin heye lê li başûrê Kurdistanê helwest gelek kêm in. Siyasetmedar, rewşenbîr, kesayetên cuda, rojnameger, hunermend û hwd. beranberê dagirkeriyê divê xwedî bi helwesteke xurt bin. Em bala xwe didin rojane mûçeyên karmendan vere dayîn dikarin sedan meş li dar bixin û li dar dixin jî. Lê ya girîng jî ax tê dagirkirin lê bêdengî heye. Bi rastî heke wisa berdewam bike rewşa başûrê Kurdistanê dê nebaş be. Hêza gel li ser hemû hêzan e. Gelê Başûr li hemberî Iraqê û bi taybetî jî li hemberî îxanet û hevkariya PDK’ê, divê xwedî bi helwest bin. Bi taybetî jî li ser asta  cîhanê. Ji ber ku kurd li her deverê cîhanê belavbûne. Dikarin li her deverê helwesta xwe li hemberî dagirkeriyê nîşan bidin, ew helwest bê xurtkirin û bê hêzkirin.
 
"Ji bo parastina vê axê me bi sedan şehîd da û xwediyê vê axê ev şehîd in. Em ê heta dawiyê li hemberî êrişên Dewleta Tirk, Îran û PDK’ê li ber xwe bidin."
 
* Peyama we ya dawiyê çi ye?
 
Wek jinek êzidî û wek civaka êzidî em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Dewleta Tirk û dixwaze Dewleta Iraqê û,YNK’ê jî bixwe nava vê dagirkeriyê. Dixwazin li hemberî me êrişek mezin pêk bînin. Di nav hemû hevdîtinên ku pêk hatî de jî li hemberî Şengalê jî nîqaş û plan hene. Di nav plansaziya PDK’ê, Iraqê û Tirkiyeyê de Şengal heye. Şengal ji bo wan bûye wek kelem. Divê Gelê Kurd, jinên êzidî û civaka êzidî bêtir xwedî bi helwest bin û rê nedin carek din komkujî pêk bînin.
 
Ez carek din 36’emîn  Komkujiya Helebcê bi bîr tînim û dibêjin xetereyên heyî jî ne dûr in ku komkujiyên din pêk bên. Di destê Dewleta Tirk de çekên qedexekirî hene û bi dehan caran li hemberî gerîla yên zarokên vî gelî ne bikar aniye. Dewleta Tirk hemû sînorên hovîtiyê derbas kirine.
 
Em wek civaka êzidî jî dikarin vê peyamê bidin. Yekitiya Gelê Kurd ji bo herêmî gelek girîng e. Em wek êzidî dibêjin çi dibe bila bibe em ê parastina axa xwe bikin. Li hemberî dagirkeriyê bêdeng namînin. Ji bo parastina vê axê me bi sedan şehîd da û xwediyê vê axê ev şehîd in. Em ê heta dawiyê li hemberî êrişên Dewleta Tirk, Îran û PDK’ê li ber xwe bidin.