Emîne Şenyaşar 3 sal in li edaletê digere!

  • 09:10 20 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Oznur Deger
 
RIHA - Emîne Şenyaşar ku 3 sale Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku heta daxwaza wê neyê cih wê nobeta xwe bidomîne û wiha dirêjî daye: “Heta kurê min neyê berdan ez dest ji nobetê bernadim. Kurê min dîl girtine. Îbrahîm Halîl Yildiz nahêle kurê min bê berdan. Erdogan jî wî guhdar dike."
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê demek piştre nobet veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Li ser sozên wezaretê jî malbatê navber dabû nobeta xwe. Lê piştî ku ev soz nehatin bicihanîn, malbatê biryar da ku dîsa dest bi nobetê kir. Emîne Şenyaşar ku yekane daxwaza wê edalete, di serî de wezareta dadê û hemû rayedar qêrîna wê ya edaletê ji nedîtî ve tên. 
 
‘Em dest ji nobetê bernadin’
 
Emîneyê diyar kir ku yekane daxwaza wê edelete û got bêyî sedem kurê wê Fadil Şenyaşar girtiye û got: “Heta kurê min neyê berdan ez ê têbikoşim. Kurê min dîl girtin. Îbrahîm Halîl Yildiz nahêle kurê min bê berdan. Erdogan jî wî guhdar dike. di 15’ê Adarê de rûniştina dozê hat dîtin. Em wek bertek tevli rûniştinê nebûn. Em li ber edliyê payîn. Hemû dadger li gotinek Erdogan dinêrin. Erdogan ji bo Halîl Yildiz kurê min dîl girtiye. Ka wijdan? Ev zilm wê heta ku derê hebe?”
 
Emîneyê bang kir ku êdî bes e bila kurê wê bê berdan û wiha bi lêv kir: “Çima ewqas zilm li me dikin. Li nexweşxaneyê nav her kesî de kuştin. Kurê min çi kiribû? Ew hov in, çavsor in. Erdogan çima li pişta van hovan e. Piştî zarokên min sê kesên din kuştin. Beriya me bav û zarokekî wî kuştin. Çawa dibe evqas kes dikujin û tên berdan. Ez dixwazim kurê min bê berdan.”
 
‘Em dixwazin li mala xwe fitarê vebikin
 
Emîneyê wiha dawî lê anî: “Me dîsa dest bi nobetê kir. Ne fitara me ne jî sihura me heye. Em li kolanê rûdinin. Qet wijdana wan tuneye gelo? Kurê min yê mayî jî dixwazin di girtîgehê de bikin. Ev sê sale mirov bi me re fitarê vedikin. Parêzerên me eleqeder dibin. Her kes bi me re westiya. Bila kurê min berdin. Êdî beşe ev îşkence.”
 
Çi bibû?
 
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrişê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Pirsûsê. Lê êrişê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.   
 
Lê  dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtî ve hatibû. Di dosyeya derbarê kargehê de Fadil Şenyaşar hatibû darizandin û 37 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Di bûyera ku 3 kes di encamê de hatin qetilkirin di 18'ê Îlona 2019'an de jî tenê Enver Yildiz ê birayê wekîlê AKP'î bi 18 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin. Biryar di 2’yê Nîsana 2022’yan de hatibû xerakirin.
 
Piştî dosya hat xerakirin dosyayên ‘kargerî’ û ‘nexweşxanê’ kirin yek û darizan ji nûve li 3’emîn dadgeha ceza giran a Meletiyê destpê kir. Runiştina dawî di 15’ê Adarê de hat dîtin û Fadil Şenyaşar nehat berdan. Runiştin taliqî 7’ê Hezîranê hatkirin.