Li Nisêbînê Newroza Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin

  • 11:39 19 Adar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Nisêbînê de ku bi hezaran kes lê amade bûn, peyama "Deriyê Îmraliyê vekin" hat dayîn.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê beriya pîrozbahiya Neworoza ku wê bi dirûşma "Raba dema azadî û serkeftinê ye" gel li dora Parka Cegerxwîn a li hember qada Newrozê kom bû.  Welatiyên ku di saetên serê sibehê zû de li parkê kom bûn bi saeta pîrozbahiyê re di dest wan de şalên kesk sor û zer û fllamayên Newrozê, bi dirûşma "Bijî Neworz" û "Bijî Serok Apo" ketin qadê. 
 
Welatiyên ku ketin qada Newrozê bi coşeke mezin xelekên govendê digerînin û jinên bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Li qada Newrozê dirûşmên berxwedanê hat berzkirin û Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên bi girseyî ketin qada Newrozê ji hêla gel ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li qadê dema ala PKK'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin coşa gel derket asta herî jor. Her wiha pankarta "Azadiya min azadiya gelê min e" jî li qadê hat vekirin.
 
Agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ve hat pêxistin. Dema agir hat pêxistin girse dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û newroza gel pîroz kir. Hevşaredara Nisêbînê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û namzetên hevşaredariyê gel silav kirin. 
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê Perîhan Altug axivî û diyar kir ku Newroz dê axtî û azadiyê bîne. 
 
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan, axivî û bal kişand ser berxwedana her çar parçeyan û got: "Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û pergala hevserokatiyê li her derê pratîzebikin. 
 
Piştre namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devîr Demîr û Ahmet Turt derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. 
 
Dû re li ser dikê kevokên aştiyê hatin firandin û vê demê li qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" bilind bû. 
 
Parlamentera berê Gulser Yildirm, axivî û behsa girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê kir. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser berxwedana Newrozê û got: "Deriyê Îmraliyê vekin û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin ku bila pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibe. Bi dijminatiyê nikarin bighêjin cihekî.  Di hilbijartinê de dê bersivê bidin dijminê kurdan. Em li dijî koletiyê dibêjin azadî, dem dema azadî û serkeftinê ye."
 
Piştî ku muzîkjen di pîrozbahiya Newrozê de derketin ser dikê, barana zêde bariya. Ciwanan ji pîrozbahiya Newrozê ya ku ji ber barana zêde govend gerandin û guh nedan baranê. 
 
Dû re dest bi meşê kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êriş bir li ser ciwanên ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin. 
 
Di dema êrişê de gelek ciwan hatin binçavkirin.
 
Ciwanan piştî demekê li Kolana Şîrîn bersiv dan polîsan û dû re belav bûn.