'Bedena min li Şehbayê ye lê belê rihê min li Efrînê ye'

  • 09:07 18 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Fîdan Mihemed Osman a ku ev bû 6 sal in li Wargeha Serdemê di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê dide di 6'emîn salvegera dagirkirina Efrînê de bi lêv kir ku dûrketina ji Efrînê mîna dûrxistina ji dil, ji laş e û wiha got:" Bedena me li Şehbayê ye lê rihê me li Efrînê ye. Efrîn ji bo me wargeha aramiyê bû. Tiştê herî pîroz li ba me li wir goristanên pakrewanên me bû. Jiyana me pir bi ewle bû lê êrîşa dijmin a bi ser me de, pir bi hovitî bû. Tevî vê yekê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda û heta niha jî li ser wê bingehê em têkoşîna xwe dikin. "
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê, di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşî bajarê Efrînê kirin. Bi tanq, top û balafirên xwe gund û navçeyên Efrînê Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran kir. Piştî 58 rojan a berxwedana gel a bêhempa, Efrîn di 18'ê Adara 2018'an de ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê. Ji destpêka ku Efrîn ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê, dest bi dizî û talana mal hat kirin, kuştin, revandin û îşkencekirina bi hezaran sivîlî dest pê kir û heta niha jî dewam dike. Xwezaya Efrînê hat wêrankirin, dibistan û şûnwar û goristanên pakrewanan hatin talankirin. Bi darê zorê gel neçar ma ku dest ji axa xwe berde û berê xwe ber bi koçberiyê veke. Dayika bi navê Fîdan Mihemed Osman a ku ev bû 6 sal in li Wargeha Serdemê di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê dide da zanîn bedena wê li Şehbayê ye lê belê rihê wê li Efrînê ye û wiha got: " Daxwaza dewleta tirk a yekem têkbirina vîna gelê kurd e û bi taybet gelê Efrînê ye. Lê belê em têkoşîna xwe ya li dijî êrişan di bin şert û mercên zehmet jî dewam dikin. "
 
'Bedena min li Şehbayê ye lê belê rihê min li Efrînê ye'
 
Fîdan Mihemed Osman da zanîn dûrketina ji Efrînê mîna dûrxistina ji dil ji laş e û wiha dewam kir:" Dewleta tirk û çeteyên wê di 20'ê Çileya sala 2018'an de dest bi êrîşa xwe ya bi balafir û çekên qedexekirî kir. Bombeyên xwe bi ser me de barandin. Ji bo ku em xwe ji balafir û obîsan biparêzin wê demê me zarokên xwe di jêrzemînan de ango di şikeftan de bi cih dikir. 58 rojan me berxwedana xwe neda terikandin. Lewma dûrketina ji Efrînê mîna dûrxistina ji dil, ji laş e. Bedena me li Şehbayê ye lê rihê me li Efrînê ye. Efrîn ji bo me wargeha aramiyê bû. Tiştê herî pîroz li ba me li wir goristanên pakrewanên me bû. Her sal di cejnan de me gulên xwe li ser diçandin, me serdana malbetên xwe dikir. Di şahiya 8'ê Adarê de me cil û bergên kurdî amede dikirin. Jiyana me pir bi ewle bû lê êrîşa dijmin a bi ser me de, pir bi hovitî bû. Tevî vê yekê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda û heta niha jî li ser wê bingehê em têkoşîna xwe dikin. Îro dewleta tirk bi balafiran êrîşî sivîlan dike, darên me yên zeytûnan dibirin, sivîlan direvîne, dikuje, îşkence dike, binçav dike û tecawîzî zarokên me dikin."
 
'Gelê kurd ji hev qut nabin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Fîdanê diyar kir ku dewleta tirk şerê ax, xweza û erdnîgariyê jî dike û wiha dewam kir:"Dewleta tirk îro bi mebesta kirina şer a li dijî hêzên parastina gel êrîşî sivîlan dike. Darên zeytûnan dibire, goristanên pakrewanan talan dike, termên pakrewanan ji bin axê derdixe û hemî kiryarên hov ên li dijî pîvanên mirovî li ser gel, xweza û erdnîgariya Efrînê dide meşandin. Ma çi mafê dijminan heye ku îro gorên pakrewanên me xirab bikin û li şûna wan wargehên ji bo malbatên terorîst û çeteyan dide avakirin. Bi kîjan mafî, bi navê ola îslamê bang dikin ? Ew bi kiryarên xwe ji ola îslamê dûr in. Îro dewleta tirk şerê xwe li ser axa me dike û dixwaze xêr û berê axa me tune bike. Dixwaze gelê kurd ji hev qut bike lê belê gelê kurd ji hev qut nabin. "
 
'Rêxistina bi navê UNICEF jî avê li ser me qut dike'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Fîdanê behsa rewşa wan a di nava şertên koçberiyê de kir û wiha axaftina domand:" Ji bo ku em di komkujiyan re derbas nebin em koçî kantona Şehbayê bûn. Îro bi armanca qirkirina me tevî ku em koçber in jî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser me nehatiye terikandin. Lê me îro vîna xwe li hemberî dijmin kir mîna kevirê reş ku ji cihê xwe nalive. Îro welatiyên resen ên 366 gundên Efrînê di kampan de li berxwe didin. Kantona Şehbayê ji bo me bûye Efrîna duyem, ji ber li ser vê axê jî me xwîn rijand, heta ku rizgar bû. Em dikarin bê nan, av, henase û zarok bijîn lê bê welat em nikarin bijîn. Dewleta tirk niha tevî koçberkirina me, êrîşên xwe li ser me dewam dike û Hikumeta Şamê jî ambargoya xwe li ser me dide ferzkirin. Her wiha rêxistina bi navê UNICEF jî avê li ser me qut dike. Bi ambargoya Hikumeta Şamê jî derman û sûtemenî li ser me tên qutkirin. Îro her du hikumet siyaseta qirkirinê didin meşandin."
 
'Rêxistinên mafên mirovan erka xwe bi cih naynin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fîdanê bal kişand ser yekbûna hikumeta Şamê ya bi dewleta tirk re û wiha domand:"Îro dewleta tirk û hikumeta Şamê bi hev re li ser gelê kurd siyasetên qirkirinê didin meşandin. Ev yek jî di encamê de dide xuyakirin ku destê herduyan yek e. Ji bo têkbirin û şikandina têkoşîn û berxwedana gelê kurd dibin yek. Lê belê li kêleka vê jî rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî bi erka xwe ranabin. Li hemberî bê mafiyên ku bi serê koçberan tê divê her rêxistinek ku xwe li ser zagonên parastina mafê mirovan didin avakirin, bi erka xwe rabin."
 
Û bi gotina pêşiyan a navdar a di nava Efrîniyan de "Rih dibin bost dijmin nabe dost" Fîdanê axaftina xwe bi dawî kir.