Xizmên girtiyan: Tu dijmin nikare îradeya me bişkîne

  • 09:05 18 Adar 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
BEDLÎS - Xizmên girtiyan Kiymet Arvas û Îpek Canbey bal kişandin ser rewşa girtiyan û gotin: “Guh bidin dengê girtiyan. Tu hêz nikare îradeya me bişkîne. Dem dema yekitiyê ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sale li Îmraliyê girtiye, 36 mehe tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê didome. Li her çar alî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşîn didome. Di çarçoveya xebatan de girtiyên siyasî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Girtî di 27’ê Mijdara 2023’yan de di çarçoveya kampanaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgisrêka kurd re çareseriya siyasî" ketin grevê û di roja 113’yan de didome. Malbatên girtiyan jî li derve dest bi Nobeta Edeletê kirin. Çalakî bi biryarek mezin didome.
 
Xizmên girtiyan Kiymet Arvas û Îpek Canbey ji JINNES’ê re axivîn.
 
‘Em serokatiya xwe ligel xwe dixwazin’
 
Kiymet Arvas da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale di bin tecrîda giran de ye û 36 meh in tu agahî jê nayê girtin. Kiymetê wiha vegot: “ Em tu agahiyê ji serokatiyê nagirin. Divê demildest hevdîtin bên kirin. Rêberê hemû gelan heye. Serokatiya me li girtîgehê tê girtin. Em serokatiya xwe dixwazin. Em dixwazin nav me de be. Em xwedî çand, hiqûq û mafin. Yekane daxwaza me azadiya serokatiyê ye. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin.”
 
‘Guh bidin daxwazên girtiyan’
 
Kiymetê balkişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û wiha daxuyand: “Em rojekê birçî bimînin nikarin berxwe bidin. Girtî sê mehin di grevê de ne. Gelo ew jî mirov in. Jiyanek wna jî tuneye? Li girtiyên nexweş îşkencê dikin. Dive demidest daxwaza girtiyan bê cih û guh bidin dengê girtiyan. Ez ban gli hemû kesî dikim. Bila bala xwe bidin girtiyan. Divê polîtîkayên qirkirinê yên li hember kurdan bidawî bin. Dem dema yekitiyê ye. Bila serkeftin bi me re be.”
 
‘Têkoşîna bi rûmet me li ser piyan digire’
Ji Însiyatîfa dayikê aştiyê  û xizma girtî Îpek Canbey  ji bo kurê xwe Dîren Canbey ku 8 sal û nîve li girtîgeha Manavgat a Antalyayê girtiye têdikoşe. Îpekê wiha nêrînê xwe wiha anî ziman: “Zarokên me ji bo serokatî û gelê xwe bedelê didin. Aliyekî me her tim şikestiye. Aliyekî me jî bi coş û berxwedane. Riya wan riya bi rumet û serbilinde. Tevî hemû êrîşan em ê şûnde gav navêjin. Çi dibe bila bibe em serbilindin. Têkoşîna wan me zindî dihêle. Têkoşîna wan ya bi rumet me li ser piyan digire.”
 
‘Tu hêz nikare îradeya me bişkîne’
 
Îpekê bi lêv kir ku her tim hêviya wan heye û wiha dawî lê anî: “Gelê Kurd xwedî îradeyek mezine. Tu hêz nikare îradeya me bişkîne. Tu kes nikare tovê me tune bike. Em yek diçi hezar tên. Me serî netewand. Em ji dijmin natirsin. Divê em têkoşîna xwe li her qadê bilind bikin. Em her tim ji bo aştiyê amade ne."