Newroza 'Rabe dema azadî û serkeftinê ye' tê pîrozkirin

  • 11:14 17 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" Newroz tê pîrozkirin. 
 
Newroza îsal dê 57 jê navend bi sedan cihan bê pîrozkirin. Starta pîrozbahiyên Newrozê dê di 15’ê adarê de li bajarê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê hat dayîn. Li Bajaran bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pîrozbahiyên Newrozê tên kirin. 
 
Li Wan, Colemêrg, Şirnex, Stenbol, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdag, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmaniye, navçeya Giyadîn a Agiriyê, navçeyên Xelfetî, Sêwereg û Pirsûsê yên Rihayê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin.