Namzeta keyatiyê ya Gundikê Mele

  • 09:09 17 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Hacer Fîdan a li Gundikê Melê namzeta keyatiyê ye, diyar kir ku li hember sê namzetên mêr wê jin li her qadê bin û got: “Ez dibînim ku jin di DEM Partiyê de cih digirin. Dema min pergala hevserokatiyê dît min got ez ne tenê me û min namzetiya xwe danî.”
 
DEM Partiyê der barê hilbijartinên 31’ê Adarê de 24 namzetên hevşaredariya mezin, 49 navend, 45 bajarok û  û 378 navçe bi giştî li 500 cihî namzetên hevşaedariyê yên jin derxist û nêzî hezarî jî lîsteya endamtiya meclîsê ya jinan ava kir. Ji ber kotaya jinan a di DEM Partiyê de gelek kes jî bûn namzet. Yek ji van Hacer Fîdan a 43 salî ye û li bajaroka Gundikê Melê bû namzeta keyatiyê.
 
Li hember sê namzetên mêr
 
Li bajaroka ku xwedî çar tax e, bi salan e mêr keyatiyê dikin. Yekem car jinek dibe namzet û li dijî  namzetên mêr wê têbikoşe. Hacerê diyar kir ku bi saya ku DEM Partiyê ji jinan re qad di siyasetê de qad vekiriye bûye namzet û got: “Ji bo nîşan bidim ku jin li her qadê dikarin kar bikin, bûm namzet.”
 
Bi berdêlê hat zewicandin
 
Hacer li Gundikê Melê tê dinê û di temenê biçûk de bi berdêlê tê zewicandin û dayika 6 zarokan e. Hacerê da zanîn ku her çiqas bixwaze bixwîne jî nexwendiye û ji bo xwendina zarokên xwe têkoşînek mezin daye. Hacerê wiha vegot: “Me berê nizanibûn mamosteyên jin hene. Me bizanibûna me yê çi bikira, bixwenda. Lê dewr guheriye. Jin xwe pêş dixînin zarokên xwe didin xwendin. Ji bo pêşketina bajarokê ez bûm namzet. Ez li hember sê namzetên mêr bûm namzet. Li vê bajarokê yekem car jinek dibe namzet. Ev mirovan kelecanî dike. Ez ê ji bo piştgiriya jinên bajarokê xwe bixebitim. Projeyên xwe vedibêjim. Piştgiriyê dixwazim.”
 
‘Min xwest bibim mînak’
 
Hacerê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li cihekî ku jin tunebin jiyan jî tune ye. Berpirsyariya herî mezin her tim li ser jinan e. Min xwest ez bibim mînak. Min xwest nîşan bidim ku jin dikarin her tiştî bikin û ji ber vê bûm namzet.”