Bi namzeta DEM Partiyê re rojek: Partiya me hat

  • 09:03 16 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Şehrîban Aslan-Arjîn Yuksekbag
 
AMED - Me rojek xwe bi namzeta hevşaredariyê ya Yenîşehîrê re derbas kir û em dibînin ku gel îradeya xwe li şaredariyan dixwaze. Welatiyan ji 7 salî heta 70’ê salî bi gotinên "yên me partiya me" DEM Partiyê vedibêjin.
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma û  xebatên  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi lez didomin. Yek ji van navçeyan ya Yenîşehîr a Amedê ye. Namzetên hevşaredariya Yenîşehîrê diyar dikin ku çawa bên peywirê wê ximzeta xwe ya nîvco maye bidomînin.
 
Namzeta hevşaredariyê ya Yenîşehîrê Safiye Akdag  e û me rojek xwe bi hev re derbas kir.
 
Em sibe zû û bi Safiyeyê re li buroya hilbijartinê ya Ofîsê hatin gel hev.  Me planaziya xwe kir û serdanên esnafên Deriyê Çiyê û Wîlayetê kirin. Safiye û jinên ligel ber bi Çamlicayê ketin rê. Em ketin dikanek şîraniyê û Safiyeyê got ez namzeta DEM Partiyê me hatime serdana we. Esnaf got ez we nas dikim û piştî qeyûman em ê bên şaredariyê. 
 
‘Dengê me ji partiya me re ye’
 
Safiye ket dukanek perde difirotin û jinek pîr wê pêşwazî dike. Çawa Safiyeyê dibîne hembêz dike. bi Kurdî axivî û got "Dengê min ji partiya min re ye, xwedî alîkar be. Duayên me ji bo we ne."
 
Ev gel wê we hilbijêre
 
Safiye li bazara taxa Vîlayetê bi coş hat pêşwazîkirin. Esnafan çawa Safiye dîtin gotin, "Ev gel wê we hilbijêre.".-
Safiye ku çû tezgahek din, esnafekî din jê re got, "Her tişt pir biha ye. Her kes dest vala vedigere. Aborî pir xerabe. Niha tenê daxwaza me ev e ku hun bi ser kevin." Safiyeyê jî got şaredarî wê ya we be, derî her tim ji we re vekiriye.
 
‘Em dixwazin bixebitin’
 
Jinên ku Safiye dîtin jî wiha gotin: “Ev namzeta me ye. Çawa min dît min nas kir.Em dixwazin pisgirêkên me bên çareserkirin. Ji jinan re qada xebatê bê avakirin. Ciwan ji hişbirê bên xilaskirin.”
 
Piştre em bi Safiyeyê re vedigerin Kolana Hunerê. Me bi Safiyeyê re roportajek kurt kir û wiha vegot: “Beriya qeyûman ev kolan kolana çand û hunerê bû. Jin û ciwanan li vir dem derbas dikirin. Kolana herî bi ewle bû. lê piştî qeyûman her tiştê wê guherî. Jin derengiya şevê nikarin derbas bibin. bikaranîna hişbirê û firotina wê zêde bûye. Jinên ciwan dikin fuhuşê.Piştî 31’ê Adarê  em ê xizmetên xwe yên nîvco mane temam bikin.”