Jinên Cizîrî bertek nîşanî kiryarê tacîzê Burak Ercan dan

  • 12:24 15 Adar 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Jinên Cizîrê bertek nîşanî kiryarê tacîzê Burak Ercan  ê ku di berdewamiya dozê de nehat girtin û li cihekî din hat erkdarkirin dan û gotin ku ji ber nebûna edaletê zarokên din jî di bin heman xeteriyê de ne.
 
Di 2019'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derketibû holê ku Burak Ercan ê endamê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr -Sen) ku nûnerê heman sendîkayê yê dibistanê bû 43 zarok li dibistanê tacîz kiribûn û derbarê wî de ji sûcê "tacîza zayendî", "îstîsmara zarokan" û "Êrîşa zayendî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê a Dozê de li Burak Ercan ê kiryarê Tacîzê di 13'ê Adara 2022'yan de 22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hatibû birîn. Lê Burak Ercan ji bo vî cezyê wekî xelatê jî îtîraz kiribû û îtîraza wî ji aliyê îstînafê ve hat qebûlkirin. Dadgeha Îstînafê ku doz lêkolîn kir cezayê hatibû birîn erê kir. Pitî erêkirina îstinafê Burak Ercan serî li Dadgeha Bilind da û wê jî piştî lêkolînê ceza erê kir û li ser biryarê kiryar Burak Ercan hat giritn û şandin girtîgehê.  
 
Biryara darazê ya di derbarê kiryarê tacîzê de me ji jinên Cizîrê pirsî. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên bêcezahiştinê dan lê ji ber ewlehiyê nexwestin ku navê xwe bidin. 
 
Jinan bertekên xwe wiha anîn ziman: 
 
"*Ger ku vî mirovî ceza negirtibe di qanûnê de pirsgirêk heye. Divê derbarê kesên bi vî rengî de qanûn bên çêkirin. Ger ku em ne di ferqa mafên xwe de bin wê ev mirov jî ceza negirin .Dema ku ez zarokên xwe dişînim dibistanê ez hemû mamosteyên wan nas dikim. Ji ber ku di vî warî de tu agahî nayên dayîn zarok nizanin ku tacîz çi ye. 4 zarokên min diçin dibistanê û ez di warê ku divê mirov çawa nêzîkî wan bibin de wan hişyar dikim. Ev mirov an ji ber ku qanûn tune ye û yan jî ji ber ku piştgirî jê re tê dayîn nehatiye cezakirin.
 
*Divê tiştên bi vî rengî neyên kirin, em êdî nema dikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Ev travmaya ku zarok ji ber vî mirovî pê re rûbirû man dê çi lê bê. Ez bêcezahiştina vî mirovî û heta niha negirtina wî şermezar dikim.
 
*Em dixwazin ev mirov bê cezakirin. Divê ji girtîgehê dernekeve. Ji ber ku edalet tune ye ev bûyer zêde dibin. Pirsgirêkeke din jî piştî vê bûyerê bicih kirina vî mirovî li cihekî dine û dê van pêkanînên xwe li ser zarokên din pêk bîne.
 
*Ez êdî zarokên xwe naşînim dibistanê. Ev hovîtî ye, divê neyê efûkirin û bi cezayê herî giran ev kes bê cezakriin.
 
*Divê ev mirov bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ger di destê min debûna min dê cezayê herî giran bidea. Ev rewş nayê qebûlkirin."