'Li gel dorpêça Hukumeta Şamê, UNICEF'ê av li ser me birî'

  • 09:05 15 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Welatiyên li Wargeha Serdemê yên li gel dorpêçkirin û astengiyên hukumeta Şamê li berxwe didin dan zanîn ji ber birîna avê ew gelekî zehmetiyan dikşînin û gotin:"Li gel dorpêça Hukumeta Şamê, UNICEF'ê av li ser me birî. Niha demsala havînê li ber derî ye. Dinya wê germ bibe. Hewcedariya gel bêhtir bi avê heye. Wê demê em ê çawa avê peyda bikin? Lê belê tevî êrîş, ambargo, birîna avê û tevahî astengiyan em bê vîn û îrade namînin. Em ê berxwedana xwe pêş bixin. "
 
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn kirin binê kontrola xwe welatiyên Efrînê li wargehên Berxwedan, Serdem, Veger, Efrînê di bin şertên zor de bi cih bûn. Ji aliyekî li dijî êrişên dewleta tirk ji aliyekî jî li dijî dorpêçkirin û astengiyên Hukumeta Şamê têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin. Li gel dorpêç, astengî û êrişan vê carê UNICEF'ê ava li ser welatiyên li wargehan birî. Ji 15'ê Sibata 2024'an heta niha UNICEF avê nade wargehên koçberan ên Şehbayê. Jinên li Wargeha Serdemê dimînin bal kişandin ser zehmetiyên dikşînin û têkoşîna li dijî van zehmetiyan didin. 
 
'Kesên nexweş rewşa wan zehmetir dibe'
 
Necah Mihemed a ku ev 6 sal in li Wargeha Serdemê berxwedana xwe dewam dike wiha got:" Ev 6 sal in em li Wargeha Serdemê dijîn. Tevî hemî zor û zehmetiyên ku em dikşînin em têkoşîna xwe dewam dikin. Her diçe ambargo li ser me girantir dibe. Hukumeta Şamê ji bo derbaskirina sotemeniyê jî astengiyan derdixe. Ger derbas bike jî gelekî astengî tê kişandin. Her wiha derman jî derbas nabe, gelek nexweş jî rewşa wan xirabtir dibe."
 
Li gel dorpêçê UNICEF'ê av li ser wan birî 
 
Necahê da zanîn êriş her tim li wan tên kirin û li gel vêya UNICEF'ê ava wan biriye û gelekî zehmetiyan dibînin û wiha pê de çû:" Li gel dorpêça Hukumeta Şamê, UNICEF'ê av li ser me birî. Niha demsala havînê li ber derî ye. Dinya wê germ bibe. Hewcedariya gel bêhtir bi avê heye. Wê demê em ê çawa avê peyda bikin? Lê belê tevî êrîş, ambargo, birîna avê û tevahî astengiyan em bê vîn û îrade namînin. Em ê berxwedana xwe pêş bixin. "
 
'Bi rêya dorpêçê şerê xwe li ser me dide meşandin'
 
Nazilî Xelîl bal kişand ser zor û zehmetiyên dikşînin û wiha got:" Nêzî 6 sal in di nava van qampan de em dijîn. Em hemî zor û zehmetiyan dikşînin. Havînî germ e, êriş û dorpêçkirin heye, di warê gihaştina dermanan de em zehmetiyan dibînin. Hukumeta Sûriyeyê bi rêya dorpêçê şerê xwe li ser me dide meşandin. Îro jî avê li ser me dibirin. Ev jî ji bo me gelekî zehmet e. Dîsa jî em li dijî van astengiyana li berxwe didin."
 
'Em nakevin, em her li ser piyan e'
 
Naziliyê da zanîn ew berxwedana xwe ya li hemberî êrişan dewam dikin û wiha got:" Êrîş li ser me berdewam e. Li kêleka wê jî berxwedana me berdewam e. Em nakevin, em her li ser piyan e. Lê divê raya giştî ji nava vê bêdengiya xwe derkeve. Divê ev ambargo li ser me rabe. Tiştekî Erdogan li gel me tune ye lê êrişî me dike. Hatiye ser axa welatê me û êrişî me dike. Ev 6 sal in Efrîn dagir kiriye. Bila raya giştî, rêxistinên navneteweyî bi erka xwe rabin û bêdengiya xwe ya li dijî êrişan bi dawî bikin."