Ji bo bajarekî ku divê îradeya jinê lê hebe bû namzet

  • 09:04 15 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş da zanîn ku li dijî qeyûmên ku ji bo jinan qad nehiştine bûye namzet û got saziyên jinan yên ku qeyûm girtine wê vebikin û ji jinan re qadan zêde bikin.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji sedî 49.4 deng girt û hat ser rêveberiyê. Di 2016’an de qeyûm hatin tayînkirin û di 2019’an de HDP’ê bi rêjeya 48.3 deng girt û şaredarî bidest xist. Lê di 2020’an de qeyûm hat tayînirin. Bi hatina qeyûman re pirsigrêkan rû dan. Qeyûman ewil saziyên jinan, saziyên çand û huner û ziman, qada îstîhdamê girtin, pratîkên ji gel dur nîşandan. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Algaş der barê pirsgirêkên bajar û projeyên xwe de axivî.
 
‘Bi girtina saziyên jinan re qada çareseriyê nema’
 
Sofyayê destnîşan kir ku şaredariyên bi îradeya gel hatibûn bidestxistin qeyûm lê hatin bicihkirin û piştî vê pirsgirêkên cidî yên bajar derketine holê. Sofyayê wiha dirêjî daye: “Li Sêrtê pirsgirêka rê, av, betalî, otopark û gelekên din hene. ya girîng jî Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn hebû. Ev navend ji bo jinan pir girîng bû. Piştî qeyûm hatin ev sazî girtin. Bi girtina saziyê re cihekî ku jin berê xwe bidinê nema. Niha li Sêrtê saziyeke jinan ya bixebite tune ye. Di vî alî de gelek jin hatin mexdurkirin.”
 
‘Qada îstîhdama jinan tune ye’
 
 
Sofyayê di berdewamiyê de balkişand ser tunebûna qada îstîhdamê ya ji bo jinan û wiha bi lêv kir: “Qadên civakî jî tune ne. Jin li vir bi karên dikin çanda xwe didin jiyîn. Lê qadeke ku vê veguherînin îstîhdamê tuneye. Bi projeyên xurt em ê di qada jinan de gelek xebatan bimeşînin. Em ê Navenda Şêwrimendiya Jinan a Berfîn ve bikin û ji nûve bikin jiyanê. Em ê li wir di alî hiqûqî û psîkolojîk de piştgiriyê bidin jinan. Em ê li dijî tundiyê perwerdehiyê bidin jinan. Em ê koperatîfên ku jin bi rêve dibin vebikin.”
 
Ji bo hişê civakî winda nebe xebat
 
Sofyayê daxuyakirin ku saziyên çand û hunerê jî ji aliyê qeyûman ve hatine girtin û wiha berdewam kir: “Em ê Pirtûkxaneya Mîr Celaled Bedirxan  ji nû ve vebikin. Dema qeyûm hatin pirtûkxane hebû û girt.  Em ê gund bi gund bigerin çîrokên li ber windabûnê kom bikin û bikin arşiv. Em ê van biweşînin jî. Em niha li her derê Sêrtê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Eleqeya gel pir mezine. Me hembêz dikin. Gel dibêje ‘çi dibe bila bibe em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.’ Em jî ji bo xizmeta gelê xwe li virin. Ji bo bajarekî xweş û jiyan lê hebe çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Sofya Algaş kî ye?
 
Sofya li gundê Erkent a Berwarî ya Sêrtê tê dinê.  Di sala 1993’ande ji ber zextên dewletê malbata wê koçî Edenê dike. Di sala 2008’an de tê Amedê û di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de wek nûçegîhana stajyer dest bi rojnamegeriyê dike. Li gelek bajaran rojnamegeriyê dike. Sofya ku di Gazete Şûjinê de rojnamegerî kir di 2017’an de piştî Şujin hat girtin bi komek rojnamegerên jin yên Kurd re JINNEWS ava kir. Sofya ku Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê bû, biryar girt ku bi hevşaredariyê  têkoşîna jinê bidomîne û ji bo namzetiya Sêrtê serî li DEM Partiyê da.