Ji bo Newroza Stenbolê bang: Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin

  • 09:05 14 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL - Endama GM’ê ya HDK'ê Medya Aydemîr ji bo Newroza Stenbolê ya ku wê li Yenî Kapi pêk bê bang kir û got: “Newroza îsal wê bibe sedema şikandina tecrîd û azadiya jinan. Em wek gelê Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Ermenî û hemû gelên Tirkiyeyê agirê Newrozê gur bikin û bi hev re tecrîdê bişkînin.”
 
Newroza îsal bi dirûşmeya ‘Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye’ tê pîrozkirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Newroz a Stenbolê ya 2024’an organîze kiriye, deklerasyona xwe di 11’ê Adarê de aşkera kir. Di deklerasyona Newrozê de peyama ‘Newroza îsal wê biguhere ‘Kampanya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirgirêka Kurd. Dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Dem dema azadî û serkeftinê ye.’ hat dayîn.
 
Wê diyarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin
 
 
Îsal Newroza Stnebolê li Qada Yenîkapi wê pêk bê. Di 17’ê Adarê de roja yekşemê saet di 13.00’an de wê pêk bê. Axaftvanên Newrozê hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan e.  Hunermenda Tunusî Emel Mathlouthî, Mîkaîl Aslan, Murat Demîr û Golgedekîler wê derkevin ser dikê. Xebatên ji bo Newrozê didomin.
 
Endama Navenda Giştî (GM) ya HDK’ê Medya Aydemîr axivî û bang li gelan kir.
 
‘Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin’
 
 
Medyayê li ser navê HDK’ê hemû gel silav kir û wiha got: “Em dibêjin ku em di Newroza îsal de bi rihê azadiyê di serî de tecrîdê bişkînin û gelan azad bikin. Newroza îsal wê bibe sedema şikandina tecrîdê û azadiya jinan. Ligel vê em di serî de bang li hemû jinan û gelan dikin. Yên bedelên mezin dane jin in. Em bang li hemû jinan dikin ku di 17’ê Adarê de li Qada Yenîkapi bin. Bi cil û bergên xwe li qadan bin û em tecrîdê bişkînin. Em azadiya jinan û gelan bi agirê Newrozê pîroz bikin. Em wek gelê Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Ermenî û hemû gelên Tirkiyeyê agirê Newrozê gur bikin û bi hev re tecrîdê bişkînin.”