Namzeta Mîdyadê Huda Erdem: Wê gel bi ser bikeve

  • 09:04 14 Adar 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Mîdyadê Huda Erdem Aslan da zanîn ku wê feraseteke xizmetê ya ji hemû  baweriyan  bimeşînin û got: “Ya bibe desthilatdar ne partiya me wê gel be. Di vî alî de gel ne me, daxwaz û baweriya xwe diyar dikin.”
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li her derê didomin. Namzetên hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Mîdyadê Huda Erdem Aslan û Hîkmet Duman jî li navçeyê mal bi mal derî bi derî digerin û xebatên xwe dimeşînin.
 
Bajarê ol û zimanan
 
Nifûsa navçeyê li gorî daneyên 2023’an 122 hezar û 308 e. Li bajar olên Îslam, Xiristiyan, Êzidî, Suryanî û zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Tirkî heye. Ligel vê Keldanî û Ermenkî jî zimanên ku li vir tên axaftinin.
 
Hûnera têlkariyê
 
Li navçeyê çand û erdnîgarî jî gelek bi bereket e. 55 gund û 6 bajarokên Mîdyadê hene.  Her wiha li navçeyê hunera "têlkariyê" jî çavkaniyek girîng a debarê ye. Hûnera kevirên nexşkirî ya di malên Mîdyadê de tên bikaranîn jî cihekî girîng digire.
 
Di hilbijartinên 2014’an de namzetê AKP’ê Şehmus Nasiroglu ji sedî bi 43 dengî  şaredarî girtibû. Di 2019’an de jî namzetê AKP’ê Veysî Şahîn ji sedî 57 dengî şaredarî girtibû.  Niha ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an de ji bilî namzetên DEM Partiyê, namzetê Yenîden Refahê Seyfettîn Alpsoy, namzetê Demokrat Partiyê Şehmus Nasiroglu û namzetê AKP’ê Veysî Şahîn hene.
 
 Li dijî nelêrêtiyan pêşerojek demokratîk
 
Namzeta DEM Partiyê Huda Erdem Aslan ku li dijî sê namzetî têdikoşe, ji bo gelê Mîdyadê feraseta şaredariyek alternatîf û demokratîk pêşkêşî gel dike. Huda li gundê Koza tê dinê. Sala ku komkujiya Helepçeyê pêk tê 5 salî bû, malbata wê koçî Edenê dike. Salên dibistanê li Edenê derbas dibe. Di 2008’an de tê Amedê.  Di bin bana şaredariya bajarê mezin a Amedê de li Kampa Havînê ya Zarokan sê salan bi dildarî mamostetiyê dike. Tevli xebatên komele û koperatîfên jinan dibe bi dildarî dixebite. Di 2013’an de vedigere Mêrdînê karê xwe dike. 
 
‘Em ê sînoran rabikin û şaredariyan ji xizmetê re vebikin’
 
Hudayê der barê namzetiya xwe de nirxandin kir û wiha anî ziman: “Em bi feraseta şaredariya azadixwaziya jinê û demokratîk derketin rê. Navçeyên ku AKP’î bi rêve dibin û qeyûmên hatine tayînkirin hewl didin hişê  civakê paqij bikin. Bêguman gelê me yê ku îradeya wan hatiye şikandin dixwazin ji nûve îradeya wan bê peywirê. Peywira me ya sereke jî ev eku em ji nûve şaredariyên demokratîk, ekolojîk û azadixwaz ava bikin. Tabelayên Kurdî, Suryanî, Erebî hatibûn rakirin. Navên şexsiyetên dîrokî yên Kurdan hatin rakirin. Navên Kurdî yên park û kolana hatin guhertin. Hedefa me ev eku saziyên hatine girtin ji nûve bên rakirin, sînorên hatine danîn bên rakirin û şaredarî ji nûve ji gel re bê vekirin.”
 
‘Em ê midûriyeta polîtîkayên jinan vebikin’
 
Hudayê di berdewamiyê de anî ziman ku wê li gorî dîroka bajar xizmetê bikin û wiha diyar kir: “Em ê feraesta xwe ya rêveberiyên herêmî ya demokratîk li her derê belav bikin û bi rêve bibin. Guherîn pêkane. Em vê hedef dikin û plan dikin. Di hedefa me de vekirina navendên jiyana jinê û koperatîfên jinan hene. Em ê midûriyeta polîtîkayên jinan vebikin. Ez bang li hemû gelê Mîdyadê dikim. Ji bo şaredariyên me neyên xespkirin û îradeya me bê nasîn denga xwe bidin DEM Partiyê. Em ê ferasteke xizmetê ya ji hemû baweriyan re vekiriye bidin gelê xwe.”