Ji Nobeda Edaletê banga tevlibûn Newrozê kirin

  • 15:49 13 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya li Bayrakliyê dewam dike de xizmên girtiyan banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan bi di çarçvoveya kampanya, "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"  bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin,  di roja 39'an de berdewam dike. Di çalakiya nobedê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) a navçeya Bayrakliyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Newroz" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Tevgera Jinen Azad (TJA), Rêxistina Patiya Herêmên Demokratîk a Gelan  (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê serdana nobedê kirin.
 
'Em ji bo maf û hiqûqê têdikoşin'
 
Dayika Aştiyê Perîhan Ortak li vir axivî û diyar kir ku xizmên girtiyan li Nobeda Edaletê 4 meh in li benda edaletê ne û diyar kir ku edalet nemaye. Perîhanê anî ziman ku dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: “Divê tecrîda li girtîgehan bê rakirin. Em bang li Wezîrê Dadê û Serokomar dikin; Em di meha Remezanê de ne, baş bifikirin, ev der welatê misilmanan e. Lê mixabin  tu eleqeya wan bi Îslamê re nîne. Vê tecrîda li ser gelê me rakin. Li ser Kurdan tecrîd heye. Gelê me aştiyê dixwaze, wekheviyê dixwaze, koletiyê naxwaze. Em ne kole ne. Em ji bo maf û hiqûqa xwe têdikoşin."
 
'Em li pişt Birêz Ocalan in'
 
Perîhanê anî ziman ku Kurdan tişta mafê xwe dixwazin û wiha got: “Me tiştekî din nexwest. Me nasnameya xwe, ziman û axa xwe xwest.  Em ji axa me zimanê kirin. Êdî sebra dayikan nemaye. Dayik dibêjin zarokên me di navbera çar dîwaran de ne. Dayik nikarin du peyvan ji zarokên xwe re bibêjin. Dema girtî telefon dikin û kesên li malê telefonê digirin dest xwe telefon li rûyê wan tê girtin. Ma ev edalet e? Niha vê edaletê bînin û tecrîda li ser zarokên me bi dawî bikin. Em paşde gavê navêjin. Em li pişt girtiyên xwe ne, em li pişt doza xwe ne, em li pişt maf û hiqûqê ne, em li pişt Birêz Ocalan in."
 
'Mifteya aştiyê di destê Birêz Ocalan de ye'
 
 Perîhanê anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rûmeta cîhanê ye û wiha got: “Divê baş bifikirin, mifteya aştiyê bi Birêz Ocalan re ye. Dev ji vê tecrîdê, vê zilmê berdin! Niha aştiyê bînin. Em li vir in, em li pişt doza xwe ne. Em ji vir hemû gelê Kurd silav dikin."
 
Banga tevlibûna Newrozê
 
Piştre Dayika Aştiyê Peyruze Kurt axivî û diyar kir ku ewil dayikên Nobeda Edaletê û girtiyên li girtîgehê silav dike. Peyruze diyar kir ku divê gelê Kurd di demeke herî nêz de dest bidin hev û tecrîd bi dawî bike. Peyruzeyê diyar kir ku wan 8'ê Adarê pêşwazî kir û diyar kir ku Newroz hatiye û Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir. Peyruze got, “Newroz li hemû jinan pîroz be. Newroz ji bo xuşk û biratiyê ye, Newroz berxwedana li dijî zilmê ye, Newroz ji bo azadiyê ye û mizgîniya biharê ye. Bi germahiya Newrozê hemû ciwan û jinan silav dikim. Bi germahiya agirê ku Rahşan û Zekiye pêxistine, her kesî silav dikim. Divê her kes bi rengê xwe were Newrozê, em Newrozê pîroz bikin. Ez her kesî vedixwînim Newrozê. Cejna Newrozê li jinên Kurdistanî û cîhanê pîroz be."