'Heta tecrîd bi dawî nebe tu kes ji me azad e'

  • 14:32 13 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê dest pê kir di roja xwe ya 97'an de berdewam dike, peyama "Heta ku tecrîd neyê rakirin tu kes ji me ne azad e" hat dayîn.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku  bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin di roja 97'an de didome.  Gelek kesî nobeda ku li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê berdewam dike ziyaret kirin.
 
'Tiştê ku em dixwazin edalet û aştî ye'
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Mûnîfe Kaçak di çalakiya nobedê de axivî û diyar kir ku çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de 108 roj in didome û got, "Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim; Werin em niha çareseriyê pêk bînin. Divê tecrîda giran a li ser girtiyan û birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê azadiya fizîkî ya girtiyên siyasî pêk were. Dayik ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokan zêdeyî 3 meh in li vir rûniştine. Tişta ku em dixwazin edalet û aştî ye."
 
'Heta ku tecrîd neyê rakirin tu kes ji me ne azad e'
 
Piştre Dayika Aştiyê Rabîa Salgor axivî û bi pîrozkirina berxwedana dayikan a çalakiya Nobeda Edaletê dest bi axaftina xwe kir. Her wiha Rabîayê bal kişand ser çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin  tu kes ji me ne azad e. Ji bo şikandina tecrîda li ser girtiyan û birêz Abdullah Ocalan divê gelê Kurd rabe ser piyan û li qadan dengê xwe bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne."
 
Çalakiyê bi dirûşma "Bijî berxwedan zindanan" dewm kir.