Şêniyên Wanê dê di 17'ê Adarê de li dora agirê Newrozê kom bibin

  • 10:23 13 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Parêzer Ebru Demîrtepe ji bo pîrozbahiya Newroza ku  wê di 17'ê Adarê de li ber kela dîrokî ya Wanê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got "Em bi tilîliyên xwe bên gel he daxwaza me azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."
 
Amadekariyên Newroza ku wê di 17'ê Adara îsal de ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" li Wanê bê pîrozkirin, dest pê kir.  Axaftvanên Newroza ku dê li derdora Keleha Wanê ya dîrokî bê pîrozkirin, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan axaftinê bikin û hunermend Suavi, Helîm Omerî, Aryen Kom û Farasine jî wê derkevin ser sahnê ji bo gelê Wanê bistirên.
 
Ji komîteya Amadekar a Newrozê û Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Wanê parêzer Ebru Demîtepe ku duh li avahiya bajêr a DEM Partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya Newrozê bi raya giştî re parve kir,  armanca Newroza îsal vegot. 
 
Daxwaza 'Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan' wê bê kirin!
 
Ebru diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye", Newrozê pêşwazî bikin û wiha got: "Li gel hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adarê de dê di 21'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Em hem li benda bihara xwezayê ne, hem jî li benda bihara Wanê ne. Di heman demê de em vê Newrozê diyarî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in bênavber berdewam dike heye, niha jî destûr nayê dayîn ku bi tu awayî pê re têkilî bê danîn. Ji ber vê yekê li girtîgehan grevên birçîbûn û li derve jî Nobeda Edaletê ya Dayikên Aştiyê heye.
 
'Em ê li dora agirê Newrozê bicivin'
 
Ebruyê destnîşan kir ku daxwazên rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane di nava daxwazên bingehîn ên Newrozê de ne û wiha dewam kir: "Newroz nîşaneya berxwedana gelê Kurd  a li dijî zilm, zordarî û mêtingeriyê ye. Agirê Newrozê sembola berxwedana gelê Kurd e. Newroz qadeke ku em bi tilîlî û dirûşmeyên li dora agir bersivê didin zextên li ser me ne. Ji ber vê yekê gelê me dê bi girse û kelecana xwe daxwazên xwe yên ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, ji bo bidestxistina azadiya wî ya  fîzîkî daxwazên xwe bîne ziman.”