Nobeta Edaletê di roja 100’î de ye: Em çareseriyê dixwazin

  • 09:07 13 Adar 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin 100 roj li pey xwe hişt. Daxaza ji nobetan zelal e: Em çareseriyê dixwazin!” 
 
Girtiyên siyasî yên girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê mijdara 2023’an de bi daxwaza "ji Abdullah Ocalan re azadî  ji pirsgirêka Kurd re çaeserî" çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Bi heman daxawzên Komeleya Alîkariya Malbatên girtiyan (TUAY-DER) û xizmên girtiyan di 4’ê Kanûnê de li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya li Amedê bi biryarek mezin 100 roj li pey xwe hişt. Yekane daxwaza malbatan "azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirsêka Kurd e."
 
Çima hewce bi grevên birçîbûnê hat dîtîn?
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi salane di bin tecrîdek giran de ye 3 sal e tu agahî jê nayê girtin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Girtiyan di vê pêvajoyê de dest bi çalakiya grevên birçîbûnê kirin. Hejmara girtîgehên Tîpa S û Y jî her diçin zêde dibin û bi van girtîgehan dixwazin girtiyan tecrîd bikin.
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) der barê girîgehên Tîpa S, Tîpa Y û Ewlehiya bilind a Nû de  rapor weşand û got ji 2022’an  heta 1’ê îlona 2023'yan 18 girtîgehên nû hatine vekirin û bi van girtîgehan re hejmara girtîgehan bûye 399. Ev girtîgeha 14  tîpa F, 2  tîpa D, yek Tîpa H, 7 tîpa Y, 6 tîpa S, 17 ewlehiya bilind bi giştî 74 girtîgehên ewlehiya bilind hene. 
 
‘Sewqkirin nexweşxaneyan hat derengxistin’
 
Komeleya Mafên Mirovan heyetek şand girtîgehan û heyetê di 18’ê Çileya 2024’an de ji girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1a  Amedê tespîta bidest xistiye de bi raporekê hinek binpêkirinên mafan wiha rêz kir:
 
“*Greva birçîbûnê  ji 27’ê Mijdara 2023’an heta niha didome; 
 
* Îaşe tên dayîn lê qels in,
 
* Kontrolên tenduristiyê ji aliyê personelan ve tên kirin lê hîna kontrola doktor nehatiye kirin, ji bo kontrolê personel tê odeyê,
 
*Randevuyên nexweşxanê pir dereng tên dayîn, dereng tên sewqkirin,
 
*Hinek girtiyên ketine grevê pirsgirêka tenduristiyê dijîn û sewqkirina nexweşxaneyê dereng tên kirin,
 
*Sînorkirina pirtûk û kovaran heye, rojnameyên dixwazin nadinê,
 
*Piştî pandemiyê şûnde aktîvîteyên civakî kêm bûne û ji mafên xwe nikarin fêdeyê bigirin."
 
Pêkanînên dijmirovî
 
Hevseroka OHD’a Amedê di raportaja ku dabû JINNEWS’ê de der barê zêdekirina tîpên S û Y de axivî û gotibû: “Ev girtîgeh ji bajaran du hatine çêkirin. Hewl didin bi vê mirovan  îzole bikin û zexta psÎkolojî bikin. Lİgel vê li pêş hevdîtinan astengiyeke mezine. Xwegîhandina van girtîgehan ji ber durbûn û şert û mercên hewayê zehmetin.” 
 
Nobetên Edaletê
 
Piştî greva birçîbûnê ya girtiyan xizmên girtiyan jî bi heman daxwazê ji bo bibin dengê binpêkirina mafan dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobetên Edaletê deng dan û ji her derê cîhanê peyamên piştgiriyê girtin. Nobetan 100 roj li pey xwe hiştin.
 
Der barê Nobetên Edaletê de nirxandin
 
Der barê Nobeta Edaletê ya 100 rojî de gelek sazî û endamên delegasyona ji Ewropayê hatine nirxandin kirin.
 
‘Hikûmet qesl û tirsoneke’
 
Siyasetmedara kevn a ji Îngîlîstanê hatiye û endama delegasyonê Julîe Warn li Amedê çû serdana Nobeta Edaletê û bi malbatan re hevdîtin kiribû. Julîa di roportaja der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye de nirxandin kir û da zanîn ku di encama tecrîdê de Nobetên Edaletê hatine girtin û wiha dirêjî daye: “Polîsan dora avahiyê girtine. Gelo kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin çawa dikare bibin tehdîd? Bi taybet li ser jin û ciwanan em binêrin, pir zelal tê dîtin ku hikûmet pir qesl û tirsonek e. Ev pêvajoyek zehmete. Têkoşîna malbatan bi nirxe. Her kesî zilm dîtiye lê tevî vê têdikoşin û li ser piyane.”