'Em ê Tetwanê bikin bajarê jinan'

  • 09:06 13 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Elfazî Toral 
 
BEDLÎS - Namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM partiyê Belkîza Epozdemîr tevî hemû êriş, girtin û polîtîkayên çewisandinê çawa ji girtîgehê derket têkoşîna xwe domand. Belkîza diyar dike ku projeya wê ya esas ev  e ku wê Tetwanê bike bajarê jinan.
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bê navber didomin. Li Kurdistanê welatî eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê didin û rêveberiya qeyûman qebûl nakin.
 
Namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê ya DEM partiyê Belkîza Epozdemîr, şaredarî, hevserokatî, projeyên wê bike jiyanê ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
Belkîza Ezopdemîr ku malbata wê xwedî nêrînek siyasiye, bi salane li navend, navçe û taxan dixebite û ji 1999’an heta niha li gelek bajar û navçeyan hevserokatî kiriye. Belkîza ku du deman li Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) rêveberî kir, li Sêrtê du deman di şaredariya HDP’ê de hevşaredarî kir. Bi tayînkirina qeyûman re hat girtin lê tevî hemû êrîş û zextan dest ji têkoşînê berneda.
 
‘Gelê Tetwanê vê heq nake’
 
Belkîzayê wiha dirêjî daye: “Tu tiştekî Perava Tetwanê ji ya Ege, Marmara, Behrareş kêmtir nîne. Em ê van peravan hîn bêtir pêş bixînin. Ji bo Tetwanê gelek projeyên me yên xweş hene. Tetwan bajarekî peravê ye. Lê perav ji çop û qirêjiyê xwedî dibe. Gelê Tetwanê vê heq nake. Em ê bi gel re gelek pirsgirêkan çareser bikin. Em ji vir derketin rê. Tetwan xwedî cihekî taybete. Hem bi çana xwe hem bi sanayî hem bi sewalkarî hem di alî şaredariyê de. Bi projeyan ev wê hîn bêtir pêş bixin. Dora bajar hemû av e lê pirsgisrêka avê heye. Çawa dibe pisgirêka avê heye. Ev jî pratîka şaredariya AKP’ê ye.
 
‘Em ê pirsigirêkan çareser bikin' 
 
Belkîzayê destnîşan kir ku çawa şaredariyê bigirin wê hemû pirsgirêkan çareser bikin û wiha dirêjî daye: “Em ê ji pisgirêkên bajar hemû bi hev re bixebitin. Em soza vê didin. Jin wek her derê li Tetwanê jî hepsê nav çar dîwaran hatine kirin. Qeyûm çawa hatin navenda jinê girt. Em vê dibêjin. Em ê pêşiya vê bigirin. Em ê Tetwanê bikin bajarê jinê. Em ê bi pergala hevserokatiyê re projeyan bikin jiyanê. Jin bi  sedsalane li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin. 
 
Belkîzayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê hêjayî vî bajarî bixebitin. Em ê bi gel re hilberînin û bi hev re bikar bînin. Pirsgirêka taxekê em ê bi gel re çareser bikin. Em ê bi hev re çareseriya biafirînin. Ev meheke em xebatên hilbijartinê didomînin. Em ê şaredariyê ji rêveberiya AKP’ê xilas bikin. Ne ez, bi feraseta em ê biryarên xwe bidin.”