'Bi serhildana 12'ê Adarê rihê têkoşîn û berxwedanê li pêş e'

  • 09:07 12 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso têkildarî 20'emîn salvegera komkujiya Qamişloyê da zanîn serhildana Qamişloyê bû zemînek bingehîn a ji bo avabûna şoreşa Rojava û wiha got:"Bi serhildana 12'ê Adarê û bi projeya neteweya demokratîk rihê têkoşîn û berxwedanê li pêş e. "
 
Îro 20'emîn salvegera komkujî û Serhildana Qamişloyê ye. Wê demê rejîma BAAS'ê di 12’ê Adara 2004’an de li Stadyuma Beledî (Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê) li dijî kurdan komkujî pêk anîbû. Komkujî di dema lîstika futbolê ya di navbera Tîma Cîhad a ji Qamişloyê û Tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê de pêk hat. Bi vê komkujiyê 38 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û derdora 5 hezar kes hatin girtin. Li hemberî vê komkujiyê de serhildanek li dijî rejîma BAAS'ê dest pê kir. Bi taybet partiya navborî plan kiribî ku di dema listikê de fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe. Lê bi hevgirtina pêkhateyên herêmê û bi yekîtiya gelê kurd ev plan têk çû 
 
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso têkildarî komkujiya Qamişloyê wiha got:"Em salvegera serhildan Qamişloyê bi bîrtînin. Her wiha li hemberî tevahî pakrewanên ku di wê serhildanê de bûn qurban, bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
'Li dijî vê komkujiyê yekîtiya kurdan li pêş bû'
 
Ayşe da zanîn li dijî komkujiya 12'ê Adarê gelê kurd bûn yek û wiha pê de çû:" Partiya Yekîtiya Demokratîk di sala 2003'yan de li Sûriyeyê hat avakirin û xwe zêdetir bi rêxistin kir. Lê belê Rejîma BAAS'ê her tim dixwest rêxistinbûyina me têk bibe. Xwest gelê kurd û ereb bike nav şerekî û bi zihniyeta xwe herêmê têxe binê kontrola xwe. Li dijî vê yekê gel nerazîbûna xwe derxist holê û li dijî wan fitineyên ku di nav bera tîma kurdan û ereban de hatibû çêkirin serhilldanekê dest pê kiribû. Ew jî serhildana 12'ê Adarê bû. Li dijî vê komkujiyê yekîtiya kurdan li pêş bû."
 
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê baweriya xwe ji serhildana Qamişloyê girt' 
 
Di dewamiya axaftina xwe de Ayşe bal kişand ser şoreşa 19'ê Tîrmehê û got wê jî bingeha xwe ji serhildana Qamişloyê girtiye û li cîhanê bûye nimûne. Eyşeyê wiha dewam kir:"Şoreşa 19'ê Tîrmehê baweriya xwe ji serhildana Qamişloyê girt û li cîhanê bû nimûne. Ev yek jî bi taybet bi serkêşiya jinê bû. Jina kurd a ku îro li kêleka tevahî jinên di herêmê de ji gelek pêkhateyan yekîtiyê ava dike û xebata xwe dide dewamkirin. Lê belê rejîma Sûriyeyê hewl dide alozî di nava gelan de derkeve. Lê belê pêkhateyên li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li ser sîstema projeya Neteweya Demokratîk îro xwe bi rêxistin dike. Li hemberî van aloziyan xebatê dikin û li dijî wan zihniyetan şer dikin. Dixwazin Sûriyeyek ji zihniyeta rejîma BAAS'ê dûr ava bikin. "
 
'Çareserkirina meseleya kurd wê pêşî li komkujiyan bigire'
 
Ayşe da zanîn gelek serhildan bingeha xwe ji serhildana 12'ê Adarê digirin û wiha pê de çû:"Şoreşa Rojava û destpêkirina aloziya Sûriyeyê bûn sedema guhertina gelek tiştan. Gelek serhildan li dijî zihniyetên yekperest, jinan û nasnameya gelan tune dihesibîne pêk hatin. Ev yek jî bingeha xwe ji serhildana 12'ê Adarê digire. Her wiha projeya Netewa Demokratîk jî esas hat girtin û rihê berxwedanê bêtir derket pêş. Îro gelê kurd xwe bi rêxistin kirine û bi rihê berxwedanê xwe pêş dixin. Ji bo komkujiyên mîna 12'ê Adarê dubare nebin divê kurd yekîtiya xwe pêş bixin û divê meseleya kurd bê çareserkirin. Ger meseleya kurd di Rojhilata Navîn de bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin wê aloziya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dewam bike. Çareserkirina meseleya kurd wê pêşî li komkujiyan bigire. "
 
'Bi serhildana 12'ê Adarê rihê têkoşîn û berxwedanê li pêş e'
 
Ayşe da zanîn ku ger giyanek a berxwedan û têkoşîna li dijî sîstemên zilmê dikin îro li herêmê hebe, ew jî bingeha xwe ji serhildana 12'ê Adarê digire û wiha got:"Bi saya serhildana 12'ê Adarê îro li ser rûyê erdê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê rihê berxwedan û têkoşîna li dijî sîstemên hegemon her li pêş e. Di bingehê de felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a ku her daxwaza azadî, xwişk û biratiya gelan dike heye. Bi vê felsefeyê îro gel li dijî zihniyetên hegemon karê xwe dike. Wê bi saya vê yekê jî guhertinên siyasî çêbibin. Ji bo çareseriya aloziyan ev girîng e. Di heman demê de jî projeya neteweya demokratîk jî projeyeke bi hêz a ji bo çareseriya pirsgirêkan e. Bi serhildana 12'ê Adarê û bi projeya neteweya demokratîk rihê têkoşîn û berxwedanê li pêş e. "