'Em ê qeyûman bişînin'

  • 09:04 12 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hilbijêrên Wanê bal kişandin ser polîtîkayên tecrîd, înkar û îmhayê ya li hemberî Gelê Kurd û gotin: "Jin dê bersiva herî xurd di 31'ê Adarê de bide qeyûman. Her wiha li dijî zilma li hemberî kurdan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Ji hilbijartina herêmî re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajaran xebatên xwe bi coşek mezin didomîne. Li Wanê bi serdana hilbijêran ên gund, navçe û bajaran, bi vekirina buroyên hilbijartinê xebat didomin. 
 
Hilbijêrên Wanê derbarê hilbijartin û daxwazên xwe yên şaredariyê ji ajansa me re anîn ziman.
 
Kadriye Gezicî: Ji bo aştî û demokrasiyê divê her kes dengê xwe bide DEM Partiyê. Her wiha heke Gelê Kurd bibe yek dê aştî û demokrasî bê vî welatî. Her wiha bi yekitiyê em ê serokê xwe û girtiyên xwe dikarin azad bikin. 
 
Vesîle Paçali: Di hilbijartina herêmî de dê Gelê Kurd polîtîkayên qeyûman vala derbixe. Em şer naxwazin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Her wiha divê her kes xebatên hilbijartinê bidomîne. 
 
Şadiye Aktî: Divê li Wanê jin pêşengtiya hilbijartina herêmî bike. Em ê deng bidin xwe û şaredariyên xwe bi dest bixin. Li dijî tecrîdê û ji bo aştiyê divê Gelê Kurd dengê xwe bide partiya xwe. Divê her kes destê xwe dayne ser wîjdana xwe û wisa biçe ser sindoqan. Namûs tê wateya nasname, ax û deng. Em ê xwedî li namûsa xwe derkevin. 
 
Hazal Ozoran: Em tenê mafê xwe dixwazin. Ji ber ku em kurd in em dengê xwe didin DEM Partiyê. Divê kurd bêdeng nebe û ji bo mafê xwe li ber xwe bide. 
 
Cahîde Şen: Em ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşin. Çima zilme li me dikin. Divê siyastemedarên girtî serbest bên berdan. Em jî wekî gelên din dixwazin azad bijîn. Neheqî li Gelê Kurd dikin. Heke yekitiya Gelê Kurd hebûya ev zilm pêk nedihat. Ji ber vê yekê ez dengê xwe didim DEM Partiyê. Kesên ku deng bidin partiyên din bê îman in. 
 
Îrem Çevik: Ez çalakiya Nobeda Edaletê silav dikim. Em dixazin ji serokê xwe agahî bigirin. Çend sal in agahî jê nayê girtin. Dixwazin bi tecrîdê serê li me bitewînin. Lê bila li dîroka me binêrin, Seyîd Riza çok daneynî. Serok Apo jî dê çok daneyne. Divê polîtîkayên tecrîdê bê bidawî kirin. Turgut Ozal, Suleyman Demîrel, Kenan Evren li hemberî kurdan her tim polîtîkayên înkar û îmhayê pêk aniye. Ev kes dê bimirin û biçin. Şer feydeyê nade tu kesî. Vîna Gelê Kurd bi hêz e lê di ferqa hêza xwe de nînin.