'Çawa em şaredariyê bigirin em ê ji bo jinan koperatîfan vekin'

  • 09:03 12 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Namzeta DEM Partiyê ya Bajêrgê Gulistan Akarsu bal kişand ser lîstikên îktidarê û wiha got: “Li aliyekî îradeya gel heye li aliyekî dengên ji Ege û Behrareş anîne hene. Plan û lîstinên amade kirine hene. Em ê wek gelê Bajargeyê dengê xwe bi kar bînin û bi awayekî xurt bibin bersiv.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û xebatên partiyên siyasî bê navbre didome. Li Tirkiyeyê DEM Partî jî xebatên xwe bi vekirina buroyan, nasandina namzetan, hevdîtinên gel û hevdîtinên jinan didomînin. DEM Partî xwedî îdia ye ku hemû şaredariyên Kurdistanê bigire. Li bajaroka Bajêrgê ya Geverê di 31’ê Adara 2019’an de bi giştî 2648 deng hatin bikaranîn. HDP’ê 835 deng girt û AKP’ê 950 deng girt. AKP ya ku ji gelek cihî dengên polîs û leşkeran birin bi 115 dengî bi awayekî dijhiqûqî şaredarî girt.
 
Namzeta Bajêrgê Gulistan Akarsu projeyên xwe vegot.
 
‘Gelê me xwedî lê derdikeve’
 
Gulistanê daxuyakirin ku di encama dengdayînê de namzet hatine hilbijartin û wiha vegot: “Gelê Bajêrgê bêyî newekheviya mêr û jinê bike ligel me cih digirin û moral didin me. Gelê Bajêrgê li gorî gelek deverî feodalîte li pey xwe hiştiye. Tişta herî zêde gel tîne ziman ev e; gel avêtine plana duyemîn. Em diçin kîjan malê dibêjin piştî hilbijartinan em ji bîr kirine. Dibêjin sozên hatine dayîn nehatine cih. Piştî me starta xebatan da em dixebitin. Gelê me xwedî lê li partiyê derdikeve.”
 
‘Ji Ege û Behrareş dengan tînin’
 
Gulistanê balkişand ser lîstikên di hilbijartinan de tên lîstin û wiha daxuyand: “Şaredarî bi zîhniyeta serdest tê meşandin. Hejmara jinên di şaredariyê de dixebitin kêm in. Em ê wek DEM Partî nûneriya wekhev pêk bînin. Em ê îradeya gel a wekhev û nûneriya wekhev hem di şaredariyan de hem di sindoqan de nîşan bidin. Em ê bi DEM Partiyê re polîtkayek wekhev bişopînin. Îradeya jinan ji aliyê partiyên din ve tê tunekirin. Li aliyekî îradeya gel heye li aliyê din jî dengên ji Ege û Behrareş tînin hene. Lîstik û planên amade kirine hene. Lê em ê bersiva van di sindoqan de bidin.”
 
Çawa AKP’ê şaredarî girt pêşiya bazirganiya sînor girt
 
Gulistanê bal kişand ser ser girtina sînorên bazirganiyê ya ji aliyê AKP'ê ve û wiha domand: “Ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê gelek hilbijêr ji derve anîne. Gel jî vê dizane. Gel dibêje dengên ji wir tên wan temsîl nakin. Sozên AKP’ê beriya hilbijartinan dabûn hebûn. Gotin wê deriyên sînor hîn zindî bikin. Lê niha bazirganiya sînor sekiniye. Bazirganiya bi tir û wesayîtan hat kirin îro bi kîloyan jî nayê kirin.”
 
‘Em ê jinan di hêza kar de bibînin’
 
Gulistanê destnîşan kir ku gelek projeyên wan hene û dema derbasî şaredariyê bibin wê hemûyan bikin meriyetê û wiha anî ziman: “Li Bajêrgê berê tu proje nehatine kirin. Em ê wek DEM Partî vê bikin. Wê qada koperatîfa jinan bê avakirin. Jin wê hilberînê bikin û hilberînên xwe bifroşin. Wê di alî aborî de li ser piyan bisekinin. Ji bo xwendekaran wê fêrgeh û pirtûkxane bên vekirin. Em ê projeya piştgiriya çandiniyê bikin. Em ê jinan zêdetir di qada hêza kar de bibînin.”
 
Gel wê xwedî li îradeya xwe derkeve
 
Gulistanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn wê şaredarî bibin ên gel û wiha got: “Em ji gelê Bajêrgê piştgiriyê dixwazin. Bila dengên xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin. Gel bi DEM Partiyê bawer dike. Dema em şaredariyê bigirin wê şaredarî bibe şaredariya gel."
 
Gulistan Akarsu kî ye?
 
Gulistan Akarsu di 1993’yan de li Bajêrgê hatiye dinê. Li zanîngeha Mersînê rêveberiyên herêmî xwendiye. Namzeta hevşaredariya Dem Partiyê ye.