'Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê bişînin'

  • 09:04 11 Adar 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Jinên Qilebanê diyar kirin ku wê li dijî hilbijêrên kaçax xwedî li îradeya xwe derkevin û got şaredariya AKP’yî tenê ji xizmên xwe re dixebite û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê bişînin. Em bixwe bawer in û em ê bi ser kevin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê  re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê xebatên xwe bê navber dimeşîne. Gelê Qilabanê da zanîn ku şaredariya ku 5 sal in di destê AKP’ê de ye ne ji wan re ji xizmên xwe re xizmetê dikin û got li dijî hilbijêrên kaçax ên AKP’ê wê xwedî li îradeya xwe derkevin, destûrê nedin xespkirina îradeya wan. Her wiha li bajar pirsgirêka rê, av û parqan jî nayê çareserkirin û tevî hemû serlêdanan bê bersiv tê hiştin.
 
‘Em ê şaredariyan ji destê AKP’ê bigirin’
 
Fecriye Şengul daxuyakirin ku ew dixwazin DEM Partî şaredariyê qezenc bike û wiha vegot: “Zilma ku AKP’ê bi me daye jiyîn bila biqede êdî. Ev der axa me ye. Em dixwazin AKP ji vir derkeve. Li dijî hilbijêrên kaçax divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.”
 
Azîme Gun jî bi lêv kir ku şaredariya AKP’ê yek xizmetek ji wan re nekiriye û wiha bang kir: “Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin. Em ê di 31’ê Adarê de şaredariyê bigirin.”
 
‘Em naxwazin zilmê bibînin’
 
Narinç Unver jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Bi salan e AKP’ê yek xizmetek nekiriye. Em tenê hatine kuştin. Em dixwazin em bi ser kevin. Em zilmê naxwazin. Em her tim tên qetilkirin. Em naxwazin zarokên me bên qetilkirin. Em ê di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bin. Bila partiya me qezenc bike em tiştekî din naxwazin.”
 
‘Em ê AKP’ê bişînin’
 
Kiymet Alturk jî destnîşan kir ku AKP 5 sal in tenê ji xizmên xwe re dixebite û wiha dirêjî dayê: “5 sal berê gelek soz hatin dayîn. Lê yek nehat cih. Ev der cihekî biçûk e. Şaredarî girtin tenê ji xizmên xwe re xizmet kirin. Em dixwazin ev êdî rabe. Em dixwazin gel bibe xwedî gotin. Em dixwazin jin bibin xwedî gotin û hepsê malê nebin. Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê bişînin.”
 
‘Pirsgirêka rê nehat çareserkirin’
 
Helîn Urek bal kişand ser pirsgirêkan û wiha anî ziman: “Em wekheviyê dixawzin. Em wek jinên ciwan gelek pirsgirêkan dijîn. Bi serkeftina DEM Partiyê wê li bajar nûneriya wekhev pêk bê. Ji bo ciwanan yek qadek nehatiye vekirin. Yek sozek nehatiye dayîn. Ez bang li her kesî dikim ku bi edalet tevbigerin.”