JINHA 12 salî ye: Ji duh heta îro dengê jinan qut nebûye

  • 09:18 7 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Yek ji nûçegîhanên JINHA’yê ku 8 sal berê hat girtin, Habîbe Eren wiha got: “Jinan bi ajansa me re hem ji xwe parçeyek tê de dîtin hem jî derfetê bikaranîna çapemeniyê ku wek alaveke dengê xwe bidin bihistin, dîtin.”
 
Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, di 8’ê Adara 2012’yan de dest bi weşanê kir. Li dijî serdestiya mêr a di çapemeniyê de ji bo bibe deng û gotina jinê bi dirûşma ‘Û em zimanê çapemeniyê diguherin. Ji me û şûnde wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi weşanê kir. JINHA’yê ji bo nêrînên mêran bişkînin, ji bo zimanê wan ê mêr biguherin ji kameravanan bigire heta nûçegîhan, heta wênekêşên wan, heta edîtor, şefa nûçeyan, midûra nûçeyan hemû xebatkarên ajansê di çapemeniya alternatîf de helwestek muxalîf nîşan dan û hemû jin in. JINHA’yê hem wek rojnameger û hem jî wek têkoşîna jinan xebatên xwe meşand.
 
Di encama têkoşîna mafdar û helweta bi biryar a JINHA’yê de rojname û televîzyonên sala ewil nûçeyên wê bi kar neanîn êdî JINHA referans girtin. Li ser vî esasî nûçegîhanên di serî de çûn Rojava, nûçegîhanên JINHA’yê bûn. Ajansa ku yekem car îlan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye dîsa JINHA bû. JINHA bû çavkaniya ilhama gelek sazî û dezgeyan. JINHA di 29’ê cotmeha 2016’an de KHK’ê hat girtin. Tevî hemû zextan rojnamegerên jin serî netewandin û bi Gazete Şujin berdewam kirin. Ew ew jî di bi 25’ê Tebaxa 2017’an de girtin. Di 25’ê Îlona 2017’an de bi JINNEWS’ê riya xwe berdewam kirin.
 
Rojnameger Habîbe Eren der barê 12’yemîn salvgera avakirina JINHA’yê de axivî.
 
‘Tevgera jinan hedef hat girtin’
 
Habîbeyê behsa dema avakirina JINHA’yê kir û got malperên weşanên xwe dikirin hatine girtin û got: “JINHA 8’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Em bêyî ku mêr dibêjin çi dinivîsin’ hat avakirin. Li dijî zîhniyet û zimanê ku jin di rupelên magazînan de sînor kirin, me bi nêrîna ku aliyên jinan yên xurt digirin dest, dest bi weşanê kir. Vê pêvajoyê de herî zêde jin û tevgera jinan hedef dihat girtin. Li hember JINHA’yê jî êriş pêk hatin. Ji roja em hatin avakirin em bi astengî û êrişan re hatin rû hev. Malperên me hatin astengkirin hevalên me hatin binçavkirin, doz hatin vekirin, darizandin û ajansa me hat girtin. Di 2016’an de bir yara OHAL’ê re ajansa me hat girtin.”
 
‘Bi jinan re zarok jî hedef tên girtin’
 
Habîbeyê destnîşan kir ku feraseteke nûçeyan a li hemû cîhanê belav bûye hewandine û wiha dirêjî daye: “Têkoşîna jinan xwe dispêre demên pir kevn. Ji duh heta îro li Tirkiyeyê jinan di demên krîtîk û bi êş de dengên xwe bilind kirine. Ev pêvajoyeke ku ji duh heta îro hatiye. Piştî darbeya 1980’ê şûnde yekem car jinan kolan bikar anîn. Li dijî tundî û îşkenceyê jinan kolan bikar anîn. Di taritiya salên 90’î de bedena jinên wek wek alava zayendê hat bikaranîn hemjî wek alava cezakirinê hat bikaranîn. Di bin çavan de  di pêvajoyên girtinê de tevî Pêvajoyên cidî hatin jiyîn jin bê deng  neman, tiştên ku bi wan hatin jiyîn derxistin holê. Di salên 2000’î de dîsa jin di eniya pêş de bûn. Îro em dinêrin di pêvajoya OHAL’ê de derbayê de dîsa jinan dengê xwe dan bihistin û li qadan bin. Parastina cewherî pêk anîn û gotin em li vir in. Ji ber vê jin hedef tên girtin û ligel jinan zarok jî hedef tên girtin.”
 
‘Zext her diçin zêde dibin’
 
Habîbeyê zext û tundiyên li hember jin û zarokan bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li hember ajansên nûçeyan yên jinan û saziyên din yên çapemeniyê ji ber rojnameger tundiyê derdixin holê pêk tê. Mêr êdî serî li komkujiyan didin ji ber bê ceza tên hiştin û tên xelatkirin. Dibêjin ‘ji xwe tiştek b imin nayê’. Bi vê nêrînê re qetilkirin gihiştine astek din. JINNEWS’ê ku dengê jinan da bihistin. JINNEWS û saziyên din yên çapememiyê tunebûna wê serê van cînayetan bihata girtin û wek edlî bihata nîşandan. Mêran ji qetilkirinên wisan re gotin întîxare û serê wê girtin. Lê rojnamegerên jin ev derxistin holê.  Yek ji vê jî JINHA û JINNEWS e. Ji ber vê jî hewl tê dayîn deng bê birîn. Salên dawî de operaysonên li hember Çapemeniya Kurd tên kirin di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin. Di 2015’an de piştî pêvajoya çareseriyê bidawî bû, zext jî zêde bûn.”
 
‘Çi ji destê rojnamegeran tê dikin’
 
Habîbeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hemû zextan çapemeniya azad didome û wiha dawî lê anî: “Çapemeniya azad û çapemeniya kurd îro her şert û merci de xwedî wê feraseta ku vê kevneşopiyê bidomîne de ye. Tevî hemû zext, komkujî, bombebarankirin û kuştinên  kiryar nediyar pêvajo hil girt û meşand. Em tiştên du hatine jiyîn nizanibin jî hişekî kolektîf yê vê civakê heye. Em dibin ku çi hatine jiyîn û hatiye jiyankirin. Berxwedanek li dijî êrişan heye. Em bi hêza ku ji dîrokê digirin, bi tiştên dibînin, bi hişê xwe yê kolektîf ji bo ev kevneşopî bê domandin çi ji destê me tê dikin.”