Jinên Bedlîsê: Em ê têkoşîna ‘Jin jiyan azadî’ mezin bikin

  • 09:15 7 Adar 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
BEDLÎS - Jinan diyar kirin ku wê bibin dengê jinên di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Em paşengên jinên şehîd ketine. Hemû jin ji bo li dijî tundiyê bisekinin divê li qadên 8’ê Adarê bin. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ mezin bikin û li qadan bin.”
 
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hemû jin serhildan û berxwedana xwe li qadan didomînin. Jinên têkoşîna mafê wekhev û azadiyê didin, bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ sala 2024’an pêşwazî dikin. Jinên li dijî têkoşîna zîhniyeta serdest şûnde gavê navêjin, peyama wê bi têkoşîn, berxwedan û serhildanê li qadên 8’ê Adarê bin, dan.
 
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Dîlek Ozan destnîşan kir ku wê bi wesîleya 8’ê Adarê têkoşîna xwe li qadan mezin bikin û got: “Em ê bibin dengê jinên hatine qetilkirin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Tundî li dehan jinî tê kirin. Ji bo em pêşî li vê bigirin em dixebitin. Xebatên me li her derê didomin. Em li kolanan li dijî zîhniyeta serdest dengê xwe bilind dikin. Têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr wisa ne hêsane. Ji paşerojê het aniha gelek bedel hatin dayîn. Jin li he rderê bi têkoşînê dikarin pêşî li vê bigirin. Em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Em têkoşînê bi ‘jin jiyan azadî’ mezin dikin.”
 
‘Em li qadan dengê xwe bilind bikin’
 
Safiye Denlî jî diyara kir ku ji bo wê her roj 8’ê Adarê ye û wiha anî ziman: “Divê jin di her qada jiyanê de cih bigire. Jin he roj ji aliyê zîhniyeta mêr ve tên qetilkirin. Di civakê de cihê jinê hebe jiyan jî heye. Zîhniyeta jinê li alî civakîbûnê ye. Jin wek zîhniyeta serdest nafikire. Jin wekheviya mêr û jinê diparêze. Civakek bê jin civakek rizyayiye. Ez bang li hemû jinan dikim ku 8’ê Adarê de li qadan bin.”
 
‘Em ê gotina we her tim bêjin’
 
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Gulbahar Erkiliç jî der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wiha bi lêv kir: “Roja jinan ji bo me ferze.  Divê hemû jin bibin yek têkoşînê bilind bikin. Tevî zextan em ji rastiya xwe dur nakevin. Kî dibêje çi bila bêje em jin wê her tim gotina xwe bêjin. Em dest ji doza jinan bernadin. Em destur nadin ev têkoşîn bidawî be. Em hemû şehîdên 8’ê Adarê pîroz dikin."
 
‘Heta jin azad nebin civak jî azad nabin’
 
Emîne Dîlber Irgat jî nêrînên xwe wiha daxuyand: “Zîhniyeta serdest bi zextan dixwaze jinan bigire bin bandora xwe. Li dijî vê berxwedanek topyekun pêwiste.  Heta jin azad nebin civak jî nikarin azad bibin. Het a ku hemû jin azad bûn em ê hemû azad bibin. Mêr jî di bin bandora pergalê de dimînin. Pergal li mêran çi dikin ew jî bi jinan dikin. Ev koletiye. Em vê koletiyê qebûl nakin. Wê têkoşîna me her tim bidome. Ne tenê 8’ê Adarê divê her roj jina jinan be. Divê em her tim ligel hev bin di piştevaniyê de bin. Divê em her tim qadan tije bikin. Divê em hev biparêzin. Em li qadan bin dengê xwe bilind bikin.”