Jinên Sêrtê dê di 8'ê Adarê de dakevin qadan

  • 09:12 7 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Jinên li dijî pergala serdest ya mêr tê dikin 8’ê Adarê bi têkoşînê pêşwazî dikin. Jinên Sêrtê ji ajansa me re axivîn û banga daketina qadan kirin.
 
Jinên li her qada jiyanê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têdikoşin, bi serkeftina xwe li hemû cîhanê peşenigya têkoşîna azad dikin. Jin bi dirûşmeya xwe ya nû qadan tije dikin û di 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de wê li qadan bin. Jinên Sêrtê ji ajansa me re axivîn û banga tevlibûna qadan kirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Cemîle Altan da zanîn ku 10 roj beriya 8’ê Adarê dest bi xebatan kirine û tax bi tax mal bi mal xebat meşandine. 
 
Cemîleyê da zanîn ku di hevîtinan de girîngiya 8’ê Adarê û polîtîkayên şerê taybet diaxivin û got: "Li dijî êrişên desthilatdariyê qada jinan çawa tê tengkirin, nîqaş dikin. Piştre em li ser tedbîrên ku çawa dikarin pêşî li van êrişan bên girtin daixivin. Di hedefa polîtîkayên şer de jin hene. Ji ber vê divê jin li her qadê cihê xwe bigirin. Em 8’ê Adarê de saet di 13.00’an de li Kolana Gureş wê buroya hibijartinê ya jinan vebikin û hemû jinan dipên pîrozbahiya li wir.”
 
‘Divê jin dakevin qadan’
 
Nezahat Yardim jî bi lêv kir ku divê jin ji bin zextan xilas bibin û wiha domand: “Divê jin azad bin. Divê pêşî li xebatên wan neyên girtin. 8’ê Adarê de em ê bi hev re daketin qadan û govendê bigerînin. Em naxwazin jin bên qetilkirin, dengê wan bê birîn. Divê jin xurt bin. Li her qadê bin.”
 
‘Kes nikare asîmanên me bigirin’
 
Jina bi navê Emîne jî daxuyakirin ku kes nikare asîmanên wan bigirin, wê bi serkevin û wiha pê de çû: “Yekane daxwazên me mafên me ne.” 
 
Jina bi navê Fatoş jî wiha got: “Em nikarin bi rehetî daketin kolanan. Divê jin dakevin qadên xebatê. Newekheviya jin û mêr tê jiyîn. Divê ev ji holê bê rakirn. Divê jin daketin kolanan. Ez roja jinan li hemû jinan pîroz dikim.”