Jinên Colemêrgê: Dengên me ji DEM Partiyê re

  • 09:10 7 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê beriya hilbijartinên herêmî axivî û gotin wê dengên xwe bidin DEM Partiyê û wiha berdewam kirin: “Ji ber DEM Partî jinan diparêze û ji jinan re pêşengiyê dike em dengên xwe didin wê.”
 
Ji hilbijartinên 31’ê Adarê re demek kurt ma. Li Colemêrg û navçeyên wê di 31’ê Adarê de wê 195 hezar û 815 kes di 658 sindoqî de dengên xwe bikar bîne. DEM Partî ya di hilbijartinên 2023’yan de serkeftinek mezin bidest xist bi biryare ku di vê hilbijartinê de jî bidest bixin. Jinên Colemêrgê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku li dijî qeyûman û lîstikên AKP’ê wê dengên xwe bidin DEM Partiyê.
 
‘Ji bo me ya esas DEM Partiye’
 
Kevser Kaya da zanîn ku bi salane denga xwe didin DEM Partiyê û wiha got: “Denga me ji DEM Partiyê re ye. Partiyên din çi dikin bila bikin ev der axa meye. Tu kes nikare warê kurdan bigire. Em ê biserkevin. Partiyên din nikarin me bi alîkarî û pereyan bixapînin. Em ê vê di 31’ê Adarê de bişînin. Partiyên din jinan davêjin plana dawî. DEM Partî girîngiyê dide jinan. Ji ber vê em dibêjin DEM Partî.”
 
‘DEM Partî ji bo jinan azadiyê îfade dike’
 
Rejîn Sonmez daxuyakirin ku wek jinek Colemêrgê wê denga xwe bide DEM Partiyê û wiha bi lêv kir: “Li cihê Kurd dijîn divê DEM Partî biserkeve. Pêşeroja me jinan destê DEM Partiyê de ye. DEM Partî azadiya me jinan îfade dike. Partiyên din li pey berjewendiyên xwe ne. DEM partî hemû gelan difikire.”
 
Jina bi navê Aliye Keskîn got wê dengê xwe bidin xwe û got partiya wan ji bo gel xebatên baş dimeşîne.
 
‘Dengên me ji DEM Partiyê re ne’
 
Melek Kaya jî wiha got: “Divê mirov eslên xwe jibîr nekin. Dema me ji DEM Partiyê re ye. Mirovan tu carê eslên xwe jibîr nekirin. Em wek gelê Colemêrgê her tim ligel DEM Partiyê ne. Qeyûman ji bo me tu titşek nekirin. Dema gel diçe ser sindoqan bila DEM Partiyê jibîr nekin.
 
‘Em ligel DEM Partiyê ne’
 
Hanîfe Kanat jî destnîşan kir ku zimanê wan kurdiye û partiya wan DEM Partiye û got ew piştgiriyê didin DEM Partiyê.
 
Mahîde Kaya jî diyar kir ku bêyî şert û mec dengên xwe didin DEM Partiyê û wiha bidawî kir: “Em jin dengên xwe didin partiya xwe. Ji beryaken partiya zimanê me diparêze DEM Partiye. Ya girîng jî em kurd in û dengê xwe didin DEM Partiyê. Hevaşredar kî dibe bila bibe. Em li vê nanêrin. Wê li Colemêrgê DEM Partî biserkeve. Em ê her tim ligel partiya xwe bin.”