Ji bo guhertina pergalê wê li qadan bin

  • 09:07 7 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama SES’ê teknîkera patolojiyê Halîme Altan da zanîn ku jin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiriyê bi şertên nebaş re rû bi rû ne û got: “Li dijî hemû zayendperestî û newekheviya di qada jiyan û tenduristiyê de gotinên me hene. Em dikarin di 8’ê Adarê de desthilatdariyê jî pergalê jî biguherin.”
 
Jin li dijî hemû polîtîkayên dijminê jinê yên mêr-dewletê têkoşîna xwe bi biryarek mezin dimeşînin. Jinên li dijî binpêkirina kedê, tundiya mêr-dewletê, qirkirina ekolojiyê dengê xwe bilind dikin. Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jin li bajar, qad, kolan û taxan xebatan dimeşînin û rêgazên têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê nîqaş dikin.
 
Endama Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) teknîkera patolojiyê Halîme Altan der barê 8’ê Adarê de axivî.
 
Jiyanek bê tendurist li jinan tê ferzkirin
 
Halîmeyê daxuyakirin ku kedkarên jin yên tenduristiyê bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev û ji bo di qada tendurisityê de jin bên dîtin hewl didin. Halîmeyê wiha dirêjî daye: “Divê di her qadê de her mijarê de jin biryaran bidin. Ne tenê qada tenduristiyê de hemû qadên jiyanê de jin kirde ne. Em ji bo vê hewl didin. Li dijî zayendperestî, newekheviyên di qada tenduristiyê de di civak û cemawerî de gotinên me hene. pergala tenduristiyê ya kapîtalîzm ferz dike divê bê rakirin. Jin di bin şertên ne tendurist de dijîn.”
 
‘Pergala ekolojist dane pergala kapîtalîst’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku ji dema neololîtîk heta niha der barê jinan de gelek tişt hatine guhertin û wiha pê de çû: “Têkiliya jinan a bi şifayê re û zanîna tenduristiyê re ji dest hatiye girtin. Dema ji pergala ekolojist derbasî pergala kapîtalîst bûne jin ji ked û tenduristiya wê hatiye biyanîkirin. Ji roja pergala ekolojist dewrê pergala kapîtalîst hatiye kirin gerdun xera bûye. Jin kirin alîkarê mêr. Ket bin serdestiya mêr.”
 
Hejmara kedkarên jin ji ya mêran zêdetir e
 
Halîmeyê destnîşan kir ku îro hejmara kedkarên jin yên tenduristiyê ji ya mêran zêdetire û wiha got: “Karê malê karê paqijiyê karê ku kedê dixwaze her tim jin digirin ser xwe. Em li dijî vê ne. Hêza me jinan heye ku em gotina xwe bêjin. Bi salane li nexweşxanê dixebitim. Pêvajoya ez xebitîme de gelek tişt guherîn. Me gelek tişt jiyan. Qezencên me windahiyên me çêbûn. Heqdestê ku mafê me bû me tu carê negirt. Du zaorkên min çêbûn. Destûrên welidînê kêm bûn. Hîjyena pêwist nehat kirin. Dema derketin destûra bi pere di alî aborî de min gelek zehmetî kişandin. Saetên xebatên gelek mirovan diwestînin.”
 
Ji bo 8’ê Adarê bang
 
Halîmeyê ji bo 8’ê Adarê jî bang il hemû jinan kir û got: “Hêza me heye em pergalê biguherin. Yên herî wêrek jin in. Jin bixwe bawer bin wê her tiştî çareser bikin. Em dikarin vê 8’ê Adarê biguhertin. Em dikarin pergalê jî desthilatdariyê jî biguhertin. Divê hemû jinên kedkar têkşîna xwe bidomînin. Divê li qadan û sendîkayan bi awayekî yekbûyî ev têkoşîn bê dayîn. Ez banga mezinkirina têkoşînê dikim.”