Di panela 8'ê Adarê de banga yekîtiya jinan a li dijî tundiyê

  • 10:27 4 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê tevli panela ji bo 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku divê li dijî tundiyê yekîtiya jinan bê avakirin û wiha gotin:"Xwegihandina vê rojê ancama ked û têkoşîna bi salan e. Heta roja me ya îro jin li berxwe dide û têkoşîna xwe dide dewamkirin. Jin ji bo mafê xwe bi dest bixe û mohra xwe li dîrokê bide, edaleta civakî bide avakirin her tim li berxwe didin."
 
Bi dirûşma"Bi vîna jina azad em ê siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" Ofîsa Jinê ya  Partiya Yekîtiya Demokatîk  (PYD) panelek li dar xist. Panel li Talêt Heleb a ku dikeve milê şerqiya taxê hat çêkirin. Di panelê de jin ji gelek herêmên Sûriyeyê yên weke Humis, Hema, Laziqiyê, Tertos û Helebê hatibûn û li ser roja 8'ê Adarê û rola jinaan a di Sûriyeyê de nîqaş kirin. Jinan di axaftina xwe de dan diyarkirin ku têkoşîn û xebat ji bo gihandina hemû jinên li ser xaka Sûriyeyê wê bên zêdekirin, ji ber ku bi hebûna jinên azad û bi bandor em dikarin li hemberî hemû siyasetên qirêj ên ku li dijî welatê xwe tên bikaranîn rawestin.
 
'Xwegihandina vê rojê ancama ked û têkoşîna bi salan e' 
 
Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed da zanîn jin heta roja îro jî li berxwe dide û wiha got:"Bi boneya 8'ê Adarê em îro panela xwe li dar dixin. Her wiha xwegihandina vê rojê ancama ked û têkoşîna bi salan e. Heta roja me ya îro jin li berxwe dide û têkoşîna xwe dide dewamkirin. Jin ji bo mafê xwe bi dest bixe û mohra xwe li dîrokê bide, edaleta civakî bide avakirin her tim li berxwe didin."
 
'Bi felsefeya Rêbertî jin tekoşîna xwe didomînin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Îlhamê derbarê dirûşma "Jin Jiyan Azadî" a ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin wiha axaftina xwe domand:"Dirûşma jin jiyan azadî ya ku bi saya felsefeya Rêbertî derket holê îro bi saya wê jin tekoşîna xwe didin dewamkirin. Ji bo ku em bikaribin bi riya vê ked û tekoşîna xwe, xwe bigihînin hemî jinan û çareyek ji bo mafê jinan bê dîtin em li berxwe didin û panelên bi vî rengî li dar dixin. Ji bo jin bibin xwedî biryar ev gavên girîng in. Jinan di Şoreşa Rojava de jî gavên girîng avêtin. Jinan bi rêya Şoreşa Rojava di her qadê de cihê xwe girtin û bi riya xebatan em hewl didin xwe bigihînin tevahî jinên li cîhanê. Bi taybet jinên di herêmên dagirkirî de bi her cureyên kiryarên ne baş rû bi rû dimînin. Em hewl didin bibin dengê wan."
 
'Em hewl didin yekîtiya jinê ya li dijî tundiyê ava bikin'
 
Di heman demê de ji Tertosê jî Sara Ebas a tevli panelê bû wiha got :"Ji Tertosê îro em tevlî vê panelê bûne ji bo ku em bikaribin nêrîna tevahî jinan bikin yek û li dijî tundiyê serî hildin. Bi taybet di roja 8'ê Adarê de em hemî pakrewanên jin ên di riya azadiyê de canê xwe feda kirine mîna Barîn, Hevrîn û h.w.d bi bîr tînin. Wan mohra xwe li dîroka berxwedanê dan."
 
Banga ji bo yekîtiya jinan 
 
Di dawiya axaftina xwe de Sarayê bal kişand ser rola jina bi fikrên xwe derdikeve pêş û wiha got:"Îro di civaka me de bêhtir jina ku dixwaze xwe bigihîne azadiya zihnî keda xwe dide dewamkirin. Ev jî ji bo me ya herî girîng e da ku em civaka xwe ji zihniyetên desthilatdar biparêzin. Her wiha banga min ji bo tevahî jinan ew e ku yekîtiya xwe bidin avakirin û li ser wê bingehê xwe bigihînin civaka bi dad û azad."