Namzeta Gimgimê: Gel wê dengê xwe bide DEM Partiyê

  • 09:11 4 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Elfazî Toral
 
MÛŞ - Namzeta hevşaredariyê ya Gimgimê Gulbahar Kaya da zanîn ku gelê Gimgimê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û wiha got: “Gel îradeya xwe wê li alî DEM Partiyê bikar bîne.”
 
Desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên tayînkirina qeyûman rêveberiyên her derê Kurdistanê bigire dest xwe jî tu carê gelê Kurd qeyûm nas nekirin.  DEM Partî ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê bi biryarek mezin xebatên xwe dimeşîne. Yek ji cihên ku li alî DEM Partiyê dengên xwe dê bi kar bîne jî Gimgim e. Gelê Gimgimê bi biryar e ku bi îradeya xwe qeyûman bişîne.
 
Gulbahar Kaya di 1978’an de li gundê Segran ê navçeya Gimgima Muşê hat dinê. Dibistana navîn û lîse li Gimgimê temam kir di 2009’an de Beşa Hunerên Destan a Zanîngeha Balikkesîrê xwend. Piştî dibistanê vegeriya Gimgimê û du deman di perwerda gel de dersa wêneyan da zarokan. Di 2012’an de du deman rêveberî û hevserokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kir.  Di 2016’an de di navenda Jinan Savuşka de xebat meşand. Lê piştî qeyûm şaredarî hat girtin û Gulbahar di 2017’an de ji ber hincetên faliyetên siyasî hat girtin û 4 salan girtî ma.  Di cotmeha 2021’ê de cezayê wê qedya û hat berdan.
 
Namzeta hevşaredariyê ya Gimgimê ya DEM Partiyê Gulbahar Kaya der barê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Qeyûm êrîşek li dijî nûneriya jinê bûn’
 
Gulbaharê da zanîn ku bi Tevgera Jinên Azad (TJA) re bi salan xebat meşandiye û hîna xebatên TJA’yê dimeşîne. Gulbaharê da zanîn ku ji 2016’an de li Gimgimê rêveberiya qeyûm heye û got: “Şaredariyên me hatin xespkirin. Yek ji sedema polîtîkayên qeyûm pergala hevserokatiyê bû. Ev êrîşek li dijî nûneriya jinê bû. Navenda Jinan a Savuşka hebû. Qeyûm ew jî girt. Karkerên jin hebûn ew jî ji kar avêtin.”
 
Qirêjiya hewayê pir zêdeye!
 
Gulbaharê daxuyakirin ku li Gimgimê mijara aboriyê gel dide zorê û got hîna ne binesazî ne jî gaz nehatiye navçeyê. Gulbaharê wiha domand: “Rewşa aborî ya gel pir xerabe. Mirov nikarin xwedî bibin germ bibin. Komurê li gel belav dikin. Lê gelek xerabe. Dibe sedema qirêjiya hewayê. Qirêjiya hewayê pir zêdeye. Yek ji hedefa me ev eku em gazê bînin Gimgimê. Armanca me ev eku em gel ji vê hewaya qirêj xilas bikin.”
 
‘Gelê Gimgimê xwedî li îradeya xwe derdikeve’
 
Gulbaharê di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Gelê Gimgimê tu carê qeyûm qebûl nekirin. Gelê Gimgimê welatparêze. Xwedî li îradeya xwe derdikeve. Vî gelî tu carî qeyûm qebûl nekirin. Vî gelî her tim li alî DEM Partiyê cihê xwe girtiye. Em ê jî li alî gelê xwe cih bigirin. Têkoşîn û hewldana me wê di vî alî de be.”
 
‘Em ê bi jinan re ji nû ve jiyanê ava bikin’
 
Gulbaharê her wiha da zanîn ku ev du deme qeyûm tayînê şaredariya Gimgimê dibe û wiha dirêjî daye: “Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm û hedefên wan têbikoşin. Di rêveberiyên herêmî de ji bo keda jinan bê dîtin em ê hewl dibin. pergal qetilkirina jinan rewa dike. Jin berê xwe didin întîxaran. Me Navenda Jinan a Savuşka ji bo piştgiriya jinan vekiribû. Me ji bo jinan qad afirandibû. Emê bi hevalên jin re ji nûve van qadan bikin jiyanê. Ev gel xwedî nasnameya welatparêzin. Ji ber vê wê îradeya xwe li alî DEM Partiyê bikar bînin.”