5 salên AKP’ê ya li Elkê: Tu xizmet tuneye!

  • 09:05 4 Adar 2024
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Elkê ku yek ji cihên di hedefa desthilatdariyê de ye, 5 sal in şaredariya wê di destê AKP’ê de bû û tu xizmet ji bo navçeyê nehatiye kirin. Li navçeya ku çavkaniyên avê zêde ye, gel pirsgirêka avê dijî û yek xizmetek ji gel re nehatiye kirin.
 
Navçeya Elkê ya Şirnexê bi erdnîgariya xwe mirovan heyran dihêle,  çiyayê Kato mirovan pêşwazî dike. Navçeya ku çavkaniya debara wê sewalkarî ye, ji ber qedexeyên zozanan gel neçar dimîne sewalên xwe biforşin. Ji ber vê gel krîza aborî ji kûrahî hîs dike û bi salane gel pirsgirêka avê dijî.
 
Ligel pirsgirêkên herêmî pirsgirêka hilbijêrên kaçax
 
Şaredarî 5 sal e di destê AKP’ê de ye û gel diyar dike ku şaredariyê yek ji xizmetek ji wan re nekiriye. Riyên wê hema hema hemû xerabe ne û tevî hemû serlêdanan bersiva ‘em ê çêbikin’ tên dayîn. Yek ji pirsgirêka din ya navçeyê jî pirsgisrêka hilbijêrên kaçax e. Hejmara hilbijêran a li navçeyê ji 11 hezar û 351’ê derket 12 hezar û 44’an. Tê gotin ku beşek mezin a 693 hilbijêrên nû leşker û polîs in.
 
Devlet Aşan ya 4 sal e ji Mersînê hatiye Elkê der barê pirsgirêkên navçeyê de nirxandin kir.
 
'Çareseriya şaredariyê alava parzûnkirinê ye'
 
Devletê daxuyakirin ku pirsgirêka herî mezin a Elkê rê, tenduristî ye û wiha domand: “Av her tim qirêj diherike.Em ava paqij ji kaniyan tînin. Pirsgirêkên me yên tenduristiyê hene. Nexweşên me hene. Em nikarin wan derman bikin ji ber vê em diçin Şirnex, Mêrdîn an jî Amedê.  Pirsgirêka rê mezine. Jin nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Bi vê jî namînin barekî mezin li ser milê jinan e. Ava me qirêj e. Ji bo pirsgirêkê dibêjin alava parzûnkirinê pêwist e. Dibejin me anîye. Lê tevî anîne jî av qirêj e.”
 
‘Sewalkarî hatiye asta tunebûnê’
 
Devletê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber rê xerabene mirov nikarin biçin gundên xwe. Nikarin biçin zozanan. Ne tenê ev krîzek aborî ya mezin heye. Sewalkarî hatiye asta tunebûnê. Qadên ku sewal biçêrin nemane. Ji bo jinan qad tune ne. Em dixwzin di 31’ê Adarê de DEM Partî bi serkeve. Em namzetên DEM Partiyê erê dikin. Mirov ji tirsan nikarin li kolanan biaxivin. Gelek hilbijêrên kaçax anîn vir. Lê tevî vê wê DEM Partî bi ser keve.”