Bi hezaran ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolan û jiyanên xwe bernadin

  • 20:10 3 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê de li Kadikoyê hatin gel hev, daxwazên xwe diqîrin. Di hevdîtinê de peyama ‘Em ê ji bo maf û jiyanên xwe têkoşînê mezin bikin. Li dijî êrîşan têkşîna me heye. Bijî 8’ê Adarê bijî piştevaniya jinê’ hat dayîn.
 
Bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer têkoşîna me heye” hevdîtina jinan tê lidarxistin. Jin, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê hatin gel hev. Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Di hevdîtinê de bênavber çepik tên lêxistin û tililî tên avêtin. Her wiha li ber def û stranên kurdî govend tê gerandin. Jinan gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dovîzên “Jiyaneke ku were qezenckirin heye”, “Jiyan bi zana re xweş e”, “Em ê cîhanê jinûve bihejînin” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hilgirtin. Di heman demê de jinan dovîzên ku gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e” hilgirtin. Di heman demê de dovîza “Heqîqet Rêbertî ye” jî bal kişand.
 
Dayikên laçikspî
 
Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî pankarta “Rêya azadiyê jinên azad û rêya aştiyê jî ji Dayikên Aştiyê derbas dibe” vekirin. Dayikên laçikspî gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û gelek caran daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman.
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî pankarta “DEMA Jinan Vîna Jinan DEM Jiyan e!” hilgirtin. Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî pankarta “Mêr-dewlet ji serî heta binî tundî ye. Em ê teslîm nebin” vekir û di meşê de cih girt.
 
Komeleya Dema Jinan e jî li pêşiya Mizgefta Osmanaga bi pankarta “We gelek dema me xwar niha dema jinan e” vekirin û meşiyan. Jinan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Nameta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên jin û bi sedan jin tevli meşê bûn. Girse her ku mezintir bû û dirûşm hatin berzkirin.
 
Jinan qad tije kirin
 
 
Jinên hatin nokteya lêgerîna polîsan nokte derbas kirin û bi dehezaran jin tevli hevdîtinê bûn.
 
Polîsan dovîzên ku jinên TJA’yê hildabûn berhev kirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û gotin wê tundiya dewlet-mêr hilweşînin.
 
‘Em ê kolanan terk nekin’
 
Metna çapemeniyêya Kurdî Berîvan Saruhan xwen dû ya Tirk jî Şenay Kumuz xwend. Şenayê da zanîn ku tevî 107 sal di ser îlankirina 8’ê Adarê de derbas bûye şert û mercên jinan neguherîne û jinan li dijî vê têkoşîn mezin kirin.  Şenayê got polîtîkayên dijminê jinê jiyana jinan terî dikin û got: “Mêrê ku peymana Stenbolê fersh kir li ser navê jinan biryarê dide. Her ku 6284 ji nîqaşê re tê vekirin gumanbar cesarete digirin û kuştinên jinan zêde dibin.Em ê li dijî tundiya mêr qadan û kolanan terk nekin. Em ê li dijî kuştin û êrîşan bêdeng nemînin. Jin li her qadê têkoşîna xwe bilind dikin. Îro roja berxwedan û piştevaniyê ye.”
 
 
‘Em qeyûmên dijminê jinan qebûl nakin’
 
Aynur Moral ya ku bi hinceta tevli çalakiyên der barê Zeren Ertaş ya li yurda KYK’ê ya Aydinê di encama ketina asansorê de jiyana xwe ji dest daye, bûye jî axaftinek kir û da zanîn ku ew ê mahkumê pergalê nebin û têkoşîna xwe mezin bikin.
 
Şenayê xwendina metne berdewam kir û da zanîn ku di şerê li herêmê û Rojhilata Navîn tê meşandin de herî zêde jiyana jinan hedef tê girtin û herî zêde jin tên windakirin.
 
Piştre endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Rewşan Doner mafê axaftinê girt û da zanîn ku wê dest ji daxwaza aştiyê bernedin.
 
Piştre li ser navê Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karasetê SElîn Top axivî û da got erdhejê girîngiya piştevaniyê carek din nîşan daye û niha torên piştevaniyê yên girîng dihûnin.
 
Piştre Keça Fehmî Tosun yê di 1995’an de hat binçavkirin û windakirin, Besna Tosun axivî. Besnayê da zanîn ku wê her tim hesabê windayan bipirsin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
Şenay Kumuş piştî axaftina Besna Tosun dîsa mafê axaftinê girt û bi gotinên li dijî êrîşan têkoşîna wan heye û got: “Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinê.”
 
Hevdîtin bi govenda hat gerandin bidawî bû.