'Jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin'

  • 09:10 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
ÎZMÎR - Jinên ji Îzmîrê diyar kirin ku qirkirina jinê û şîdeta li ser jinê bêceza dimîne, diyar kirin ku daraz alîgir e û bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê.
 
Ji aliyek qetilkirina jinan didome û ji aliyek jî daraz kujeran bêceza dihêle. Li gorî daneyên ku di çapemeniyê hatin kom kirin di meha çileyê de 27 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Her wiha mirina 17 jinan û 3 zarokan jî bi guman e. Tenê di meha sibatê de di rojekî de li Bûrsa, Burdur û Xarpetê 5 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber kuştina jinan vedibe. Kuştina jinan bi polîtîkayan tê meşrûkirin. 
 
Li Îzmîrê jinan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser helwesta darazê ya derbarê kuştina jinan de nîşan dide. 
 
'Kuştina jinan polîtîk e' 
 
Aylan Saglam, daxuyand ku fikr û ramanê jinan a derbarê şîdeta li hemberî jinan de diyar e û got: "Em di nava civaka serdestiya mêr de dijîn. Êdî kuştina jinan tê meşrûkirin. Peymana Stenbolê hat betalkirin. Zîhniyeta darazê jî rê li ber van yekan vedike. Kuştina jinan polîtîk e. Nêrînên me û bertekên me li cem desthilatdariyê ne watedar e. Em carek din dixwazin ku Peymana Stenbolê bikeve meriyetê, rakirina qanûna 6284'an jî neyê nîqaşkirin. Divê em têbikoşin, li ber xwe bidin. Li her derê hêza xwe nîşan bidin." 
 
'Ez xwe bi ewle his nakim'
 
Gîzem Tekîn jî da zanîn ku ceza nadin kiryaran û wiha bi lêv kir: "Kiryar serbest tên berdan û di nava civakê de bi rehetî digerin. Em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn. Êdî li Tirkiyeyê ewlehiya jiyana jinê qet nemaye. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê kuştina jinan her zêde bû. Ji ber ku cezayek nîne, kujer jî êdî natirsin. Li gorî dilê xwe îşkence li jinan dikin û şîdetê li jinan dikin. Ez qet behsa şîdeta derûnî jî nakim. Ez wek jin xwe di nav ewlehiyê de his nakim."
 
'Divê jin û mêr bên perwerdekirin'
 
Mefaret jî di axaftina xwe de bal kişand ser sektora fîl û rêzefîlman û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber ku kujer û kiryar ceza nagirin pir bi rehetî tevdigerin. Ev rewş mirovan ber bi xetereyê ve dibe. Demen borî jî hebû lê her ku diçe zêdetir dibe. Divê êdî bi dawî bibe. Ji vê rewşê rayedarên dewletê berpirs in. Di vê rewşê de perwerde girîng e. Divê jin û mêr bên perwerdekirin. Ez nizanim dê çawa bê çareserkirin bi rastî ez hinek jî bêhêvî me. Niha her kes bi şîdetê re rûbirû dimîne. Divê qêr bike lê encam naguhere. Ez xwe di ewlehiyê de hisnakim."
 
'Welatê xwe terk dikin'
 
Yagmur Başar, destnîşan kir ku hek cezayên giran neyê dayîn dê rewşa jinan wisa be û wiha axivî: "Li dijî qetilkirina jinan divê dengek xurt derkeve holê. Her wiha kuştina jinan polîtîk e. Heta ku cezayên giran neyê dayîn, jin dê xwe di nav ewlehiyê de nebîne. Tişta ku mirovan hers dike û xemgin dike jî ew e. Niha gelek kes hewl dide ku welatê xwe terk bike. Ji ber ku li vir êdî jiyaneke bi ewle nîne."
 
"Divê em têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Gulten Koşun, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan: "Divê dewlet li hemberî şîdeta li dijî jinan tedbîr bigire. Jiyan niha bi saya jinan tê parastin. Lê kujerên jinan jî nayê cezakirin. Li girtîgehê dimînin piştî ku derdikevin xirabtir derdikevin. Ev yek neheqiy e û bêhiqûqî ye. Divê demildest dewlet tedbîr bigire. Em jî divê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
'Divê daraz bêalî bibe'
 
Işil Sari jî wekî jinên din banga çareseriyê kir û got: "Divê îktîdar pirsgirêka heyî demildest çareser bike. Divê faîl cezayê herî giran bigire. Heke ceza bê dayîn dê pirsgirêk çareser bibi. Li gorî min divê daraz bêalî bibe."