Li Îzmîrê starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • 20:07 1 Adar 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta 8’ê Adarê da.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber Pira Konakê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. Di daxuyaniyê de pankarta "Her dem berxwedan her dem azadî" hat vekirin, dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan", "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Denîz Poyraz Namire", "Hezar  silav ji bo jinên li Rojava li ber xwe didin” hatin qîrîn. Namzeda Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê DEM Partiyê Turkan Aslan Agaç, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Beriya daxuyaniyê Hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut axaftinek kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Turkan Aslan Agaç jî axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê. Piştî axaftinan Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM'ê ya Îzmîrê Aysel Onen daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî piştî gerandina govendê bi dawî bû.