Rojnamevan Melîke Aydin: Ez ê karê xwe bidomînim

  • 09:03 1 Adar 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Ji 6 rojnamevanên di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin, rojnameger Melîke Aydin a ku di hepsa malê de tê gîrtîn binpêkirinên mafan ên di dema binçavkirinê de li wan hatiye kirin vegot. Melîke destnîşan kir ku armanca cezayê  hepsa malê yê li wan hatiye bîr^în ew e ku rojnamegeran ji qadê vekişînin.
 
Ji 6 rojnamevan di 13’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, nûçegihana ajansa me Melîke Aydin, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, Tolga Guney û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut pîştî cezayê hepsa malê ji wan re hat dayîn hatin berdan. Ji rojnamevanên di dema binçavkirinê de gelek zext li wan hatin kirin, Nûçegihana JINNEWS'ê Melîke Aydin, binpêkirinên mafan ên lî dijî wan hatin kirin vegot. Melîkeyê dîyar kîr ku  êrîşên li hemberî çapemeniyê di esasê xwe de êrîşên li hemberî azadîya ragihandînê ya raya giştî ye. Melîke anî zîman ku ew ê tevî hepsa malê jî xebatên xwe bidomînin û ev tîşt got: "Di her rewşê de em ê karê xwe bidomînin."
 
Ferzkirina sîxuriyê
 
Melîkeyê diyar kir ku ji dema hatin binçavkirin de dijhiqûqiyên li hemberî wan dewam dikin û got ku vê rewş di hemû merhaleyên binçavkirinê de jî dewam kirine. Melîke, anî ziman ku di dema binçavkirinê hertim ji bo kontrola tendirûstiyê mecbûr mane ku polîsan hişyar bikin û wiha got: “Li ser vê yekê me li ÎHD û TÎHV’ê serlêdan kir. Dema em birin edliyeyê bi saetan em ters kelepçekirî bi saetan rawestandin. Ev binpêkirinên maf in. Bi taybetî binpêkirinek ku ez pê re rû bi rû mabûm heye. Kesên ku wekî karmend xwe dan naskirin bi awayekî neqanûnî ji min xwestin ku ez bi wan re sohbeteke taybet bikim, êdî ez nizanim ka ew çi karmend bûn. Polîsên ku di sala 2019’an de min binçav kirin dîsa hatin. Wê demê jî dîsa ajantî li min ferz kiribûn. Dibe ku wan careke din heman tişt xwestibin, helbet min ji wan re got ez bêyî parêzerê xwe na axivim."
 
'Hewldan sûcekî biafrînin'
 
Melîke destnîşan kir ku xwestine xebatên wê yên rojnamevaniyê bên darizandin û got ku nêzî 60 nûçeyên wê hatine lêpirsînkirin. Her wiha Melîke da zanîn ku axaftinên wan ên bi telefonê yên bi rojnamevanên din re jî wekî sûc anîne pêşberî wan û got, “Sûcdarkirin gelekî bêwate bûn û diyar bû ku bi qestî bûn. Eşkere bû ku dixwestin sûcekî biafrînin. Bi taybetî polîsên TEM'ê dema îfadeya min digirtin hewl didan ku min araste bikin. Ji ber ku tişta min got nenivîsandin, ji ber vê yekê parêzerên an ku şîrove bikin. Li vir min fêhm kir ku dema jin serî li qereqolan didin, di çi re derbas dibin û dema serî li midûriyeta polîsan didin îfadeya jinên şîdet li wan tê kirin çawa tên guhertin. Heman   zîhniyeta zilam, hewl da ku li wir jî bi heman şêweyî tevbigere."
 
'Armanca hepsa malê ew e ku rojnamegeran ji qadan dûr bikin'
 
Melîke parve kir ku wan bi parêzerên xwe re li dijî biryara hepsa malê îtîraz kirine û diyar kir ku dozger jî bi daxwaza girtinê îtîraz kiriye. Melîkeyê anî ziman ku rewşa wan hê ne zelal e û got, “Em li bendê ne, di hepsa malê de ne. Lê bi qasî ku ji destê me tê em xebatên xwe didomînin. Ya ku bi hepsa malê xwestin bikin ew bû ku me ji qadê vekişînin. Ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê me dê nûçegîhanî bikira. Hemû hevalên min ên nûçegîhan ên ku di hepsa malê de hatin girtin bi vî rengî bûn. Di pêvajoyeke wiha de bi armanca derxistina rojnamevan ji qadê êrîşek li dijî rojnamevanan bû."
 
'Êrîşa li dijî azadiya agahî girtinê ya gel e'
 
Melîke diyar kir ku di demên dawîn de ew herî zêde bi nûçeyên ku rojnamevan tên binçavkirin hişyar dibin û diyar kir ku bi taybetî li hemberî çapemeniyê helwestên wekî binçavkirin, girtin û hepsa malê hene. Melîke wiha got: “Ev helwest di rastiyê de ne tenê li hemberî me ye. Di esasê xwe de, ez vê yekê wekî êrîşek li dijî azadiya agahîgiritna gel bi nav dikim. Ji ber ku em hewl didin  ji gel re rastiyê ragihînin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê hewl hat dayîn."
 
'Herî zêde nûçeyên anîn pêşberî me yên derbarê tecrîdê de bûn'
 
Melîke bal kişand ser wê yekê ku hewl tê dayin saziyên ku di wan de kar dikin bên krîmînalîzekirin û di heman demê de kesên ku nûçeyên wan jî çêdikin bên krîmînalîzekirin ûwiha got: “Kî ne? ev kes Gelê Kurd, berxwedêrên Agrobayê, berxwedêrên Akbelen. Zêdeyî 60 nûçe anîn pêşberî min. Gelek ji wan çalakiyan li ser tecrîda Îmraliyê bûn. Hewl dan wan çalakgeran krîmînalîze bikin.Em ji êrîşên wan  dibînin ku polîtîkaya heyî kê dike hedef, pêşî li Kurdan digire, piştre yên ji bo ekolojiyê û jinan têdikoşin û her wiha yên ji bo kedê têdikoşin dikin hedef."
 
'Rojnamegerî nayê darizandin'
 
Melîke da zanîn ku bi desteserkirina alavên dijîtal ên rojnamegeran xwestin ku di vê pêvajoyê de rojnameger nexebitin lê ew ê  nûçeyên xwe bidomînin û li pişt nûçeyên xwe ne û wiha got: “Rojnamegerî nayê darizandin. Em ê di her rewşê de karê xwe bidomînin."