TJA'yê bi minasebeta 8'ê Adarê meşa bi meşale li dar xist

  • 22:00 28 Sibat 2024
  • Rojane
WAN - TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wanê bi tevlîbûna jinan meşeke meşaleyî li dar xist.
 
Tevgera Jînen Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêta Wanê meşek meşaleyî li dar xist. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt, Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, namzeta Hevşaredariyê ya Artemêtê Rabîa Başak Koç, endamên Meclîsa Jinên Ciwan  a DEM Partiyê û gelek jinên beriya meşê li taxê li hev civiyan û tevi meşê bûn.
 
Li taxan dirûşmên 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin
 
Piştî ku meşale hatin pêxistin, jin meşiyan û lolîpopên bi wêneyên jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Jina Emînî ya li Îranê hat qetilkirin hilgirtin. Di meşê de  dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin natirsin, hesab dipirsin" hatin berzkirin. Piştî meşê jinan meşale avêtin ser hev û li dora agirê gûr govend gerandin, li çepikan dan û dirûşm berz kirin. Meş piştî govendê bi dawî bû.
 
Erdîş
 
TJA'yê li taxên Salihiye, Çelebîbag û Yeşîlova yên navçeya Erdîşê civînên jinan pêk anî. Hevşaredara HDP'ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û Namzeta Hevşaredariyê ya Erdîşê ya  DEM partiyê Guler Temel û gelek jin beşdarî civînê bûn.
 
Banga mîtîngê kirin
 
Hat diyarkirin ku jin li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Erdîşê hatin kirin mal bi mal geriyan û jinên beşdarî civînê bûn ji bo mîtînga 8’ê Adarê li Parka Musa Anter a Aştiyê ya Wanê bê lidarxistin hatin vexwendin.